1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bila Medya Bibe Dengê AKP'ê"
"Bila Medya Bibe Dengê AKP'ê",bila,medya,bibe,dengê,akp,ê

"Bila Medya Bibe Dengê AKP'ê"

A+ A-

ÇAGDAŞ KAPLAN

Rojnameger helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî kurdan ku bi daxuyaniyên nidajperestî derkideve pêş nirxand. Duran, bal kişand ser civîna Erdogan ku bi nûnerên çapemeniyê re kiriye û diyar kir ku AKP dixwaze çapeeniyê bike dengê AKPê. Hîndekar Prof. Dr. Yasemîn Înceoglu jî anî ziman ku tiştê xemgîn ewe ku medyayê di erdhejê de jî cudakarî kir û bi helwesta rovanşist tevgeriya. Înceoglu, da zanîn ku dixwazin dîsa ayarekê bide çapemeniyê.

Rojnemeger û hindekaran der barê rewşa çapemeniya tirk a li hemberî pirsgirêka kurd û rastiya buyeran nirxandin. Hîndkaran der barê helwesta hikûmetê û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan a li hemberî çapemiyê jî rexne kirin û diyar kirin ku dixwaze çapemeniyê bi xwe ve girê bide. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi nûnerên medyayê re civîn pêk anî û xwest sansurê pêk bînin. Di 6'ê nîsana 1990'an de jî dîsa li Koşka Çankayayê civîn pêk anîbûn û wekî civîna 'Eyarkirina çapemeinyê' hatibû binavkirin. Piştî civînê Ajana Anatolu ya Dewletê (AA), Ajans Haber Turk (AHT), Ajansa Nûçeyan a Ankara (ANKA), Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (CÎHAN) û Ajansa Nûçeyan a Îhlâsê (ÎHA) deklerasyonek hevbeş weşand û rêgezên weşana xwe ya 'Nû' aşkere kiribûn. Vê helwesta 1990'î piştî erdheja Wanê jî disa hate rojevê. Çapemeniya tirk ku li qada erdhejê gav û saet weşanên zindî kirin tenê xebatên AKP'ê û dewletê yên li herêma erdhejê dît. Lê alîkariya gel û BDP'ê ya ji bo gelê wanê nedîtin. Vê yekê nîşan da ku çapemeniya tirk raste rast cudakariyê dike. Li gel ku bi sedan kamyon û tirên alîkariyê ku bi kordînasyona BDP'ê te komkirin û ji Wanê re tê şandin, çapemeniya tirk ev alîkariya gel û BDP'ê sansur kir û tenê alîkariya AKP'ê nîşan da. Dîsa pêşkêşvana ATV'ê Muge Anli û ya Haber Turkê Duygu Candaş bi gotinên xwe yên cudakariyê helwesta xwe ya li hemberî gelê kurd aşkere vegotin. Li ser vê rastiya çapemeniya tirk Rojnameger Ragip Duran û Hîndekara Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemîn Înceoglu ji DÎHA'ê re ve gotin.

'Çapemeniya tirk ji sedî 90 di bin kontrola AKP'ê de ye'

Rojnameger Ragip Duran, nêzîkatiya Recep Tayip Erdogan a li hemberî capeminê nirxand û destnîşan kir ku Erdogan dixwaze çapemeniyê li gorî xwe bi rêxistin bike. Duran, anî ziman ku ger Serokwezirek bi nûner û midûrên çapemeniyê re civîna girtî pêk bîne bi serê xwe pirsgirêk e û wiha got: "Civîna bi çapemeniyê re pêk hat dixwaze serdestiya çapemeniyê di destê xwe de bigire. Hikûmeta AKP'ê dixwaze medyayê bike dengê xwe û têxe xizmeta xwe. Pir xemgînim ku di civînê de tu midûr û nûnerên medyayê nerînên xwe neanîne ziman. Bandora vê civînê jî piştî encama wê diyar dibe. Piştî civînê helwesta medya ya li hemberî pirsgirêka kurd derket holê. AKP'ê di hilbijartinê de ji sedî 50 deng girt, lê medya ji sedî 90 di destê AKP'ê de ye. Balkêş e ku Erdogan di vê civînê de bagn li nûnerên çapemeniya li dijî xwe nekiriye. Xuya dibe ku armanca vê civînê peyama sîyasî ye."

Duran, destnîşan kir ku Erdogan, dixwaze medyayê ji pirsgrêka kurd dûr bixe û li hemberî pirsgirêka kurd bike mertal. Duran, da zanîn ku ger AKP'ê têkiliyên xwe bi BDP'ê re baş bikira, dê piştgiriya wê zêde bûba û wiha axivî: "Mixabin Serokwezîr hilbijartina qada siyasî, îdeolojik û çandê li şûna aştî, azadî û demokrasiyê, zedetir bi rêbazê yekparêzî leşkerî û sansurê derdixe pêş." Duran, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan dixwaze medya bike dengê AKP'ê û wiha berdewam kir: "Dixwaze ku hêza gelê kurd kêm bike û PKK'ê reş bike. Dixwaze rastiyê veşêre û ji heqîqetê dûr bixe. Çapemeniyê tirk ji niha û şûnde êdî gotina kurd û PKK'ê naxin navê xwe.

Duran, helwesta medya ya li hemberi erdheja Wanê jî nirxand û destnîşan kir ku ev rewşek pir xerab e. Duran, bilêv kir ku ev nêzîkatiya mendya ya nijadperest xizmeta çareseriyê nake û alozî û nijadperestiyê kurtir dike. Duran, bilêv kir ku medya aliyekî rastiyê sansur dike û pirsgirêkên di erdhejê de tên jiyandin nade pêş.

'Dixwazin eyarê bidin çapemeniyê'

Hîndekara Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemîn Înceoglu jî da zanîn ku Serokwezir Erdogan bi civîna çapemeniyê dixwaze ji nûve eyarê bide çapemeniyê. Înceoglu, bilev kir ku hikûmeta AKP'ê berê bi cezayan dixwast eyaran bide çapemeniyê û niha jî bi rîçayan dixwaze eyaran bide. Înceoglu, anî zinan ku rojnameger û çapemeniya bi berpirsiyar tev digere, berpirsiyariya wê ya herî mezin, berpirsiyariya li hemberî gel e û xwest li hemberî gel rast tev bigere. Înceoglu, xwest hemû kêmasî û rastiyan bînin ziman û zimanê aştiye bikar bînin. Înceoglu, bal kişand ser lîncên li dijî kurdan pêş dikeve û sedema vê yekê jî wekî pirsgirêka demokrasiyê nirxand.

'Zimanê nijadperestî dê dîsa Tirkiye li rojên paş vegerîne'

Înceoglu, bal kişand ser zimanê medya yê nijadperestî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çapemeniyê piştî erdheja Wanê zimanê rovanşist bikar anî. Ev yek nîşan dide ku em dîsa li rojên paş vedigerin. Zimanê rovanşîst, wêdekirin, kîn û nifrîn xizmetê ji aştî û demokrasiyê re nake. Ev ziman Tirkiyeyê pêş naxe."

(mae)


Bêjeyên Miftehî