1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bila Îsraîl pêşî lêborînê bixwaze"
"Bila Îsraîl pêşî lêborînê bixwaze",bila,îsraîl,pêşî,lêborînê,bixwaze

"Bila Îsraîl pêşî lêborînê bixwaze"

A+ A-

GULÎSTAN TARA/DENÎZ KENDAL-ANF BEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, bersiv da îdîayên Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman ên wekî dê bi PKK’ê re bikevin nava têkiliyê. Karayilan diyar kir ku PKK tevgerekî xwedî rêgez e û got, “Em ne tevgerek in ku xwe bikin amûrê lîstika hin dewletan in.”

Karayilan destnîşan kir ku ger Îsraîl dixwaze bi PKK’ê re bikeve nava têkilayan pêwîst e ji ber rola xwe ya radestkirina Rêberê PKK’ê a bi komploya navnetewî pêşiyê ji kurdan û PKK’ê lêborînê bixwaze. Her wiha Karayilan got ku ji ber têra xwe xwedî tecrûbeya leşkerî û qabîliyetê ne, pêdiviya PKK’ê bi perwerdehiya leşkerî û tiştên din tûne ye.

DEWLETA AKP’Ê LI HEMBERÎ GELÊN LI HEREMÊ YE

Piştî ku rapora têkildarî bûyera Mavî Marmarayê di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de qirîzek rû da. Pişti krîza ku hêj didome, Rojnameya Yedîoth Ahranot, îdîa kiribû ku di nava tedbîrên ku Wezîrê Karê Derve Lîeberman li dijî Hikûmeta AKP’ê diyar kirine de ji PKK’ê re alîkarî jî heye.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan krîza heyî û plana gera Serokwezîr Erdogan a piştî qrîzê ya ji dewletên ereban re wiha nirxand:

“Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan weke padîşahên Osmaniya tevdigere û ji dixwaze xwe bike rêberê hemû alema îslamê bi taybet jî cihên berê din desthilatdariya osmaniyan de. Bi van dijberiyên li hemberî Îsraîlê dixwaze xwe wekî dostê ereban û piştgirê doza Filîstînê bide nîşandin. Li gel vê helwesta xwe aliyekê jî pêşengiya polîtîkayên Emerîka û hêzên navnetewî yên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilatanavîn dike. Di vî warî de rola sereke Tirkiye dilîze niha. Di hilweşandina hikûmet Lîbyayê ê aloziyên li Suriyeyê de rola herî girîng Tirkiyeyê lîstiye. Demekê bi Îran û Suriyeyê tifaq dikir, lê niha ew xapandine. Di aliyê din de Erdogan ê ku wiha dike bicihkirina mertalên fuzeyan a li Tirkiyeyê qebûl kir. Bi teybet jî ev mertalên fuzeyan wê li Amede bên cihkirin. Yanî tê dîtin ku di rastiya xwe de Dewleta AKP’ê ne dostê gelên heremê ye dijmînê wan e.

TIRKIYE LI HEREMÊ JI BO PARASTINA ÎSRAÎLÊ ROLEK GIRÎNG DILÎZE

Herkes jî baş dizane ku mertalên fuzeyan ji bo parastina Îsraîlê li Tirkiyeyê tên bicihkirin. Ev rola girîng dane Tirkiyeyê. Di vê carçoveyê de tê dîtin ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Îsraîlê vala ye û bi vî şiklî dixwazin peyam bidin Ereban.

AKP ROLA ÎRANÊ DIDIZE

Tirkiye niha dixweze rola Îranê ya di warê doza Filîstînê de ji wî bidize. Wiha peyam dide Îranê dibê ku ez ji te pêhtir alema ereb û îslamê diparêzim. Gera wî ya Fas, Misir û Lîbyayê jî di vê çarçoveyê de ye. Lê li aliyekê şerê bi kurdan re û aliyê din jî pêşengiya parasitan rola Filîstînê wekî nakokiyê ye. Tirkiye bi van polîtîkayan durûtiyê dike. Ew tiştên tîne serê kurdan derva rexne dike. Ev durûtiyek mezin e.

