1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Bila jinên kurd vegerin konferansê
Bila jinên kurd vegerin konferansê,bila,jinên,kurd,vegerin,konferansê

Bila jinên kurd vegerin konferansê

A+ A-

FATMA KOÇAK / GUNEŞ UNSAL

CARACAS (DÎHA) - Lijneya Giştî ya Konferansa Jinê Cîhanê ku li Caracasa Venezuellayê pêk hat, der barê vekişandina jinên kurd de daxuyanî da û diyar kir ku ku ji ber kêmasiyên organîsazyonê û nêzîkatiyên antîdemokratîk jinên kurd vekişiyane û em dixwazin jinên kurd vegerin. Konferansê her wiha lêborîna xwe jî ji jinên kurd xwest.

Di roja yekem a civîna Lijneya Giştî ya Konferansê de biryara banga vegera jinên kurd hate dayin û lêborîn hat xwestin. Dîwana Lijneya Giştî daxuyaniyek da û balê kişand ser nêzîkatiyan û diyar kir ku li hemberî rêxneyên jinên kurd helwesteke şaş hate girtin, ji ber wê helwestê lêborîna xwe ji jinên kurd dixwazin. Di beşa yekem a konferansê de delegeyên ku mafê axaftinê wergirtin, gotin ku divê rexneyên jinên kurd bihata guhdarkirin û piştre rexne bihata kirin. Ji bo biryara paşve kişandinê baş bê fêmkirin dê jinên kurd daxuyaniyeke nivîskî bidin û daxuyanî dê bi îngîlizî, kurdî û îspanyolî bê dayîn.

Lena Koyuncu delegeya Tirkiyeyê tevli konferansê bû û diyar kir ku ji ber ku jinên kurd konferans terk kirin delegeyên wan ên fermî neman û ji ber wê jî, kesek nikare der barê wan de biaxife. Koyuncu, da zanîn ku rexneyên jinên kurd di cih de bûn, lê terikandina konferansê ne di cih de bû. Ji bo vegera wan divê bang bê kirin.

Manîka Gartnera delegeya ku ji Almanayê tevli bûbû, destnîşan kir ku tevlîbûna jinên kurd hêzek dide konferansê. delegeya Belçîkayê Zeynep Gorgun jî da zanîn ku çanda demokrasiyê ji ber ku pêş neketiye ev tişt derdikevin holê. Di konferansê de jinan balê kişand ser pirsgirêkên jinan ên hevpar. Di konferansê de ev tişt hatin vegotin: "Li Belçikayê ji 7 jinan jinek rastî şîdetê tê û fihûşê dike. Li Îtalyayê ji ber betaliyê jin bedena xwe difiroşin. Li Brezîlyayê ji ber xizanî û betalî zêde ye, di karnavalêde jin bedena xwe pêşkeş dikin û difiroşin. Li Fransayê jin bi heqdesteke gelek kêm dixebitin. Zarokên Arjantinî tên revandin û li Ewropayê tên firotin û hwd.

(aw/ft)