1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Bêdengî û Tiştên Din, pirtûka helbestan a Kawa Nemir a nû derçû!
Bêdengî û Tiştên Din, pirtûka helbestan a Kawa Nemir a nû derçû!,bêdengî,û,tiştên,din,pirtûka,helbestan,a,kawa,nemir,a,nû,derçû

Bêdengî û Tiştên Din, pirtûka helbestan a Kawa Nemir a nû derçû!

Weşanxaneya Lîs bi çaremîn pirtûka helbestan a Kawa Nemir a bi navê Bêdengî û Tiştên Din ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2012’an 

A+ A-



Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e û heta niha devîdevî 200 pirtûkên bi Kurdî weşandine, bi çaremîn pirtûka helbestan a Kawa Nemir a bi navê Bêdengî û Tiştên Din ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2012’an û helbestên nû yên Kawa Nemirê ku ev ji mêj ve ye helbestên xwe di kovar û weşanan de belav nake, gihiştin ber destên xwendevanên Kawa Nemir ên dilsoz.

Bêdengî û Tiştên Din, çaremîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stenbol, 2003), Bîşenga Deşta Dûr (Lîs, Amed, 2006) û Salname (Lîs, Amed, 2009) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare û Emily Dickinson, 96 helbestên nû bi xwe ve digire.

Wekî helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî, Kawa Nemir ev bîst û yek sal e ku ji destpêka qonaxa Nifşê Rewşenê yê Bakur û vir ve ye, di jiyana Kurdan a çandî û wêjeyî de, roleke xwe ya berbiçav heye. Heta niha di ber helbestkariya xwe re, ku bingeha nasnava wî ye, nesaxim li Bakur di warê pêkanîn û pêkhatina Bizava Wergerê de, bi wergerên xwe, kovargeriya xwe, edîtoriya xwe û weşangeriya xwe ve pêşengî kir, gelek kes gihandin û rê li ber gelek kesan xweş kir ku li karê wergerê germ bibin, wî heta niha bi tenê ji zimanê Îngilîzî; ji wêjeyên Îngilîzî, Îrlandî, Emerîkan, Keneda û Awistralyayê devîdevî 6000 helbest, bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan û çendek roman wergerandine Kurdî û piştî weşanxaneya xwe, Bajar (2003-2006, Stenbol), di binê banê Weşanxaneya Lîsê de, li Amedê, wekî edîtorê çend rêzên pirtûkan, hê jî bi vê rola xwe berdewam e.    

Li dereke ku tixûbên kurteçîrok, roman û rexneya Kurdî bi erênî û nerênî têne gotûbêjkirin, bi awayekî dîrokî hema hema her kes hembîr e ku kelepora helbesta zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî, li gorî bi sedan zimanên cîhanê yên zindî, têrtijî ye û ji aliyê naverokê, hêz û şiyana poetîk ve li ser asteke bilind e, ku keşkola Kurdî û kurdîniyê, çi klasîk çi nûjen, bi “helbesteke berfireh” mişt e û ev yek jî vê rastiyê diçespîne. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsiye û dinivîse, ji aliyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kurdî, nûjeniya xwe û dijwariya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjiyeke hêjayî gotinê xweş kirine. Kawa Nemirê ku temenê xwe daye ber “devjeniyeke estetîk a civakî, evînî û takekesî”, bi riya teknîkên poetîkayê yên ku ji disîplînên hunerê yên wekî sînema, wênekêşî, wênesazî û muzîkê dizên û tên beşdarî qewareya helbestê dibin, bi bînahiya xwe ya mişt bizav, a ku bi xwendinekê du xwendinan xwe eşkere nake, çi kurt çi dirêj, helbesteke bêhnfireh, hatî strandin û bikêranîn diafirîne, gelek risteyên wî silavan dişînin ji helbestkarên mezin ên mîna T. S. Eliot û Yannis Ritsos re, yên ku serê xwendevanê/a bîrtûj û baldar çu carî betal nakin.

Bêdengî û Tiştên Din, çaremîn pirtûka helbestan a Kawa Nemir, li gorî ku her helbesteke tê de ji xwe re cî peyda kirî dihêle ku xwendevan hest pê bike, ji bo helbesta Kawa Nemir bi xwe werçerxek û çivangehek e, ku nîşaneyan dide wekî helbestkar ê di derîne di vê pirtûkê de vekirî hiştî re derbas bibe û di pirtûkên xwe yên bê de xwe li helbestine dirêjtir û zimanzehmettir biceribîne. Helbesta ku ji vê pirtûkê re bûye nav;    


Bêdengî û Tiştên Din


Weku ji nava mija rohn de biaxive,

“Ji te çûyîna min dê odeya kuna aramiyê

bihêle ji te re,” gotibû wî.


Lê jinik şewla manolyayê ye, maye

li berseriya nivînê ku nivistiye maye.

Perde dikişine deryaya ku bi kulan dixulxule.


“Wa ye wiha dişuxule siya deryagerê min,

ê çavşîn, li qorziyên gewdeyê min ê şûm.”


Li hundirê koşka ku li banê wê dixwîne bûm.


Ji vê helbestê jî diyar e ku Kawa Nemir hê jî bi giranî bi mijareke xwe ya sereke berdewam e, bi her helbesteke xwe re, bi dengekî aram, lê bi nedîbariya xwe ve hêl û bilind, “tiştên din” di gerdûna fireh de li “bêdengî”yê zêde dike.


Bêdengî û Tiştên Din

Kawa Nemir

Helbest, 110 rûpel

Adar 2012

Weşanxaneya Lîs, Amed