PKK TEVGEREKE XWEDÎ RÊGEZ E

Karayilan, îdîayên wekî Wezîrê Karê Derve Avîgdor Lîeberman dê bi PKK’ê re têkiliyan deyne jî wiha nirxand: “Li pêşiyê ez vê yekê diyar bikin: PKK tevgereke xwedî rêgez e. Niha li vê heremê hêzên navnetewî û hêzên statîkoparêz hene. Xeta PKK’ê jî ya sêyemîn a demokrasîparêz e. Em bi vî îdîayê nêzî 40 salane li vê derê têdikoşin. Tevgerek wiha nikare bibe amûrê listika hin dewletan. Ev tiştek gelek şerm e.

BILA PÊŞIYÊ ÎSRAÎL JI KURDAN LÊBORÎN BIXWAZE

Ya rast em nizanin Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê tiştek wiha gotiye an na. Lewre wî ev yek red kir. Eger gotibe xelet gotiye. Tabî em di çarçoveya rêgezên xwe de ji hemû têkiliyan re vekirine. Lê ger Îsraîl dixwaze bi PKK’ê re bikeve nava têkilayan pêwîste ji ber rola xwe ya radestkirina Rêberê PKK’ê a bi komploya navnetewî pêşiyê ji kurdan û PKK’ê lêborîn bixwaze. Her wiha ji ber ku em têra xwe xwedî tecrûbeya leşkerî û qabîliyetê ne, pêdiviya PKK’ê bi perwerdehiya leşkerî û tiştên din jî tûne ye.

PKK PIŞTGIRÎ NA, JI BO ÇARESERIYÊ HELWESTÊ DIXWAZE

PKK ji tu dewletan piştgiryê naxwaze, tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi şêwazên aştiyane helwesteke baş dixwaze. Di vê çarçoveyê de ji ber ku me wekî amûrekî textîk dibînin, ez heyf li wan dikim. Ne rast e ku PKK’ê wekî amurê bikaranînê dibînin. Em li herema rojhilata navîn di warê têkiliyên derva de hêza herî paqij e. Tu kes nikare vê yekê înkar bike.”

HEMÛ ENDAMÊN HIKUMETA AKP’Ê WEKÎ ELEMANÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK ÊN TIRK IN

Zihniyeta Dewleta Tirk ji xwe ji berê we re dibêje tevgera kurd girêdayî hêzên derve ye. Çima? Ji ber ku û rêya herî hêsan ya înkarkirinê ev e. Beriya niha Tirkên Spî ev digotin niha jî AKP û Tirkên Kesk vê dibêjin. Beriya nihajî bi Îran û Suriyeyê dihatin ser me. Niha jî li gel ku em bi Îranê re di nava şer de ne jî dîsa dibêjin Îran û Sûriye piştgiriyê didin PKK’ê. Ev derewin. Her wiha tiştên vê dawiyê der barê Îsraîlê de jî tên gotin derew in. Jixwe Lieberman jî ev yek derewand û got, ‘Min tiştek wiha negotiye’. Cemîl Çîçek jî bi ew qas kalbûyîna xwe rabû li ser ekranê çêr dan. Ev ji ku derdikeve, tiştek wiha tune ye. Heta niha we bi çekên Îsarîlê bi dixist. Dema we bi destê wan Rêberê me radest girt, çiyê we hebe nebe we pêşkeşî wan kir. Hûn çima behsa wan nakin.?

Hikûmeta AKP’ê bi van rêbazên şer ên psîkolojîk xwe bi her awayî girtiye. Tu gotinên wan ên xwe dispêrin rastiyê tune ye, hemû dispêrin vir û derewan. Tê gotin ku “Dispêrin navendên derve”. Em div ê mijarê de vekirî ne. Em tevgera Kurd in. Em jî pişta xwe didin gelê Kurd. Heta hûn pirsgirêka Kurd çareser nekin, wê ev tekoşîn her tim bidome. Pêwîst nake bi vir û wir ve girê bidin. Dibe hinek hêzên cûda dixwazin sûd ji vê yekê bigirin, lê me weke PKK’ê me her tim li ser esasê rêgezên xwe me xwe spart hêza xwe, em ê bi vê yekê bigihin encamê jî.”

ANF NEWS AGENCY