"Bila li hemberî Tirkiyeyê helwest bê girtin"
Nerazîbûnek li hemberî komkujiya Roboskî ya ku dewleta tirk têde 35 kurdan qetil kir, ji Swêdê hat. Parlementerê Swêdê diyar kir ku ev komkujî nayê qebûlkirin û bang li raya giştî ya cîhanî hate kirin ku li hemberî Tirkiyeyê bibin xwedî helwest.
Parlementera Partiya Çepgir a Swêdê Amineh Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û bal kişand ku tişta ku li Roboskiyê qewimî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû mirovahiyê trajediyeke mezin. Kakabaveh bang li hemû kesên ku dibêjin “Ez mirov im” kir ku li hemberî vê komkujiyê rabin û got; “Ev tiştên ku qewimî nîşan dide ku Tirkiyeli hemberî gelê xwe tu berpirsyartiyên polîtîk, exlaqî û mirovahî tune ye. Tişta ku bi fikar jî ew e ku raya giştî ya navnetewî li hemberî vê komkujiyê bê deng e.”
“DEWLETÊ SIVÎLAN KIR HEDEF”
Kakabaveh diyar kir ku destnîşan kir ku dîkdator û welatên din rola “qehremantiyê” didin Tirkiyeya ku xwîna kurdan bi destê wê ve ye û got; “Divê li hemberî vê komkujiya ku dewleta tirk li welatiyên xwe dike, hemû cîhan rabe ser piyan.”
Kakabaveh diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan polîtîkaya tunekirinê dimeşîne, ji ber ku nikare gerîlayan tune bike, êrişê gel dike û ji bo domandina şer tişta ji dest wê tê dike.
“TIRKIYE LI SER RÊÇA SEDDAM E”
Kakabaveh got, “Dewlet, hikûmet û leşkeran jî dizanîn ku kesên hatine qetilkirin ne gerîla ne, gundiyên ku neçar dimînin qaçaxçitiyê bikin in. Ger kesên hatin qetilkirin gerîla bûna jî, dewleta Tirk dîsa ji ber vê komkujiyê ne mafdar bû. Dê çi lêkolîn bikin? Dê ji niha û pêve rê li gundiyên sivîl ên ku debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin, bigirin. Tişta ku Seddam anî serê kurdan, îro Tirkiye tîne serê Kurdan. Gundên wan dişewitînin, bombebaran dikin û kîmye bi kar tîne.”
“DIVÊ RAYAGIŞTÎ YA CÎHANÎ XWEDÎ HELWEST BE ”
Parlementerên Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Roza Guclu Hedîn û Shadiye Heydarî jî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiyê şermezar kirin. Parlementeran dan diyarkirin ku dewlet dizanî gundî li wir qaçaxçîtiyê dikin û piştre dibêjin ‘me got qey gerîlan e’ û diyar kirin ku mirov nikare ji vê yekê bawer bike. Her du parlementeran bang li raya giştî ya cîhanî jî kirin ku li hemberî vê komkujiyê bibin xwedî helwest.
ANF NEWS AGENCY
