1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Bila her kes dest ji karûbarê xwe berde û dakeve kolanan´
´Bila her kes dest ji karûbarê xwe berde û dakeve kolanan´,bila,her,kes,dest,ji,karûbarê,xwe,berde,û,dakeve,kolanan

´Bila her kes dest ji karûbarê xwe berde û dakeve kolanan´

"An em dê hemû bi hev re vê yekê rawestînin, an jî em dê bi hevalên xwe yên girtî re bimirin.”

A+ A-

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi boneya balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya ku di roja 42’emîn de ye, tevî endamên partiya xwe, şaredar û serokên bajaran ên rêxistinên partiyê, daxuyaniyek da û got; “Ji bo me girîngiya saniye û deqeyan jî heye. Li her aliyê welat banga çalakiyan tên kirin, divê her kes dest ji karûbarê xwe, dibistanên xwe berdin û tevlî bibin. Divê bi sedhezaran dabikevin qadan. Ji bilî vê rêyê mirov nikare bêwijdaniyê rawestîne. An em dê hemû bi hev re vê yekê rawestînin, an jî em jî dê bi bi hevalên xwe yên girtî re bimirin.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevî endam û şaredariyên partiya xwe li ber avahiya Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kir ku ew ji bo greva birçîbûnê hewl didin, lê heta niha tu dengek ji hukûmetê nehatiye.

Demîrtaş da zanîn ku hukûmetê wijdana xwe wenda kiriye û tu gotinek wê ya mafdar nemaye û got; “Dê derbarê greva birçîbûnê de ji mirovan re çi bêjin. Dê ji me re bêjin me huqûqa xwe bin pê kir û 453 roj in em dibêjin koster xirabe ye û rewşa hewayê ne baş e û em bê navber li Îmraliy tecrîdê pêk tînin? 42 rojên 3 meymûnan dileyizin. Ji bo li derve polîs-leşker nemirin, bedenên xwe ji bo mirinê danîne holê, bê hiş dibin û jiyana wan ketiye xeteriyê. Kesên di girtîgehan de ji bo li derve kes nemire, canê xwe danîne holê, li derve AKP dixwaze vana hemûyan bi zora polîsan rawestîne. Tişta ku hûn dixwazin asteng bikin aşitî ye. Ger hûn ji bo kesên ku ji bo çareseriyê canê xwe danîne holê bêdeng bimînin, hûn dê bibin berpirsê mirinên di girtîgehan de çêbibin. Hukûmet li şûna rawestandina me bila tecrîda ne qanûnî ji holê rake. Daxwazên hevalên me ne nehuqûqî ne. Kes ji bo îhale û krediyan nakeve greva birçînbûnê, ji bo aşitî were vî welatî û xwîn êdî nerije, li dest bi rojiya mirinê kirine.”

DIVÊ GELÊ KURD LI BENDA FERMANAN NEMÎNE

Demîrtaş da zanîn ku greva birçîbûnê êdî asta krîtîk jî derbas kiriye û divê gelê Kurd li her derê bêyî ku li benda fermanan bimîne, li her derê dabikevin qadan û got; “Di çarçoveya bernameya partiya me de li her derê mitîng û meş hene. Ji bilî daketina qadan li dijî yên ku wijdana wan nemaye û bê deng dimînin tu şansekî din ê me tune.” Demîrtaş da zanîn ku dê di cejnê de jî meş û mitîngên wan berdewam bikin û got; “Di girtîgehan de mirin nêzîk dibin. Ji ber wê jî cejn li me heram e. Di demek wiha de em nikarin cejnê pîroz bikin.”

Demîrtaş wiha pê de çû: “Serokwezîr û wezîrê karê derve yê vî welatî ji bo xwîn li Sûriyeyê nerêje welat bi welat digere, bang dike. Lê li vî welatî xwîn dirêje. Çima hun li vir banga agirbestê nakin. Çima hun rojiyên mirinê nabînin, hun çima daxwazan piştguh dikin? Heman hestiyariyê li welatê xwe jî nîşan bidin.” Demîrtaş bang li Serokomar û Meclîsê kir û wiha got: “Ji bo banga agirbestê ya Sûriyeyê hun çim ali welatên xwe jî heman bangê nakin. Xeyalên serokwezîr eve ku koltixa Çankayayê ye. baweriya me bi wê tune. Lê rayedarên din yên dewletê gel bi we re wijdan mabe divê hun avê li vî agirî bikin. Ev gel bi şev û roj rastî êrîşa polîsên we tên. hun li pey cenazeyan rondikên çavan yên sexte dibarînin û kesên li vir zarokên xwe jiyana xwe ji dest didin jî aştiyê dixwazin.”

WEZÎRÊ DADÊ DIVÊ ÎRO DAXUYANIYÊ BIDE

Demîrtaş destnîşan kir k udi rewşa ku mirin pêk werin de ne mirinên ji rêzêne û wiha pê de çû: “Ya em hemû bi hev re radiwestînin an jî ger hewce be em dê bi hevalên xwe re bimirin. Divê wezîrê dadê îro daxuyaniyê bike. Divê daxwazên der barê rojiya mirinê de piştguh nekin. Cejn dikeve navberê. Ger tiştekî neyînî pêk were hun ji bin berpirsyariyê nikarin derkevin. Kesên niha di grevê de bi vîna xwe biryara xwe dane. BDP’ê nekir. Em xwedî li vîna wan derdikevin. Paşve gavê naavêjin. Bi biryarin.”

DIVÊ HEMÛ KES DERKEVE KOLANAN

Demîrtaş destnîşan kir ku êdî her saniye û her deqîqe girînge û wiha got: “Li her derê welat di bangên ji bo çalakiyan de divê her kes kar û barê xwe berde, dibistana xwe berde û derkeve kolanê. Divê bi sedan kes derkevin kolanê. Ger hikûmet asteng bike bila asteng bike. Bedela wê çi dibe bila bibe em dê li pêşiyê bin. Em dê bedela wê bikin. Bi awayekî din em nekarin vê bêwijdaniyê rawestînin. Saniyeke wendabûnê tune. Heta hikûmet vê qêrînê nebihîze divê her kes mafê xwe yê demokratîk bi karb îne. Ger pêwist be divê ji kolanan venegerin malên xwe. Partiya me amade ye ku pêşengiya vê bike. Ji bilî vê rojeva me nîne. Rizgarkirina hevalên me yên hundir girêdayê gelê me ye.

ANF NEWS AGENCY