1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîlanço: 220 kuştin, 4 hezar girtin
Bîlanço: 220 kuştin, 4 hezar girtin,bîlanço,220,kuştin,4,hezar,girtin

Bîlanço: 220 kuştin, 4 hezar girtin

A+ A-

Di ser biraya bêçalakiyê ya KCK'ê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 13'ê tebaxa 2010'an dest pê kir de salek derbas bû. Di salekê de Hêzên Leşkerên Tirk (TSK), ji Şemzînanê heta Hatayê û ji Mêrdînê heta Samsûnê bê navber li dijî PKK'ê operasyon meşandin. Di operasyonên TSK'ê yên salekê de jê 89 endamên HPG'ê û 131 leşker û polîsan bi tevahî 220 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 hezar û 500 kes hatin binçavkirin û zêdeyî 500 kes jî hatin girtin.

KCK'ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 13'ê tebaxa 2010'an de biryara bêçalakiyê da. KCK'ê heta niha gelek caran li ser banga saziyên sivîl ên civakî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara xwe dirêj kir û salek e biryara bêçalakiyê didomîne. Di vê salê de li aliyekî li Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Dêrsim, Amed, Mûş, Wan, Agirî, Çewlîk, Artvîn, Ordu, Tokat, Samsûn, Gîresûn, Elezîz Hatay û gelek bajar û navçeyên din bê navber operasyonên leşkerî ji hewayî û bejayî berdewam kir. Li aliyê din operasyonên siyasî yên li dijî endam û rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî berdewam kir. Li gel ku hêzên PKK'ê xwe bi paşve kişandin jî dîsa TSK'ê li dijî PKK'ê operasyon pêk anîn û di di gelek operasonan de çekên kîmyevî pêk anîn. Daristan dan ber agir û gund dan ber topan. Di nava salekê de TSK'ê li dijî HPG'ê 188 operasyonên bejayî û 12 operasyonên hewayî pêk anîn. Dîsa di van operasyonan de 18 caran êrîşên kobrayê pêk hat. 249 caran êrîşên topan pêk hatin. Di encama operasyonên leşkerî û polîsan de 89 endamên HGP'ê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li aliyê din 131 kesên ku jê 10 polîs, 1 tîmê taybet û 120 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di pêvajoyê de her çend KCD'ê û BDP'ê ji bo biryara bêçalakiyê berdewam bike daxwazên giştî yên perwerdehiya zimanê zikmakî, berdana siyasetmedarên kurd, başkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxistina benda hilbijartinê, dawîlêhatina operasyonên leşkerî û siyasî û makeqanûna nû ya sivîl û demokratîk, ketin nava hewldan û çalakiyan jî hemû hewldan vala derketin. Hikûmetê hemû daxwazên BDP'ê û KCD'ê yên ji bo muzakereyan û aştiyek mayinde red kir û disa di operasyonên leşkerî de israr kir û dîsa girtin, binçavkirin û redkirina parastina kurdî berdewam kir. Li aliyekî hikûmetê daxwazên gelê kurd û siyaseta kurd red kir, li aliyê din ni qada navneteweyî û dîplomatîk de ket nava liv û tevgerê. Herî dawî di 15'ê tîrmehê de bi Îranê re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê Îranê di 16'ê tîrmehê de li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê bi beşdariya 10 hezaran leşkerên operasyon pêk anî.

Heta 28'ê kanûnê 32 endamên HPG'ê û 32 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 13'ê tebaxê de daxuyaniyek fermî da û diyar kir ku wan li hemberî çend şert û daxwazan biryara bêçalakiyê daye û dem da pêşiya Tirkiyeyê. PKK'ê piştî referanduma 12'ê Îlanê ya makeqanûnê dîsa ev pêvajo heta 2011'an dirêj kir. Piştî 2011'an dîsa heta hilbijartina giştî ev pêvajo dûdirêj kir. Lê li gel vê yekê dîsa operasyonên leşkerî bê navber berdewam kir. Di navbera 14'ê tebaxê û 28'ê kanûna 2010'an de bi tevahî 85 operasyonên bejayî 7 operasyonên hewayî û 125 êrîşên topbaranê pêk hatin. Di van êrîş û operasyonan de bi tevahî 32 endamên HPG'ê û 32 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Di navbera 13-31'ê tebaxê de li dijî PKK'ê 26 operasyon hatin lidarxistin. Di meha îlonê de li dijî PKK'ê 24 operasyon, di meha cotmehê de 30 operasyon hatin lidarxistin. Di operasyona tebaxê de 9, operasyona îlonê de 13 û operasyona cotmehê de 7 bi tevahî 29 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di operasyonên mijdar û kanûnê de jî 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Di 125 topbaranan de li 86 nokteyên daristanî şewat derket

