‘Bila PDK’ê siyaseta xwe derbarê Rojava de sererast bike’
SUNDAY, 06 APRIL 2014 11:14
EFRÎN– Welatiyên herêma Efrînê siyasetên PDK’ê û AKP’ê û hevpeymana dawî di navbera wan de a kolandina kenalekê li ser sînorê di navbera Rojava û herdu aliyên Başûr û Bakurê Kurdistanê de şermezarkirin. Welatiyan bang li PDK’ê kirin ku siyasetên xwe derbarê Rojava de sererast bike.
Welatiyên herma Efrînê ji ANHA’yê re axivîn û diyar kirin ku vîna wan ji kolandina kenalên ser sînor xurttir e ku dixwazin di navbera herçar parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bikinû tevliheviyê di navbera birayan de derbixin. Welatiyan dane zanîn ku ti tişt nikare navbera kurdistaniyan de bibire û vîna wan a azad bişkîne û destnîşan kirin ku di dema borî de gelek komplo li dijî şoreşa Rojava hatin meşandin lê bi berxwedana gel bi hemû pêkhateyên Rojava li rex şervanên YPG’ê hemû vala hatin derxistin.
Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Kamîran Henîf bi hêrs nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku ev pilanên li dijî Rojava têne meşandin li dijî hebûna kurdan in. Henîf diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe li dijî van pilanan derbikevin û berxwedana xwe bidomînin û wiha got: “Divê hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê alîkariya birayên xwe yên Rojava bikin û diyar bikin ku vîna gelan ji hemû dîktatoriyan xurttir e.”
Welatiya bi navê Fîdan Mustefa derbarê komploya dawî ku di navbera Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û AKP’ê de hatiye pilankirin a ku ji bo kurdistaniyan ji hev cuda bikin kenalan li seranserî sînorên bi Rojava re dikolin, şermezar kir. Fîdan Mustefa bang li PDK’ê kir ku li şûna destê xwe dixe destê dijminên kurdan û doza kurdî ambargoya li ser birayên xwe yên Rojava bişkîne, kir.
Herdu welatiyên bi navên Şiya Menan û Rûken Hacî Reşîd gotin ku ji ber ku Rojava ji aliyê hêzên tarî ve rastî êrîşên herî hov tê û hebûna kurdan dixe metirsiyê, pêwîste di vê qonaxa hestiyar de gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Herdu welatiyan destnîşan kirin ku serkeftina şoreşa Rojava serkeftina herçar parçeyên Kurdistanê ye, ji ber vê yekê bang li Hikûmeta PDK’ê kirin ku helwesta xwe ya siyasî derbarê Rojava de sererast bike.
Welatiya bi navê Sureya Hebeş derbarê pilan û tevgera AKP’ê de axivî û rê vekirina Hikûmeta AKP’ê ji çeteyan re ji bo ku derbasî Rojava bibin, şermezar kir. Sureya Hebeş diyar kir ku hevpeymana di navbera PDK’ê û AKP’ê de ji bo ku vîna gelê Rojava bişkînin pêk hatiye û destnîşan kir ku ev 3 sal in li Rojava hemû pilanên hêzên tarî vala tên derxistin.
Welatiya bi navê Melek Elûş derbarê heman mijarê de axivî û kolandina kenalan di navbera Rojava û herdu parçeyên Başûr û Bakurê Kurdistanê de şermezar kir û bi kenala şermê bi nav kir û wiha got: “Ev 3 sal in PDK’ê ji bo şoreşa Rojava ji bilî komplo û girtina deriyên sînor ti kar nekiriye. Diviyabû bi hemû hêza xwe alîkariya Rojava bikiriba. Em niha dibînin ku di heman dema ku êrîşên hovane li dijî welatiyên herêma Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve têne meşandin de, AKP’ê û PDK’ê kenalan li ser sînorên bi Rojava re dikolin û ambargoya li ser Rojava girantir dikin.”
TÎRAST CÛDÎ
(jh)
