1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Birinên 28'ê Adarê hêj nehatine dermankirin
Birinên 28'ê Adarê hêj nehatine dermankirin,birinên,28,ê,adarê,hêj,nehatine,dermankirin

Birinên 28'ê Adarê hêj nehatine dermankirin

Di ser Serhildana 28'ê Adara 2006'an de 5 sal derbas bûn.

A+ A-

1 / 11SERTAÇ KAYAR / METÎN ÎNAN

AMED (DÎHA) - Di ser Serhildana 28'ê Adara 2006'an ku di dema rakirina cenazeyên 14 HPG'iyên ku li herêma Şenyaylaya Mûşê di encama operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, dest pê kiribû de 5 sal derbas bûn. Di bûyerên ku di demeke kin de li hemû bajarên kurdan belav bûn de li Amedê 10, li Qoserê 2 û li Êlihê 1 kes ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Ligel ku 5 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî der barê mijarê de û berpirsyaran de tu lêpirsîn û doz nehatine vekirin. Lê têkoşîna mexdûran a ji bo 'edaletê' jî didome.

Li bejayiya Şenyayla ya Mûşê 2 rojan piştî pîrozbahiyên Newrozê di 24'ê Adara 2006'an de di operasyoneke Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 14 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. 6 ji cenazeyên HPG'iyan di 28'ê adarê de li Amedê hatin rakirin û van bûyeran bi vî awayî dest pê kir û di demeke kurt de li hemû bajarên kurd lê dijîn belav bûn û di bûyeran de piraniya wan zarok bi tevahî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan piştî bûyer li bajaran belav bûn bi gotina; 'Çi jin, çi zarok be jî dê peywirdarên me yên ewlekariyê tişta pêwîst bikin' êrîşên polîsan parastibûn û piştî wê li ser hev zarok û ciwan di bûyeran de bi gulebarana polîsan hatin kuştin.

Îdiaya 'gazên kîmyewî hatin bikaranîn' bû sedema înfialê

Îdiaya ku li hemberî endamên HPG'ê yên ku di operasyonan de jiyana xwe ji dest dane, gazên kimyewî bi kar anîne bû sedema înfialê. Anîna cenazeyên 6 HPG'iyan û rakirina wa di 28'ê Adarê de bû sedema alozî û tengezariyê. Bi hezaran kesên ku li ser kolana Medine civiyan li ber mizgefta Şefik Efendî sloganên wekî; "Tolhildan" bilind dibûn. Cenazeyên Abdullah Rukun (Berxwedan Garzan) ê ji Êlihê û Kenan Demir (Mervan) ê ji Sêrtê ji bajarên ku lê ji dayik bûn re hatin şandin. Piştre cenazeyên Bulent Tanişik (Eriş Amed), Muzaffer Pehlîvan (Zafer), Fatih Çetîn (Xemgîn Amed) û Mahmut Guler (Rojhat Amed) bi alên kesk û sor û zer hatin pêçan û ber bi Goristana Yenîkoyê ve hatin rakirin.

Li bajar alozî û tengezarî zêde bûbû û dikandaran jî deriyên dikanên xwe venekiribûn. Di dema rakirina cenazeyan de bi dehan balafirên şer F-16 li ser bajar bi awayekî nizm firiyan. Di dema meşê de rastî polîsên Qereqola 10'ê Nîsanê ya li ser riya goristanê hatin. Gel bi kevir û molotofan bersiv da polîsan û barîkat li ser riyan hatin danîn. Ciwanan agir bi panzerekê xist û li ser riya Kuruçeşme, Dortyol û Emekê şer û pevçûn zêde bûn û di demeke kurt de şer heta navenda bajar Ofîsê hat.

Leşker ketin nava bajar

Di bûyerên ku rûdan de polîsan guleyên rastîn bi kar anîn û di encama gulebaranê de Mehmet Akbulut ê 17 salî bi giranî birîndar bû û be dehan kesên din jî birîndar bûn. Piştî 14 selan cara ewil leşker ketin navenda bajar. Dîmenên piştî ketina leşkeran a nava bajar darbeyê 12'ê Îlonê anî bîra mirovan. Bûyer heta derengiya şevê li hemû bajar belav bûn domiyan. Bi şev çalakî kêm bûn û hemû polîs li qada sporê hatin berhevkirin û ji bo mudaxeleyên rojên din ew hatin ajîtekirin.

