1. Hemû Nûçe

  2. Nivîs

  3. Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA-3
Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA-3,birînek,kûr,û,edaletek,kor,roboskî,dosya,3

Birînek kûr û edaletek kor; Roboskî - DOSYA-3

Dayikên Roboskî: Em ê serî netewî nin : Malbatên 34 welatiyên di Komkujiya Roboskî de bi awayekî hovane hatin qetilkirin di 4’emîn salvegera komkujiyê de serpêhatiyên xwe vogotin

A+ A-

OMER ÎKE / ŞIRNEX / ROJNEWS

Malbatên 34 welatiyên di Komkujiya Roboskî de bi awayekî hovane hatin qetilkirin di 4’emîn salvegera komkujiyê de serpêhatiyên xwe vogotin û wiha gotin: “Di her salvegerê de cereke din, em zarokên xwe defin dikin. Tevî 4 sal derbas bûn jî hîna êşa me weke roja ewîl e.”

Di ser Komkujiya Roboskî ya ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin de, 4 sal derbas bûn. Di ser de ji aliyê desthilatdariya AKP’ê û rayedarên dewletê ve kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan wekî sûcdar hatin tewanbarkirin û qet makanîzmayeke edaletê neket dewreyê. Welatiyên Roboskê li aliyekî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, li aliyê din jî ew êşa komkujiyê wekî roja qewimiye hêj germ û di dilê xwe de dijîn.

Li Roboskî piştî komkujiyê dawet çênabe û cejn jî li goristanê derbas dibin. Dayikên Roboskiyê jî gotin ku ew ti carî vê êşê ji bîr nakin û serî li hemberî zilmê natewînin. Dayikan anî ziman ku bila kujer werin dîtin û bêne darizandin. Dayikan bilêv kirin ku di her salvegera komkujiyê de em zarokên xwe ji nû ve defin dikin û wiha gotin: “Hêj berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin. Dê her tim destê me di beskura dewletê de be.” Hêjayî gotinê ye ku piştî komkujiyê her roja pêncşemê malbat diçin ser goristanê û li edaletê digerin. Ji roja komkujiyê û vir ve jinên Roboskiyî kincên reş girê didin. Li ser komkujiyê em bi dayikên qurbaniyên komkujiyê re axivîn û tenê daxwaza wan kujerê zarokên wan werin dîtin.

‘Min parçeyên laşê kurê xwe jî nedît’

Dayika Hemze Encu yê 21 salî Kadriye Encu: “Kurê min ji bo alîkariya bavê xwe kasibkarî dikir. Hemze di saetên serê sibehê de hêstirên xwe amade kir û bi rê ket. Li ser hêstiran cenazeyê kurê min ê parçebûyî ji me re hat. Min parçeyên laşê kurê xwe jî nedîtin. 4 sal li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn jî hîna kujer nehatine dîtin. Tenê daxwaza min kujerê lawê min were dîtin û darizandin.”

‘Êdî bes e, bila zarokên Roboskî jî bikenîn’

Dayika Erkan Encu yê 13 salî, Felek Encu: “Kurê min ji bo alîkariya malê bike berê xwe dida xeta sînor. Dema ji dibistanê dihat hêstirên xwe amade dikir û bi rê diket. Dê kurê min rojeke din çûbûya dibistanê. Ji bo amadekariya dibistanê ev kar dikir. Erkan hem ji bo malê hem jî ji bo xwişk û birayên xwe dibû alîkar. Jiyaneke wî ya di navbera mal û dibistanê de hebû. Dema ku mi ew didît, ez pê dilşa dibûm. Dema kurê min sax bû, em pir kêfxweş bûn. Êdî bes e, bila zarokên Roboskî jî bikenîn. Ji roja komkujiyê heya niha keyfxweşî nektiye nava gund de.”

‘Êşa me weke roja ewîl e’

Dayika Serhat Encu yê 15 salî, Helîme Encu: “Her cara ku ez diçim goristanê wekî ku ez ji nû ve kurê xwe defin dikim. Ev 4 sal e, li Tirkiyeyê ti deriyê ku me lêneda nema lê Erdogan hemû derî li rûyê me girtin. Erdogan bi vê yekê bersûcan ji me vedişêre. Dê ev bûyer neyê veşartin. Em bimirin jî dê zarokên me, neviyên me hesab ji wan bipirsin. Dê rojek edalet were Roboskiyê.”

