1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Bila jin hêza xwe parastinê ava bikin’
‘Bila jin hêza xwe parastinê ava bikin’,bila,jin,hêza,xwe,parastinê,ava,bikin

‘Bila jin hêza xwe parastinê ava bikin’

A+ A-

STENBOL (DÎHA) – Jinên ku rastî şîdetê zilam û dewletê tên li aliyê din jî li dijî vê şîdetê serê natewînin û têdokişon. Jina bi navê Behiye Dag diyar kir ku malbata wê bi darê zorê bi kurapê wê re zewicandiye û wiha got: "Min çi kar li mala bavê xwe kiriba, min li mala hevserê xwe jî ew kar kiriye. Hevserê min her tim ji min re ev tişt digot ne ku ji bo min ji te hezdikir û bi te re zewicîm e, ji bo ku tu karê mala me biki, ez bi te re zewicîme.”

Jina bi navê Azîze Yilmaz jî bang li hemû jinan kir ku bila hêza xwe ya parastinê ava bikin û xwe ji tundiya zilam û dewletê biparêzin. Bi salan e jin li dijî tundî û hişmendiya zilaman têdikoşin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê ji bo jinan bûye wek sembola berxwedanê. Jin li hemberî tundiyê dibêjin 'Edî bes e' û ji bo rola hişmendiya zilam danî ser pişta wan qebûl nekin, derdikevin qadan. Roj tuneye ku jin li hemberî tundiya bav, bira û hevser tên. Ji van jî jina bi navê Behiye Dag û Azîze Yilmaz e.

'Birayê min dibistan dixwend ez dixebitim'

Jina bi navê Behiye Dag (45) ya ku ji gundê Wesîna Bedlîsê yê û xwişka 6 bira û 4 keçikan ne. Dag li ser tundiya ji bav û hevserê xwe dîtiye axivî û diyar kir ku wê û xwişkên wê karê birayê xwe jî dikirin û wiha domand: "Di meha rojiyê de me paşiv dixwar û em diçûn me giha kom dikirin. Çi kar hebûya me ew kar dikir. Li gundê me dibîstan tune bû, lê bavê min 3 birayê min dişand dibistana derveyî gund. Digot ew xort in bila cahîl nemînin. Ji ber ku em keçîk bûn bavê min em nedişandin dibistanê. Em dixebitîn, birayên min jî diçûn dibîstanê". Dag anî ziman ku dapîra wê cudahiya herî mezin dixist nava neviyê xwe yê keçîk û xortan de û wiha axivî "Li ber xwîşka min û kur apê min xwarin hebû. Dapîra min xwarina li ber xwişka min hilgirt û jê re got 'Tu keçîkî, tu xwarinê nexwe' bila kure min bixwe. "

'Ez di 16 saliya xwe de bi zorê zewicîm'

Dag da zanîn ku bavê wê bi zorê di dema 16 saliya wê de zewicandiye û ev tişt li gotinên xwe zede kir: "Bavê min xwest min bi kur apê min re bizewicîne. Min got ez na zewicim, lê ez bi zorê zewicandim. Tundiya min li mala bavê xwe kêşa, dema ez zewicî jî min heman tundî dît."

'Min zarokatiya xwe jiyan nekir'

Jina bi navê Azîze Yilmaz (44) ya ku ji Xîzana Bedlîsê ye behsa dema zarokbûna xwe kir û diyar kir ku wê demê malbatê gelek ferq dixist di nava zarokên keç û xort de û wiha got: "Di demê borî de zarokên keç tu mafê wan yê jiyanê tunebû. Zarokên keç wê demê qet nedikarî biçe dibistanê. Dema mêvan jî ji derve dihat tiştek gelek şerm bû ku zarokên keç biçin cem wan. Dîsan pêwîste zarokên keç por û rêyê xwe bi desmalê girtiba." Yilmaz anî ziman ku ew qed neçûye dibîstanê û wiha axivî: "Bavê min nehişt ku ez biçim dibistanê. Em di malê de weke koleyan dixebitîn. Me şivantî û gavantî dikir. Ji ber em 7 keçik û birayek bûn hemû kar me dikir. Min qet zarokatiya xwe jiyan nekir. Bavê mi ez di 14 saliya min de zewicandim."

Dayika 3 keç û 3 kuran Azîze Yilmaz da zanîn ku wê ji aliye dewletê ve jî gelek tundî dîtiye û wiha pê de çû: "Dewletê gundê me di sala 1994'an de şewitand. Ligel bav û hevserê xwe hatim binçavkirin. Wê demê ez du canî bûm. Meheke min ma bû ku ez zaroka xwe bînim dinê. Tu sûçê me tune bû jî bi saetan em bi îşkencê re derbaz kirin."Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila hêza xwe ya parastinê ava bikin û xwe ji tundiya mêran biparêzin.

(sde-za/oî/sa)