Polîsan Erdogan guhdar kir: Di rojekê de 3 kuştî, 106 birîndar

Di 29'ê adarê de, bi kevirên ku ji cî hatibûn hewilandin, bi barîqatên kul i naverasta kolanan hatibûn nijinandin û bi camên şikestî Amed dişibiya qada şer. Li taxa Bağlera, Ofîsê û Derêçiyê pirraniya esnafan dikanên xwe girtibûn. Polêsan li ciyên taybet xwe bi cî dikirin. Ji bajarên derdorê ekîbên teqwiye xwe li polêsan zêde kiribû. İHDyê roja ewil diyar kir ku 29 kes birîndar bûye û li ser sedî mirov jî hatine binçavkirin. Di çalakiyên kul i taxa Sağlık ocağı ya Baglara de hatibûn lidarxistin de Tarık Atakaya(23) yê ku bi guleya hêzên ewlehiyê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da. Xortê bi navê Onur Kaya ji paşstuyê xwe ve hatibû birîndarkirin bi guleyê. Bi sedema ewlehiyê maça Fenerbahçe- Diyarbekir Sporê li Meletiyê hat lîstin. Û ezmûna xwendina ji derve (Açık Öğretim) hate taloqkirin. Abdulluh Duran yê ku ji ser banê mala xwe li çalakvanan temaşe dikir bi guleya polîsan ve hat kuştin. Mehmet Işıkçı'yê ku di dema van bûyeran de birîndar ketibû, rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê lê nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Dema ku êvarê xwe li bajêr danî, ÎHD'ê bîlanço diyar kir: 3 mirî, 106 birîndar

Bûyer Li bajêr belav bûnVan bûyerên kul i herêmê qewimîn tîna xwe dan bajarên din jî. Li Êlihê di definkirina cenazeyê ji 14 gerillayên HPGyê yê bi navê Abdullah Rükün de 10 hezar kesîm eş li dar xist û bi wêneyên Abdullah Ocalan meşiyan. Cenazeyê Kenan Demir jî li bajarokê sêrtê bi beşdariya hezaran hat definkirin. Di definkirina cenaze de Muhlis Ete'yê 16 salî ji alî leşkeran ve hat kuştin. Esnafên Sêrtê yên ku vê êrîşa protesto kirin dikanên xwe roja dotir venekirin. Li Êlihê di sibeha 29'ê adarê de hejmara çalakvanan li deh hezarî derbas bû. Camên gelek şûbeyên bankayên ku li kolana bankayan bûn hatin şikandin. Û avahiya 4 qatî ya bankayekê hat şewitandin. Di bûyeran de 2o kes birîndar bû û 41 kes hat binçavkirin. Li Şernex, Cizîr, Riha û Mêrdînê jî protesto li dar ketin.

Abdullah, Tarık, Mehmet ve Enes…

Ji bo 3 sivîlên ku di levdanên 28-29'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dan rêûresma cenazeyê hat lidarxistin di 30e adarê de. Li Îskanevlerî li pêş mizgefta şefîk efendî bi hezaran kes kom bûn. cenazeyên wan bi rengên kesk û sor û zer, alaya KCKyê û wêneyê Ocalan hat pêçandin. Gava berê xwe dan goristanê ku cenazeyan defin kirin polêsên ku li polêsgeha On Nisanê bi cî bûbûn tiving li komekê teqand. Di wê demê de Enes Atayê 7 salî li pêş çavên rojnamegêran bi guleya ku li pişta wî ketibû jiyana xwe ji dest da.

Îsmaîl û Mustafa…

Piştî pêşiya kortej li ber Qereqola Polîsan a 10 Nîsanê derbas bû polîsan bi çek û bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kir. Di dema gulebarandina polîsan de xebatkarê Rojnameya Devrîmcî Demokrasiyê Îlyas Aktaş bi singê xwe bi giranî bîrandarbû û bi dehan kes jî ji ber gule û bombeyên gazê bîrîndarbûn. Piştî merasîma cenaze bi hezaran kes li Kolana Emekê hatin cem hev û avahiya Midûriyeta Polîsan Amedê dan ber kev û molotofan. Ji ber polîsan raste rast gule berdan gelek kes birîndarbûn û her wiha helîkopteran jî bombeyên gazê avêtin girseyê. Ji ber bombeyên gazê Nûçegehanê Ajasna Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Şakîr Uygar jî birîndarbû. da Ji ber polîsan li hemberî gel bi guleyan mudaxele kir Îsmaîl Erkek jiyana xwe ji dest da û Mustafa Eryilmaz ê bi guleya polîsan birîndarbûyî jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di otopsiyan de derket holê ku bi taybet gule ji sing û ser hatine girtin. Hejmara kesên di nav 3 rojan de hatin binçavkirin bi sedan bûn û her wiha piranîna wan zarok bûn. Di encama serdagirtina malan de jî camên gelek malan dihatin şikandin û her wiha welatî rastî heqaret û gefan dihatin.

