1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Bîlanço: 306 mirî 3037 birîndar
Bîlanço: 306 mirî 3037 birîndar,bîlanço,306,mirî,3037,birîndar

Bîlanço: 306 mirî 3037 birîndar

Bîlançoya erdheja li Îranê zêde dibe: 306 mirî, 3037 birîndar

A+ A-

Hejmara kesên di du erdheja li bakûrê Îranê xistin de 306 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 37 kes jî birîndar bûn.

Wezîra Tenduristiyê Merziye Wahîd Dastcerdî di daxuyaniya li ber Parlementoyê da de, ragihand ku di erdheja di 11’ê tebaxê roja şemiyê rû da de bi giştî 306 kes jiyana xwe ji deste dan û 3 hezar û 37 kes jî birîndar bûne.

GELO BÎLANÇOYA RAST TÊ VEŞARTIN?

Dascerdî ragihand ku di nava cenazeyên rakirin morgên nexweşxaneyên herêmê de 219 jin û 49 zilam hene. Çapemeniya Îranê roja yekşemê jî nivîsand ku bi sedan cenaze di morgên nexşwexaneyan de ne.

Li gorî Enstîtuyaya Jeolojî ya Amerîkayê, roja şemiyê, du erdhejên bi şida 6.3 û 6 li herêmê Werzeghan, Ahar û Heris ên eyaleta Azerbeycana Rojhilat rû dan.

Herî dawî, di berfanbara 2003 de, di erdheja mezin a li Îranê xistibû de 31 hezar kesan li bajarê Bamê jiyana xwe ji dest dabûn.

ANF NEWS AGENCY