1. Hemû Nûçe

  2. Nivîs

  3. Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA 2
Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA 2,birînek,kûr,û,edaletek,kor,roboskî,dosya,2

Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA 2

A+ A-

 

OMER ÎKE / ŞIRNEX / ROJNEWS

 Ferhat Encu: Êş kêmnebûye têkoşîn didom e

 

4 sal di ser Komkujiya Roboskî de derbas bû. Di vê demê de çi pêk hatin û ji aliyê dewleta dagirker a ku her tim li hemberî gelê Kurd komkujî pêk aniye li Roboskî reweşek cuda neşopandiye. Li hemberî polîtîkayên qirêj yên dewletê malbatên Roboskî 4 sal e di nava têkoşîna edaletê de ne.

 

 

Li ser komkujiya Roboskî ku 34 sivîl bi balafirên şer ên artêşa tirk hatin qetilkirin, 4 sal derbas bû. Welatiyên hatin qetilkirin sûcdar hatin dîtin, ti caran riya edaletê û wijdan bi Roboskê neket.  Hikûmeta AKP’ê ji bo komkujiyê veşêre serî li gelek rê û rêbazan dan. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo komkujiyê berovajî bike got; ‘her kurtajek Qilaban e’ û jin hedef girtin û ji serfermandariyê re spasiyên xwe pêşkeş kir. Leşkerên ku qetlîam kirine wekî ‘bêqusûr’ hatin dîtin û der barê doza ku hatiye vekirin de biryara bêşopandinê hat girtin. Malbatên Roboskî û gelê Kurd li dijî vê qetlîamê peyama ‘Ger em ji bîr bikin, bila dilê me hişk bibe’ dan. Ligel 4 sal li ser komkujiyê re derbas bûn jî kujer nehatin darazandin. Di nava 4 salan de tevî hemû zextan jî berxwedana malbatên Roboskî berdewam kir. Ji bo şermezar kirina komkujiyê bi hezaran rûpel daxuyanî û rapor hatin weşandin. Lê belê ji bo ronî kirina bûyerê ti gavên şênber nehatin avêtin û kujer nehatin dîtin. Malbatên Roboskî yên 4 sal li pey xwe hiştin jî hîna kincên reş lixwe dikin û şîna zarokên xwe dikin. 

 

 

Weke roja ewil êş didome

 

 

Ligel barîna zêde ya berfê jî welatiyên gundên nêzî sînorên yên Herêma Federal a Kurdistanê debariya xwe bikin dikevin li ser riya jiyana bê dawî. Dema ku mirov li gundên nêzî sînor binêre jî piranî zarok û ciwanên temenê di navbera 13 û 22 salî de ne. Ciwanên gundê Roboskî yên ji bo bazirganiya sînor dikevin li ser rê, li cihê komkûjiyê ya ji hêla malbatê ve kêla spî ya nivîsê reş li ser "28 Kanûn 2011'an de, seat di navbera 21.45 û 22.20'an de ji hêla balafirên şer ên girêdayî dewleta tirk ve di encama bomberanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna wan ev kêl hatiye danîn. Malbatên Roboskî" hatî nivisandin dibînin, êş wek e roja ewil careke din dijîn. 

 

 

Roja lêgerîna edaletê

 

 

Komkujiya Roboskî ligel 4 sal li pey xwe hişt jî têkoşîna malbatan didome. Ji roja komkujî pêk hatiye heya niha malbatên ku xizmên xwe winda kirine li ser gora xizmên xwe li tenişta hev, roja pêncşemê piştî hatin bombekirin di nava betaniyan de li tenişta hev hatibûn rêzkirin, li ser kêlên goran hesreta xwe derbas dikin û daxwazên xwe yên edaletê diqîrin. Malbatên Roboskî ku ji serê komkujiyê heta niha li hemberî van pêkanînan bêdeng neman, têkoşîna xwe ya edaletê li hemberê mejiyê komkûjiyê û kiryaran bê navber didomînin. Malbatên Roboskî piştî komkujiyê her roja pênçşemê diçin li ser goristana zarokên xwe û komkujiyên li ser gelê kurd de hatiye dinirxînin. Ji wê rojê heya niha li Kurdistanê roja pênçşemê weke pênçşema roj tê binav kirin.

