1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Biryara êrîşên Qamişlo li Stenbolê hate dayîn
Biryara êrîşên Qamişlo li Stenbolê hate dayîn,biryara,êrîşên,qamişlo,li,stenbolê,hate,dayîn

Biryara êrîşên Qamişlo li Stenbolê hate dayîn

Êrîşa ku li ba jarê Qamişlo li ser hêzên Asayîş û sivîlan pêk hat li Stenbolê bi biryara Rejîma Baas û opozîsyona Suriyeyê weke li dijî federaliyê hatibû organîzekirin

A+ A-

ANALÎZ

MEZLUM ELÎ

QAMIŞLO – Êrîşa ku li ba jarê Qamişlo li ser hêzên Asayîş û sivîlan pêk hat li Stenbolê bi biryara Rejîma Baas û opozîsyona Suriyeyê weke li dijî federaliyê hatibû organîzekirin.

Dema ku li Rojava îlana projeya federaliyê hate kirin, li Cinêvê tevgerek çêb. Piştî vê tevgerê Stefan De Mistura daxuyanî da û got “Di hevdîtinan de pêşketin hene û cara yekemîn opozîsyon û rejîma Baas li hev kirin.” Mijara ku lihev kirine jî dijberiya projeya federaliya Rojava bû. Piştî vê lihevkirinê rayedarên opozîsyona Stenbolê yên weke Fuad Elîko di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku îlankirina Federalî tê wateya perçekirina Suriyeyê û nayê qebûlkirin. Piştî vê daxuyaniyê heya roja îro hêzên opozîsyona Suriyeyê û ENKS’ê êrîşî Şêxmexsud dikin.

Di nava vê hefteya derbasbûyî de li Qamişlo hêzên rejîma Baas êrîşî Asayîşê û sîvîlan kirin. Piştî vê êrîşê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bersiv da û şerekî dijwar rû da. Cîhekî ku şer bi giraniya xwe çêbû Girtîgeha Elaya bû. Endamên Rejîmê yên di hindurê girtîgehê de bû xwe teslîm nekirin û liber xwe dan. Piştî du rojan dîtin ku hejmarek kuştî dan û nikarin liber xwe bidin, xwe teslîmê hêzên Asayîşa Rojava kirin. Kesên ku xwe teslîm kirin hatine binçavkirin û tên lêpirsînkirin. Di encama lêpirsînê de derket holê ku di hindurê girtigehê de gelek lîstik û pilanên qirêj hatine kirin. Kesên di hundirê girtîgehê de tenê endamên Rejîma Baas nebûne. Di nava wan de endamên ku bi Newaf El Beşîr ve girêdayî jî hebûn.

Ev êrîş li Stenbolê bi biryara Rejîma Baas û opozîsyona Suriyeyê weke li dijî federaliyê hatibû organîzekirin.

Newaf El Beşîr kî ye?

Newaf El Beşîr, di dema destpêka Şoreşê de di şerê Serêkaniyê de bi zarkoyên xwe ve di nava Cephet El Nusra de li dijî Kurda şer kir. Piştî demekê derbasî Tirkiyeyê bû. Niha li Tirkiyeyê di nava opozîsyona Suriyeyê de ye. Çend roj berê li Rihayê di navbera eşîrên Ereban de civîneke li dijî îlankirina federaliyê hate lidarxistin. Newaf El Beşîr jî di nav vê civînê de cihê xwe girtibû. Newaf El Beşîr di civînê diyarkiribû ku bi wî ve girêdayî endamên çekdar hene û niha li Rojava xwe weke hucreyên razayî rêxistin kirine. Di vê civînê de biryar hatibû girtin ku êrîşî kurdan bikin.

Gelê Kurd hêvî dike ku ENKS tevlî vê civînê û êrîşa Qamişlo nebibe!

Mijara ku mirov li ser bisekine ew e ku ENKS jî bi vê civînê re têkildar e û ev civîn bi biryara Opozîsyona Stenbolê ve hatiye girtin. Rayedarên opozîsyona Suriyeyê jî ya ku ENKS şirîkê wî ye, serkêşiya vê civînê dikir. Dema ku mirov, nêzîkatiya rayedarên ENKS’ê û rengê nûçeyên bi ENKS`ê ve girêdayî dinêre, di mirovan de cîhê gumanan çêdibe ku endamên ENKS`ê di civînê de cîh girtine.

Nûçeyên ku ragihandinên nêzî ENKS’ê ji destpêka şerê li Qamişlo heya dawiya şer amade dikirin û daxuyaniyên rayedarên ENKS`ê di mirovan de gumanên mezin çêdikirin. Guman ew e ku rayedarên ENKS`ê di civîna Rihayê de cîh girtibin. Ji ber ku şerê psîkolojîk ji aliyê ENKS`ê ve bi hemî hewildanan ve hate kirin. Li aliyê din, wekî ku pirsgirêk di navbera Kurd û Rejîma Baas de nîn e, şerê li Qamişlo weke şerê Eşîrên Ereb û Kurdan didan nîşandan. Li derveyî şerê psîkolojîk endamê PDKS`ê yê bi navê Feysel Îsamîl di ragihandinê de digot ku hucreyên wan yên razayî hene û bila biherikin ser Asayîşa Rojava û YPG`ê. Ev yek heya niha ji aliyê PDKS`ê ve nebûye mijara lêpirsînê. Xuya dike ku ev gef weke biryara ENKS`ê tê qebûlkirin.

Mijareke ku divê bersiva wê bê dayîn jî ragihandina PDK`ê ye. Dema şer bi dijwariya xwe berdewam dikir ragihandinê PDK`ê di hindurê çargoşeya ewlekariya dewleta Suriyeyê de çawa bi awayekî zindî weşan dikir. Gotinên serokê Dîfaî Wattanî çawa bi awayekî zindî di weşanê xwe de diweşandin. Dasa di dîroka 27’ê Nîsana 2016`an de çawa dikaribûn di hindurê balefirgeha Rejîma Suriyeyê de nûçeyan amade bikin. Ev gumanên hanê berê jî hebûn, beriya demekî belgeyeke îstîxbarata Suriyeyê û ragihandina PDK`ê di ragihandinê de hatibû weşandin.