‘Xeyalên me hatin rûxandin’

Dayika Huseyîn Encu yê 20 salî, Fatma Encu: “Tenê gunehekî me heye, ew jî Kurdbûna me ye. Her roj êşa me zêdetir dibe. Edalet ji bo komkujiya Roboskî tine ye. Min zarokên xwe di nava feqîrî û belengaziyê de mezin kirin. Min dixwest daweta kurê xwe bikim. Xeyalên wî hebûn. Lê emrê wî di 20 salan de ma. Hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk xeyalên me rûxandin. Xwedê xeyalên lawê Erdogan jî bi rûxîne.”

‘Jiyana min serûbin bûye’

Dayika Cemal Encu yê 15 salî, Hazal Encu: “Kurê min ji bo dabariya malê, hem jî ji bo pêwîstiyên xwe yên dibistanê berê xwe dida sînorê dijmana di nava me de kola ye. Dê kurê min ji niha şûnde neçe dibistanê. Niha ez wêneyên hevalên wî yên dibistanê dibînim. Jiyana min serûbin bûye. Ji bo min tu wateya rojê xweş û cejnê nemaye. Cemalê min çû…Dê li şûnde neyê. ”

‘Em ê dest ji vê dozê bernedin”

Dayika Şervan Encu yê 19 salî, Leyla Encu: “Em her rojên pêncşemê bi zarokên xwe yên herî biçûk re diçin goristanê û daxwaza edaletê dikin. Ti gunehê zarokên me ti nebûn, tenê ji bo dabariya jiyanê û pêwîstiyên xwe yên dibistanê ev kar dikir. Ji ber ku li herêmê ji derveyî vî karî ti kar din nîne. Dewlet me neçarî vî karî dike û paşê bi awayek hovane me qetil dike. Em daxwaza edaletê dikin. Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê dest ji doza xwe bernadin.”

‘Em di şînê de ne’

Dayika Salîh Encu yê 39 salî, Emîne Encu: “Her sal Tirkiye serê salê pîroz dike em di şînê de ne. Çi bikin dê êşa zarokên me bi me nedin jibîrkirin. Em dayikên Roboskî tenê edaletê dixwazin. Bila kujer werin dîtin û darizandin. Êdî bes e bila zarokên kesê neyê kuştin.”

‘Hêjî kujer nehatine darizandin’

Dayika Karker Encu yê 16 salî, Fehîme Encu. “Heta niha ne dewletê ne jî Erdogan tiştek nekirin. Ji bo du metere mazot zarokên me hatin qetilkirin. Heta niha Erdogan û berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin û ev komkujî nehatiye zelalkirin. Xwestin ser komkujiyê bigrin. Ji ber vê yekê jî xwestin tazmînatê bidin me. Em ê çi bikin ji tazmînatê? Piştî ku kurê min hat kuştun ez ê çi bikim ji pereyan. Ez hêj kincên kurê xwe vedişêrim. Kurê min hêj zarokekî 16 salî bû. Ez dixwazim kujerên kurê min û vê komkujiyê derkevin holê û bê darizandin.”

Dayika Yuksel Urek yê 21 salî, Emîne Urek: “Kurê min Yuksel ji bo debariya malê ev kar dikir. Hîna kurê min gelek ciwan bû, kujeran di temenê herî ciwan de ji nava me birin. Zarokên me ji sînor ti çek bi xwe re nedianîn. Tenê wan debariyên jiyanê dianîn. Em ê weke malbatên Şehîdên Roboskî ti cara dest ji doza xwe bernedin. Em ê li hemberî zilmê serî netewî nin. Heya kujer têne darizandin.”

‘Li gund jiyan nemaye’

Dayika Nadir Alma yê 17 salî, Azima Alama: “Êdî li gund ti tiştekî me nemaye. Êdî li gund ne dewet û ne jî cejn tên pîrozkirin, cejn li goristanê derbas dibin. Heta darizandin pêk neyê em ê rehet nebin. Ji bo 50 lître mazot û çend çixaran ev êş bi me dan kişandin. Xwedê mafê me ji Erdogan bigre. Xwedê vê yekê li serê Erdogan û hevsera wî Emîne bîne. Dê wê demê êş û jana dayikên Roboskî bizanîn û hîs bikin. Em ê ti carê li dijî zilmê serî ne tewînin. Em ê heya edaletê bitêkoşîn.”

(rn)