 

 

Biryara bêşopandinê hate dayîn

 

 

Serdozgeriya Komara Tirkiyeyê ya Amedê di 11’ê Hezîrana 2013’a dan de, der barê lêpirsîna hate vekirin de, biryara bêpeywiriyê girt û dosya şand Dozgeriya Leşkeriyê ya Serfermandariya Giştî. Dozgeriya leşkeriyê jî diyar kir ku personelên TSK'ê di çarçoveya ku TBMM û Lijneya Wezîran peywir dane wan, ferman anîne cih û ji ber vê yekê hincet nedîtine ku doz vekirin û biryara bêşopandinê da. 

 

 

Doz birin qada navneteweyî

 

 

Malbatên Roboskê bi riya perêzeran îtîrazî biryarê kirin. Lê belê ev daxwaza malbatan di 20'ê hezîranê de hat redkirin. Malbatan der barê Serfermandarê Giştî yê demê Necdet Ozel û 32 kesan de gilî kirin. 108 parêzeran herî dawî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Herwiha BDP'ê biryar bire Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û bi hinceta ku li Tirkiyeyê lêpirsîn baş nayê kirin, xwest berpirsyar di qada navneteweyî de werin darizandin. 

 

 

Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de kampanyaya îmzeyan

 

 

Komelaya Mafên Mirovan ên li Tirkiyê û Kuristanê di sala 2012'an de bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Em li Roboskê daraza leşkerî naxwazin" da dest pê kirin.  Piştî çalakiyên nirxandinên roja pênçşema reş ya li ser goristanê ku di 55'emîn hefteya komkujiyê de hatibû destpêkirin de, di sala duyemîn de jî Komeleya ji bo Roboskî Edalet ji bo Cîhanê Aştî (Roboskê-Der) hate ava kirin. Armanca komeleya hatî avakirin ne tenê ji bo komkujiya Roboskî her wiha hemû komkujiyên pêk hatine, binpêkirina mafan, hemû pirsgirêkên li heremê dijîn mudaxil bibin, bi van re jî ji bo vegera gundan, li hemberê mayinan têkoşîn û têkoşîna ekolojîk bingeh were girtin e. 

 

'Pêwîstî bi lêpirsînê nîn e'

 

Di 15'ê çileyê de Waliyê Şirnexê ji bo li xebatên çêkirina qalekol û "riya ewlehiyê" ku ligel hemû sozan dev ji çêkirinê bernedan, binêre dê biçûya sînor, gundiyên gundê Roboskê û Gulyazî ji bo walî protesto bikin xwestin biçin sînor. Lê leşkeran pêşiya gundiyan birî û mudaxeleyê wan kir, gelek bombeyên gazê û guleyên rastî bikar anî. Di mudaxeleyê hatî kirin de zarokê bi navê Serhan Çiya Encu ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Leşkerên ku ev çalakiyî hincet nîşan da, di 19'ê Çile de avêt ser her du gundan û di nava wan de Servet Encu yê di komkujiyê de birîndar filitî bû heyî 9 kesan binçav kirin û piştre serbest berdan. 

 

 

Malbatên Roboskêyî êşa komkujiya Somayê jî jiyan!

 

 

Malbatên Roboskî di 25'ê Gulana 2014'an de ji bo sersaxî û piştevaniya malbatên 301 karkerên madenê yên di komkujiya madenê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dane bikin, çûne Somayê. Malbatan gora wan ziyaret kirin û piştre jî derbasî gundê Elmadereyê bûn û sersaxî dane malbata wan jî. 

 

 

Bi sedan parêzeran dosyaya komkujiyê birin AYM'ê 

 

 

Li ser îtîraza li hemberê biryara bêşopandinê ya Dozgeriya Leşkerî der barê komkujiyê de bêşopandinê hatibû dayîn, bi sedan parêzer bi awayek takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Parêzeran di serlêdanê de xwestin ku Destûra Bingehîn firqeya 3 ya madeya 17'emîn a bi ser navê "Destnedayîna kesan, hebûna wan a madî û manewî" hatiye binpêkirin de biryar bide. Her wiha rayedarên merciya herî jor de ji muwekilên wan lêborîna fermî bike, biryara neşopandin û reda îtîrazê ya li hemberê neşopandinê hatibû kirin bê rakirin, her wiha ji ber bûyera kuştinê Lîjneya Wezaretan, rayedarên mulkî û leşkerî ji bo bên darizandin dosyayê bişînin dadgeha têkildar. 

