1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birayê Kamil Atak hat berdan
Birayê Kamil Atak hat berdan,birayê,kamil,atak,hat,berdan

Birayê Kamil Atak hat berdan

A+ A-

AMED - Di doza 7 kesên ku Fermandarê Koma JÎTEM'ê û Fermandarê Alaya Kayseriyê yê berê Cemal Temîzoz û sercerdevan Kamîl Atak jî di nav de li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê hate dîtin. Dadgehê bi hinceta ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Kûkel Atak heye serbest berda.

Doza ku derbarê berpirsyarên kuştina 52 kesên ku di salên 1993/95'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû vekirin de 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê bi hinceta ku birayê Kamîl Atak Kûkel Atak pençeşêre serbest berda. Di doza borî de Kûkel Atak ji heyata dadgehê re gotibû ku pençeşêre û ji ber vê yekê jî mexdûr dibe heke bê berdan dê beşdarî hemû danişînan be. Kamîl Atak jî ji bo ku birayê wî bê berdan li ber heyetê geriya bû û gotibû wê ji bo birayê xwe bibe kefîl. Kûkel Atak piştî karên fermî îro li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hate bendan.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de tê xwestin ku bersuc bi sucên ku "kuştina mirovan", "ji bo suc avakirina rêxistinê" "teşwîqkirina kuştina mirovan" bên cezakirin. Ji bo Cemal temîzoz 9, Kamîl Atak 7, Tamer Atak 2, îtirafkar Adem Yakin 7, Hidir Altug 3, Firat Altin (abdulhakîm Guven 6 caran cezaya muebeta giran tê xwestin.

(sa)


Bêjeyên Miftehî