'Jin be jî zarok be jî, dê ya pêvîst bê kirin'

Di heman rojê de daxuyaniya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a got, "Kesên dibin maşaya terorê kî be bila bibe jîn jî be zarok jî be dê ya pêvîst bê kirin" tansiyon bilind kir. Di 31'ê adarê de kolanên Amedê wekî rojên darbeyê bûn. Li gelek kolanan polîs, leşker û tîmên taybet hatibûn cihkirin. Li hinek cihan leşkeran meş dikirin. Li semtên wekî Polîs Okulu, Kolana Emek, Semta Baglar û Kuruçeşmeyê li gel polîsan gelek leşker û wesayîtên zirxî hatibûn bicihkirin û barîkat danîbûn. Barîkatên çalakvanan jî danîn ji aliyê polîsan ve dihatin rakirin. Li gelek cihên bajar di 31'ê adarê dikan nehatin vekirin. Li ser Kolana Emekê û Polîs Okuluyê polîsên bi çek digeriyan û kesên dikanên xwe venekirin bi zorê dikan didan vekirin. Ji ber ku xwendekar neçûne dibistanê dibistan vala man. Bi ser bajar de balafirên şer F-16 û helîkopterên leşkerî hatin firandin.

Mudaxele li cenaze û malên şîniyê hatin kirin

Malbatên kesên di dema bûyeran û li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan ên wekî Enes Ata yê 7 salî, Îsmaîl Erkek, Halît Sogut, Mehmet Akbulut û Emrah Fîdan ji ber zordariya polîsan a "Hûn merasîma cenaze çênakin" cenaze bêdeng veşartin. Ji kesên hatin binçavkirin jê 47 hatin girtin. Ji bîlî mal û kargehan bi ser malên şîniyê de jî girtin û gelek kes binçavkirin û camên mala şîniyê şikandin. Bûyerên li naveda bajar kêmbûn li navçeyên Bismîl, Erxanî, Pîran û Ferqînê destpêkirin. Esnafan dikanên xwe veknekirin û her wiha polîsan bi hêz mudaxele li çalakiyan kir û gelek kes birîndarbûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Wezîr Eker û Aksu, kesên hatin kuştin ne kesên kuştin bibîranîn

Wezîrê Karên Hûndir ê wê demê Abdulkadîr Aksu û Wezîrê Çandê Mehdî Eker ji bo lêkolînan bikin hatin Amedê. Wezîr Eker û Aksu bi derdorên aboriyê re hatin cem hev û têkildarî bûyaran de cîvîna çapemeniyê li dar xist. Wezîr Eker, hêzên ewlehiyê yên gule berdan sivîl parastin û wiha got: "Hêzên me ewlehiyê ji bo aramî û ewlehiya me hemû tedbîr girtin e û dê vê yekê berdevam bikin" Wezîrê Karê Hûndir Aksu jî dema bîlanço da behsa mirina Enes Ata yê 7 salî û Abdullah Duran ê 9 salî nekir.

Bajarê herêmê rabûn serpiyan

Bûyerên di 28'ê Adarê de li Amedê destpêkrin di 1'ê nîsanê de li Êlih, navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdîn, navenda Şirnex û navçeyên Hezex û Sîlopiyê, Dêrsîm, Wan, Sêrt, navenda Rihayê û navçeyên Wêranşar û Serê Kaniyê jî bûyaran dest pê kir. Li van bajaran jî ji ber bûyeran kolan vegeriyan qada şer û gelek kes bi guleyan polîsan birîndarbûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. Li Êlihê Fatîh Tekîn ê 3 salî jiyana xwe ji dest da û li Qoserê jî di 3'yê nîsanê de Ahmet Araç ê 27 salî û Mehmet Sidik Onder ê 22 salî jiyana xwe ji dest dan.