 

 

Li dijî êrîşan berxwedan!

 

 

Malbatên ku di roja 1000'emîn a di 23'ê îlona 2014'an de careke din ji bo qurnefîlan danin cihê komkujiyê ketin rê. Lê ev car leşkeran bê bi malbatan re hevdîtinê bikin, bê hişyarî bi bombeyên gazê êrîş kir. Ji ber bombeyên gazê gelek kes li ser hişên xwe çûn û gelek kes jî birîndar bûn. Ligel van hemû êrîşan malbatan kom bi kom cuda cuda ji bo biçin cihê bûyerê çûn, lê ev car leşkeran jibilî bombeyên gazê guleyên plastîk û rastî êrîş kir. Ji ber êrîşan gelek dar şewitîn. Ligel vê yekî ji malbatan gelek kes xwe gihiştin cihê komkujiyê û li wir daxuyaniyek kurt dan. Di daxuyaniyê de soz dan xizmên xwe yên hatine qetilkirin û wiha gotin: "Em soz didin we em ê vê heremê ji herêma şer derbixin." 

 

 

Jinên Roboskî herikîn sînorê Kobanê

 

 

Jinên Roboskî di 25’ê Mijdara 2011’an de Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê ya ji aliyê KJA ve hatibû organîze kirin, berê xwe dan gundê Mehserê ya navçeya Pirsûsa Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye û berxwedana Kobanê silav kirin.

 

Êşa komkujiyan yeke

 

Malbatên Roboskî bi dehan car ji bo komkujiya Gazî rabûn ser piyan û daxuyanî dan. Malbatan diyar kirin ku kiryarên komkujiya Gazî weke komkujiya Roboskî ji aliyê hikûmetê ve hatine parastin û gotin ku Roboskiyê heya Gaziyê em dê hesaba hemû komkujiya bipirsin.

 

Tevî sedan êrîş û komkujiyan jî êrîşên dewletê li ser gundê Roboskî kêmnebû. Leşkerên Tirk li ser gundê Roboskî de girt û  di encama êrîşa leşkeran bi dehan hêstirên welatiyan hatin qetilkirin. Welatiyên gundê Roboskê jî ji bo pêşî li van pêkanînan bigirin riya ketin û derketina gund girtin û bi berxwedanek bêhempa riya leşkaran ya ketina gund girtin.

 

Bombeyên Roboskî li Zergelê barandin

 

Hikûmeta AKP'ê ya ku bi piştevaniya PDK’ê bi balefirên şer li gundê Zergelê ya Qendîlê komkujiyek nû pêk anî. Malbatên Roboskî bi rihê berxwedanê piştevaniya xwe bi gelê Zergelê re nîşan dan û gotin ku êşa komkujiya Zergelê wekî komkujiya Roboskî dilê wan de ye û diyar kirin ku bombeyên li Roboskî hatine barandin li Zergelê ji barandine.

 

Ji bo komkujiya Enqere bûn yek deng!

 

Malbatên Roboskî dengê xwe gihandin Enqerê. Hikûmeta AKP’ê ya ku bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê li taxa Ulus a paytexta Tirkiyê Enqerê di wêstgeha trênê de di dema amadekariyên Mîtînga Aştiyê de 2 teqîn rû dan û di encamê de 122 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Malbatên Roboskî ji bo êşa malbatên di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dane bîrbînin û piştevaniya xwe nîşan bidin daxuyanî dan û serdana malbatan kirin.

 

Di 4’emîn salvegera Roboskî de çi hate guhertin?

 

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu:

 4 sale tiştek nehatiye guhertin. Êşa me weke roja ewil kûr e. Hîna dayik rondika dibarînin û hîna dibin bandora wê travmayê de ne. Hîna bav, xwiş û bira bi hêrsin. Tevî 4 sal derbas bûn jî gund dibin şînê de derneketiye. Li gund ti şahî û dawet nayên kirin. Êrîşên dewetê gelek zêde bûne. Ji bo ku malbatan daxwaza edaletê kir, hîna jî dozê wan hene. Der barê malbatên Roboskî de bi dehan doz hatine vekirin.

