1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birîna ji Newela Qesaban heta Cizîrê baş nebûye
Birîna ji Newela Qesaban heta Cizîrê baş nebûye,birîna,ji,newela,qesaban,heta,cizîrê,baş,nebûye

Birîna ji Newela Qesaban heta Cizîrê baş nebûye

A+ A-

SÊRT (DÎHA) - Newela Qasaban ya ku yek ji birîna başnebûye ya gelê kurd e û cenazeyê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz jî li wir e ligel dema ku derbas bûye û serlêdanan hê jî nehatiye vekirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Newala Qasaban ye dixwazin êdî ev birîn baş bibe diyar kirin ku ew li bendê bûn birînên wan babş bibe lê li Sûrê û Cizîrê Newala Qasaba yên nû ve bîrinên nû tên vekirin.

Cenazeyê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) û ji 1986'an heta niha hatin qetilkirin li Newela Qasaba ya Sêrtê ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) nêzî 300 cenazeyên ku di nav de PKK'î jî hene li vir in. Ligel salên ku derbas bûye û serlêdanan gorên vê derê nayên vekirin. Malbatên ku hemû bala wan li vir e li bendê ne ku rojekî gorên zarokên wan bên vekirin.

'Ji ber ku em mafdar in'

Xezal Kaçar (65) a ku kurê wê Haznî Kaçan, biraziyê wê A. Celîl Kaçar jî di nav de 4 xizmên wê li wir in diyar kir ku dewlet ji wî dema heta niha îşkence li cenazeyên kurdan dike. Kaçan anî ziman ku îxtidara Kurdistanê îro li her derê Kurdistanê kiriye Newala Qasaba. Kaçar wiha axivî. "Li Cizîrê mirovên me parçe kirin, şewitandin, avêtin çopan. Ne ev êş ne jî qatlîam tên pênasekirin. Ji ber ku em dixwazin bi awayeke azad bijîn dewlet bi hovane êrîş dike. Lê bila bizanibin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî koletiyê bisekinin, li ber xwe bidin û şer bikin ji ber ku em mafdar in. Bi salan e qetil dikin, davêjin girtîgehan. Me wekî gelê kurd li dijî van pêkanînan serê xwe netewand û niha şunde jî em ê serê xwe netewînin."

'Li Sûr û Cizîrê Newala Qasaba ya nû pêk anîn'

Mîrcan Ozer (60) jî li herêma Newala Qasaban bûne şahidê gelek definkirinan anî ziman ku tu cenaze jî nekarîne bên teşhîskirin û gelek ji wan hatine parçekirin. Ozer bilêv kir ku ew li bendê bûn ku hovîtiyên bi vî rengî bi dawî bibe lê li Sûr û Cizîrê Newala Qasaban ên nû pêk hatine, wê demê bi destê JÎTEM'ê ve dihat kirin lê îro bi destê DAIŞ'ê tê kirin.

Newala Qesaba bêdar û bêdeviye...

Ozer a ku herdu destên xwe vekir wiha got: "Rebî gelo ev zilm dê heta kengî bidome. Em ê vî pirsgirêkekî çawa çareser bikin. Heta kengî dê me bikujin û koçber bikin?" Ozer piştre jî helbesta keça xwe ya li ser Newela Qasaban nivîsandiye xwend: "Newala Qesaba bi gul û giya ye./Ezîzê dilê min tê de kuştine û tê de palda ye/ Heçî yê ku diçe ser Ezîzê min dibê qey palda ye, qey ne hatiye kuştin û ne miriye/ Newala Qesaba bêdar û bêdeviye / Ezîzê dilê min şervanekî pir giran e/Bêçek û bêsîleh bû. Vê dewleta tirko biser ve girtiye."

(sa)