Di çarçoveya operasyonan de operasyonên hewayî û topbaran jî pêk hatin. Di texaxê de 57 topbaran, di îlonê de 6 êrîşên hewayî û 41 topbaran, di cotmehê de 27 topbaran û 4 gulebaranên bi helîkopterên kobrayê pêk hatin. Di pêvajoya bêçalakiyê de 125 caran top hatin avêtin. Di operasyonan de bi dehan caran daristan hate şewitandin. Di îlonêde 13, di tebaxê de 40 çaran daristan hate şewitandin. Ji meha tîrmehê heta 29'ê cotmeha 2010'an bi tevahî li 86 nokteyan daristan hate şewitandin.

Di salekê de 900 kes hatin binçavkirin

Li aliyekî operasyonên leşkerî berdewam kir, li aliyê din operasyonên siyasî be navber berdawam kir. Polîsan di operasyonên bajar, navçe û gundağn de bi ser malan de girtin, derî û şibake şinadin û mal li nava hev xistin. Di operasyonên siyasî de 886 kes hatin binçavkirin. Nêzî 100 kesan hatin girtin.

Di 3 mehên ewil yên 2011'an de 3 leşker û 10 HPG'ê jiyana xwe ji dest dan

Di pêvajoya bêçalakiyê de operasyonên li dijî HPG'ê berdewam kir. Di 3 mehên ewil yên 2011'an de 4 operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonan de 2 pevçûn pêk hatin û 3 leşker û 10 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Di meha nisanê de 15 operasyon hatin lidarxistin

Di meha nîsanê de TSK'ê li dijî HPG'ê 15 operasyon pêk anîn. Di operasyonan de 30 êrîşên obus û hawanê pêk anîn. 5 caran helîkopterên kobra û 2 caran balafirên şer êrîş pêk anîn. Di pevçunan de 23 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Di meha gulanê de 14 endamên HPG'ê û 34 leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan

Di meha gulanê de 34 operasyon pêk hatin. Di operasyonan de 6 pevçûn pêk hatin û 14 endamên HPG'ê û 27 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Dîsa tîmekî taybet û 6 polis hatin kuştin. Dîsa 39 êrîşên havan û obusan pêk hat.

2 hezar û 500 kes hatin binçavkirin û 400 kes hatin girtin.

Di navberae 24'ê adarê û 11'ê gulanê de li hemû bajarên ku avahiyên BDP'ê lê hene li aliyekî êrîş pêk hatin û li aliyê din bê navber polîsan bi ser malên BDP'ê de girtin. Di serdegirtina malan de 2 hezar û 506 kes hatin binçavkirin. Jê 400 kes jî hatin girtin.

Di meha tîrmeh û hezîranê de 10 endamên HPG'ê, 58 leşker û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan

Her wiha di di meha tîrmeh û heziranê de 50 operasyon hatin lidarxistin û 34 êrîşên topan pêk hat. Di operasyonan de 17 pevçûn pêk hatin. Di pevçûnan de 10 endamên HPG'ê, 58 leşker û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Di topbaranêde sewalên welatiyan mirar bûn. Daristan şewitîn. Li dijî herêma Federal a Kurdistanê û Xakurkê 9 caran êrîş pêk hat. Di meha Tîrmehê de operasona herî mezin jî piştî ku 2 leşker 3 kes hatin revandin pêk hat. Di operasyona li Lîce Farqîn û Hezoyê bi 10 hezaran leşkerên yekîneyên taybet pêk hat de pevçûn derket. Di pevçûnê de 13 leşkeran û 2 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 5 kesên ku cilên PKK'ê li wan jî winda bûn.

Di meha tebaxê de jî li Ordû, Tokat, Şemzînan, Mûş, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Dersimê operasyon pêk hatin. Operasyona di 16'ê tîrmehê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat jî berdewam dike. Di operasyona Îranê de jî 250 leşker û 8 endamên PJAK'ê jiyana xwe ji dest dan. DÎHA (mae)