Tevî hemû êşan,  hikûmeta AKP’ê ya ku Roboskiyê ji bo projeyên xwe yên sîyasî bikaranî. Hûn vê yekê çawan dinirxînin?

 

Ferhat Encu : AKP bi polîtîkayên xwe yên qirêj hemû hewldanên xwe yên komkujiyan radixe ber çavan. AKP li Kurdistanê komkujiyan rewa dike û her roj li Kurdistanê mirovên sivîl têne kuştin. Li herêmê êdî gelê kurd dixwaze rêveberiyê xwe yên xweser îlan bike. Ev jî mafek herî rewa ye.

 

4 sale bê ku hûn biwestin li ser komkujiya Roboskî radiwestin û ji bo edaletê qêr dikin. Dîsan di malperên civakî de hûn li ser komkujiyê rawestiyan. Hûn rastî bertekên çawan hatin?

 

Ferhat Encu : 4 sal li ser komkujiya Roboskî ve derbas bûn jî hîna jî kujer nehatine dîtin û darizantin. Dema ku em ji bo edaletê bang dikin, em weke sûçdar têne dîtin. Dîsan 4 sale ji bo ku ez komujiyê di rojevê de bihêlim her roj li ser malperên civakî parvekirina dikim. Her çiqas hikûmeta AKP’ê xwest di ser vê komkujiyê de bigre û malbatên Roboskî tewanbar bike, min xwest ez ji raya giştî re rastiya komkujiyê vebêjim.  Ji bo ez rastiya ragihînim min serî li hemû rêbazan dan li ser vê yekê ez rastî bertekên erênî û nerênî hatim. 

 

Mînak: Gelek kesan ji bo min digot; "Êdî bes e, tu çima dibêjî Roboskî û Roboskî."

Gelek kesan jî digot; "Ji bo tu Roboskiyê li me nadî ji bîr kirin em spas dikin."

Lê belê çi dibe bila bibe tişta ez dizanîm raste ez ê tawîzê nedim. Ez ê heya dawiyê ji bo komkujiya Roboskî û tevahiya Komkujiyan li Meclîsa Tirkiyê têkoşînê bimeşînim.

 

Ji Roboskiyê û şûnde gelek êş û komkujî hate jiyankirin. Ji bo kujer werin darizandin malbatên Roboskî ji bo hemû komkujiyan pêşengtî kir. Li gorî we girêdana wan bi hevre heye?

 

Ferhat Encu : Raste, weke ku we got, me weke malbatên Roboskî ji beriya komkujiya Roboskî û li piştî Roboskiyê me pêşengî ji bo gelek komkujiyên hatine jiyankirin de kir. Ne tênê li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî me ji bo edaletê dengê xwe bilind kir. Êşa Roboskî û êşên komkujiya Pirsûs, Amed, Enqere û Gaziyê yekin. Em bi malbatan re bi giştî xebitîn ev gelek girînge.  Ji bo vê jî me bi malbatên komkujiya Pirsûs, Amed, Enqere û Gaziyê re gelek çalakî lidarxistin.

Dîsa malbatên Roboskî ji bo gelek malbatên ji Rojava û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man cih û warê xwe biterîkînin malavanî kir. Hûn vê piştevaniyê çawan dinirxînin?

 

Ferhat Encu : Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran welatiyên me yên Kurd neçar man koçî herêmên cuda bikin. Em weke malbatên Roboskî yên ku wan ji kûr de fam bikin, gundiyên Roboskî bûn. Ji bo vê yekê ji bi dil û can gelê Roboskî xwe ji bo gelê Şengalê û Rojava seferber bûn. 

 

Hûn dikevin 5’emîn salvegera komkujiya Roboskî de hûn viya çawan dinirxînin?

 

Ferhat Encu : Roboskiyê 4 sal li pey xwe hişt û dikeve sala 5’emîn. Ji niha şûnde jî dê têkoşîna me kêm nebe. Heya kujer neyên dîtin û darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ê weke Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê têkoşîna Roboskiyê li Meclîsê bidomînim, ez ê hesabê hemû komkujiya ji dewletê pirs bikim?  Êşa me kure hîna weke roja ewil canê me diêşe. 

 

Sibe: Dayikên Roboskî: Em ê serî netewî nin

 

(rn)