1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bizutneweyî Demokrasîxwazî Kurdistan digirin?
Bizutneweyî Demokrasîxwazî Kurdistan digirin?,bizutneweyî,demokrasîxwazî,kurdistan,digirin

Bizutneweyî Demokrasîxwazî Kurdistan digirin?

A+ A-

Li herêma Federal a Kurdistanê partiya Bizutneweyî Demokrasîxwazî Kurdistan bi girtinê re ru bi rê ye.

Li Herêma Federal a Kurdistanê Partiya Bizutnaweyî Demokrasîxwazan a Kurdistanê bi girtinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê Sekreterê Partiyê Şukurullah Mehmet Emîn diyar kir ku ji bo siyaseteke demokratîk hebûna partiyên siyasî di asta sereke de ye û wiha got: “Di welatekî demokratik de hebûna partiyên siyasi gelek pêwîst e. Partiya me bi hinceta 'Di nava xwe de daweyeke kêşeyên navxweyî heye' dixwazin bigrin. Li Herêma Federal a Kurdistanê kîjan parti heye ku dinav de pirsgirêkên navxweyî tune? Çima ji hemuyan partiya me rastî daxwaza girtinê tê?" Şukurullah, anî ziman ku li herêmê zagona bi rêxistinkirî nîne û tenê di demê girtina partiyan zagon tê bikaranîn.

Şukurullah, da zanîn ku partiya ji sala 1994’an ve hatiye avakirin û heya niha gelek doz lê hatine vekirin û astengkirin. Şukurullah rexne li partiyên iktidarê kir û wiha axivî: “Dixwazin dengên cuda bigrin û şiklekî cûda bidin zagonan. Partiyên desthilatdar wisa kirin ku bi van zagonan hemû baryinên cuda bigirin. Girtina partiya me ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Herêmê ve hatiye xwestin." Şukurullah, daxuyand ku hêviya wan ew e ku ji bo ragirtina van biryarên ji aliyê kesan ve tên dayîn, bi dawî bibe û hemû rewşenbir, siyasetvan, li wan xwe xwedî derkeve. DİHA (mk-îk/mae)