1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bêrîvan Sîdo: Li şûna DAIŞ'ê dibe ku hêzên nû derxînin
Bêrîvan Sîdo: Li şûna DAIŞ'ê dibe ku hêzên nû derxînin,bêrîvan,sîdo,li,şûna,daiş,ê,dibe,ku,hêzên,nû,derxînin

Bêrîvan Sîdo: Li şûna DAIŞ'ê dibe ku hêzên nû derxînin

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Ji endamên Navenda Lêkolînê ya Stratejîk a Rojava Şaxa Efrînê Bêrîvan Sîdo diyar kir ku têkoşîna rewa ya li dijî dîktatoriya Sûriyeyê hate destpêkirin piştî ku hêzên navneteweyî ketin nav veguherî şerê cihatperestan ên li dijî demokrasiyê. Sîdo bal kişand li ser civîna bi pêşengiya Tirkiye, Erebistana Sûidî û Qatarê hate lidarxistin û nirxandina "Dibe ku DAIŞ'ê tasfiye bikin. Li şûna vê dê hêzeke din derxînin holê. Li qada Sûriyeyê dibe ku em di 2016'an de hêzên nû bibînin" kir.

Endamên Navenda Lêkolînê ya Stratejîk a Rojava Şaxa Efrînê yên têkîldarî geşedanên li Sûriye û Rojava nirxandin kirin diyar kirin ku herêm di 2016'an de dê bikeve merhaleyeke nû. Endamên navendê destnîşan kirin ku di sersala nû de dibe ku hêzên nû derkevin holê, axa Sûriye ku bûye qada şerê hêzên navneteweyî û çareserî jî de bi gava li Rojava hatiye avêtin ve bê.

Îsyana rewa veguherî şerî cihadperestan

Ji endamên Navenda Lêkolînê ya Stratejîk a Rojava Şaxa Efrînê Bêrîvan Sîdo destnîşan kir ku li Sûriyeyê ewil isyan li dijî dîktatoriya Beşad Esad dest pê kir lê piştre hêzên derve ketin Sûriyeyê û ev rewş hate guhertin. Sîdo bilêv kir ku bi vê re li welat gelek parçebûnên mezin derketin holê û pêşiya fikrên îslama radîkal hate vekirin. Sîda anî ziman ku bi vî re cihadperestên El Qaîdeyê derbasî Sûriyeyê bû, li Sûriyeê rêxistinbûna xwe ava kirin, bi pêşketina vê jî şerê li Sûriyeyê veguherî merhaleyeke cihadî, ji bo vê jî çeteyên wekî DAIŞ, EL Nusra û Ehrar El Şam Mînak da.

Ji demokrasiyê ber bi DAIŞ'ê

Sîda destnîşan kir di serî de welatên wekî Tirkiye, Erebistana Suîdî û Qatar piştgiriyê didin va çeteyan û wiha berdewam kir: "Xwestin Sûriyeyê bîn qadeke li gorî daxwazên xwe. Ev şerê ku li dijî dîktatoriyê dihat dayîn bû dîktatorî bixwe. Li ser navê demokrasî û têkoşîna mafdar tiştek nehiştin. Bûn hêza herî mezin a li dijî demokrasiyê. Rewşa wan a herî dawî jî DAIŞ e. Ango ji mirovahiyê dur ketin."

Li şûna DAIŞ'ê lêgerîna hêzeke nû

Sîdo got ku ji bilî Rojava hêzên Sûriyeyê ji derve hatine û di sala nû de şer jî bikeve merhaeyeke cuda. Sîda wiha aixvî: "2016 ji bo kurdan dê bibe salake serkeftî. Lê li herêmên din dê rewşên cuda pêş bikeve. Dibe ku hêzên nû yên çekdar derkevin holê. Bi taybetî jî bi civînên ku bi pêşengiya Tirkiye, Sûidî û Qatar hate lidarxistin dibe ku DAIŞ'ê tasfiye bikin. Li şûna vê dê hêzeke nû derxînin holê. Ji bo vê li sehaya Sûriyeyê di 2016'an de em dikarin hêzên nû bibînin."

'Kurd li Sûriyeyê ji bo çareseriyê pêşengiyê dikin'

Ji endamên navendê Temmuz Şemalî jî anî ziman ku êrîş li ser Kantona Efrînê ya Rojava zêdetir bûye ev êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê tên kirin û Tirkiye ji bo ku li herêmê polîtîkayên xwe bixe dewreyê dixwaze kurdan tasfiye bike. Şemalî destnîşan kir ku li dijî êrîşan berxwedeneke xurt tê pêşistin û heta nihe palata ku tê xwestin bikeve dewreyê hatiye pûçkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku kurd pêşengiyê dike û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dê çareseriyê bîne.

'Gel dixwaze ji çeteyan xilas bibe'

Şemalîbal kişand li ser gihiştina kontonên Kobanê û Efrînê û herêma Şehbayê jî û wiha axivî. "Di lêkonînên ku me kirine de derketiye holê ku gelê li herêmê dixweze ji DAIŞ'ê xilas bibe. Dixwezan ev zilm bi dawî bibe. Ji bo vê gelek caran bang li QSD'ê kirin û didomînin jî."

(sa)