1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Biyologek dixwaze di nava 7 salan de Mamûtan vegerîne
Biyologek dixwaze di nava 7 salan de Mamûtan vegerîne,biyologek,dixwaze,di,nava,7,salan,de,mamûtan,vegerîne

Biyologek dixwaze di nava 7 salan de Mamûtan vegerîne

Ji Zanîngeha Harvard a li DYA biyologê molekulan Georges Chûrch hesaban dike ku di nava 7 salan de Mamûtên beriya niha bi 4 hezar salan ji holê rabûne, vegerîne

A+ A-

NEW YORK - ANF Ji Zanîngeha Harvard a li DYA biyologê molekulan Georges Chûrch hesaban dike ku di nava 7 salan de Mamûtên beriya niha bi 4 hezar salan ji holê rabûne, vegerîne.

Biyolog ji bo Mamûtên bi hirî di nava demeke ewçend kurt de vegerîne, projeyek balkêş danî holê.

Biyolog Chûrch ji rojnameya Hûffîngton Post a Amerîkayê re axivî û da xuyakirin ku ji bo bi temamî embriyoyan bi pêş bixîne, pêwîstî bi pênc salan heye.

Chûrch got, "Dûre ji bo ducaniyê pêwîstî herî kêm bi du salan heye. Zayîna destpêkê dibe ku di nava 7 heta 10 salan de pêk were. Ev yek ne demeke dirêj e."

Îdîayeke bi vî rengî, bi saya amûra bi navê "CRISPR-Cas9) a dikare rewşa genetîk a hucreyekê biguherîne, pêkan bû.

Ji bo bicihhatina projeyê, divê ji du qonaxan derbas bibe.

Ya yekemîn; piştî ku DNA ji bermayînên Mamûtan ên bûne qeşa bê derxistin, divê li heywaneke ji aliyê kromozonan ve dişibe Mamûtan bê bicihkirin.

Piştî lêkolînên dûr û dirêj, hat tespîtkirin ku Fîlê Asyayê heywanê herî nêzî Mamûtan e. Ewqasî dişibin hev, ku eger Mamût hebûna wê her du celebên heywanan di navbera hev de zêde bibûna.