1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "binpêkirinên mafan ji sedî 39 zêde bûn"
"binpêkirinên mafan ji sedî 39 zêde bûn",binpêkirinên,mafan,ji,sedî,39,zêde,bûn

"binpêkirinên mafan ji sedî 39 zêde bûn"

A+ A-

ÎHD'a Çewlikê der barê binpêkirinên mafan ên 6 mehan de raporek amadekir. Li gorî raporê binpêkirinên mafan li gorî sala borî ji sedî 39 zêde bûne.

ÎHD'a Çewlikê li avahiya komeleyê rapora xwe ya ku der barê binpêkirinên mafan ên 6 mehan de amade kiribû aşkera kir. Serokê ÎHD'a Çewlikê Nîhat Aksoy diyar kir ku li Çewlikê li gorî sala borî binpêkirinên mafan zêde bûne. Aksoy anî ziman ku di nava 6 mehan de 271 binpêkirinên mafan qewimî ne û di sala 2010'an de ev hejmar 196 bû û ji ber vê yekê jî li gorî sala borî ji sedî 39 binpêkirinên mafan zêde bûne. Aksoy binpêkirinên mafan wiha rêz kir: "Di qada binpêkirinên mafên jiyanê de 13 bûyer qewimî ye û ji van 4 pevçûn, 2 kuştinên edlî, 6 întihar û yek ji mirina leşkerekî ya bi guman e. Dîsa 10 kes birîndar bûye û yek jî teşebuskirina întiharê ye. Sala borî di warê azadiya şexs û ewlehiyê de 21 binpêkirinên mafan qewimiyê lê îsal ev hejmar bûye 129. Par ji girtîgehan di nava 6 mehan de tenê serlêdenake binpêkirinên mafan çêbû lê îsal di nava 6 mehan de 103 serlêdanên binpêkirinên mafan çêbûye."

Aksoy diyar kir ku ew hemû binpêkirinên mafan dişopînin ew ji ber berpirsyariyên xwe dê ji bo welateke ku binpêkirinên mafan pêk neyên daxwaza xwe dubare dikin. DÎHA (sa)