Sedema mirinê: Gule û darp

Polîsan li hemberî sivîlan gule berdan û kesên bi guleyên polîsan birîndarbûyîn ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin darpkirin. Kesên li Amed û herêmê jiyana xwe ji dest dan di otopsiyê de wehşet derket holê. Kesên di bûyerên Amedê de jiyana xwe ji dest dan Tarik Atakaya (22), Abdullah Duran ê 9 salî, Enes Ata yê 7 salî, Îsmaîl Erkek ê 8 salî, Mehmet Akbulut (17), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (18), Mahsunî Mizrak (17) û Îlyas Aktaş ji ber gule û bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dan. Halît Sogut ê 78 salî ji bi darpan jiyana xwe ji dest da. Li Êlihê Fatîh Tekîn ê 3 salî û Ahmet Araç ê 27 salî û Mehmet Sidik Onder ê 22 salî yên li Qoserê jiyana xwe ji dest dan jî bi guleyan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek di otopiyan de derket holê.

Bîlançoya 4 rojan: 13 mirî, 300 birîndar, 543 binçavkirin

Bîlançoya bûyerên 4 rojan a ku li Amedê dest pê kir û bajarên din jî belav bû 13 mirî, nêzî 300 birîndar û 500'î zêdetir binçavkirin derbasî qeydan bû. li fel ku 5 sal derbas bû jî der barê berpirsyaran de di darazê de encamek nehat bidestxistin. Li gorî qeydên baroya Amedê di bûyerên ku 4 rojan berdewam kir de ji aliyê polîs û cendirmeyan ve 543 kes hatin binçavkirin. Ji van 199 kes ji 18 saliyê biçûktir bûn. Li gorî daneyên baroyê ji 199 zarokan 91, ji 344 kesan jî 278 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê. baroyê tespît kir ku hemû zarokên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Li gorî daneyên ÎHD'a Amedê jê di bûyeran de 300 kes birîndar bûn. Baro û ÎHD'ê der barê bûyerên îşkence û birîndarkirinê de bi malbat û mexdûran re serî li Dozgeriya Komarê da û gilî kir û xwest doz bê vekirin. Ji bo lêpirsina îdarî jî serî li Walîtiya Amedê hate dayîn. Lê li gel ku evqas dem derbas bû jî tiştek nehat kirin.

Polîs sucdar nehatin dîtin

Der barê berpisyarên bûyerên Amedê de lêpirsînên ku hatin vekirin bê encam man. Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê polîsên bi navê B.O., H.A. û N.O'yê de ji Walîtiya Amedê ji bo ku bi bombeyên gazê bûne sedima kuştina Mahsum Mizrak destûra lêpirsinê xwest lê Walîtiya Amedê destûr neda.

5 sal in edelak bi cih nayê û dosya li DMME'yê ne

Parêzer Rahşan Bataray a ku lêpirsîn û dozên der barê bûyerên Amedê de dişopîne bi bîrxist ku di bûyeran de 203 kes hatine binçavkirin û ji van 91 zarok hatine girtin. Der barê zarokan de bi îdiaya ku "Li gel endamê rêxistinê nîn in jî li ser navê rêxistinê sûc kirine" "Propagandaya rêxistinê kirine" "Muxalafetê qanûna meş û xwepêşandanan kirine" doz hatine vekirin. Baratay wiha got: "Di van dozan de mezinan cezayên giran girtin. Hê jî li girtîgehê gelek kes hene. An jî dosyayên wan li Dadgeha Bilind e. Gelek dozên ku der barê zarokan de hatin vekirin jî didomin. Ji ber guhertinên TMK'ê dosya dewrî Dagehên Zarokan kirin. Ev doz didomin. Der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane de jî pêvajoya hiqûqê li gel ku 5 sal derbas bû jî tu berpirsyarekî ceza negirit." Bataray der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane de jî ev tişt anîn ziman: "Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane di encama gulebarana polîsan a rasterast de an jî di encama fîşekên gazê jiyana xwe ji dest dane. Ev gule an jî fîşek ji çekên kîjan polîsan de derketine tespîtkirî ne. Lê li gel vê yekê jî tenê li dadgeha ceya giran de doz hate vekirin û tu ceza jî nehat dayîn. Di 9 dosyayên din de jî biryara lêgerînê hate dayin. Ev dosya me bir DMME'yê. Ji ber ku li Tirkiyeyê tu encam nehat girtin me bir DMME'yê. Ev doz hê ji li DMME'yê berdewam dike."

DÎHA (sa/tf/tt/mae)