1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîlançoya 15'ê Sibatê
Bîlançoya 15'ê Sibatê,bîlançoya,15,ê,sibatê

Bîlançoya 15'ê Sibatê

A+ A-

Çalakiyên bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wan, Colemêrg, Riha, Agirî, Bursa, Mêrsîn, Îdîr, Edene, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Çewlîk, Dêrsîm, Amed û navçeyên wê rastî êrîşên dijwar ên polîsan hatin. Di encama bûyeran de gelek kes birîndarbûn û 146 kes hatin binçavkirin.

WAN

Li Wanê bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê bi hezaran kes li Kolana Komarê hatin cem hev bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên "Bimire Komploya 15'ê Sibatê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Parlementera BDP'ê Fatma Kurtulan, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî tevlî meşê bûn. Piştî ji ber ewlehiyên berfireh daxuyanî hate betalkirin girse di nava kolanan de dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şidyayî mudaxeleyî meşan kir. Di encama bûyeran de kesek birîndar bû û 30 kes jî hatin binçavkirn.

ERDÎŞ

Li Erdîşê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şidyayî mudaxeleyî li meşê kir. Di encama mudaxeleyê de 3 kes bi lêdaneke dijwar hatin binçavkirin. Her wiha di dema mudaxeleyê de nûçegehana me Nazan Sala jî rastî dûjûnên polîsan hat. Di dema bûyeran de kesek bi guleya polîsan birîndar bû. Kesê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê tê dermankirin. Li navçeya Bêgîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê çalakiyên bi mudaxeleya polîsa dest pê kirin bi dawî bûn. Di encama çalakiyan de Z. T. H.Y. A. T, M.A. V. T. A Ç. û 2 kesên navê wan nehatin zanîn bi giştî 8 kes hati binçavkirin. Hate zanin ku ji kesên hatin binçavkirin 7 zarok in û li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên girtin. Hêj hinek taxan pevçûn didomin. Li Şemrexê jî bi girseyî meş hate lidarxistin. Pevçûnên li Dêrîkê bi dawîbûn. Hate zanîn ku 3 kesên navê wan nehat zanîn di encama êrîşan de birîndar bûn. Li aliyê din çalakgeran molotof avêtên avahiya AKP'ê û avahî bi temamî şewitî. Di encama bûyeran de 6 kes hatin binçavkirin.

ÊLIH

Bûyerên serê sibehê li Êlihê jî didomin. Çalakiyên li taxên 19 Mayis, Petrolkent û Îpragaz hêj didomin. Li aliyê din hejamar kesên hatin binçavkirin nehate zanîn.

ŞINREX

Li Navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bûyerên 15'ê Sibatê bi dawî bûn. Di dema mudaxaleya polîsan de kameraya nûçegihanê me jî hate şikandin. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan camê avahiya BDP'ê şikest, 5 jinên pîr jî birîndar bûn. Ji birîndaran jina 60 salî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, 4 kes jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Li gorî agahiyan 4 kesên ku navên wan nehat hînbûn jî hatin binçavkirin. Piştî pevçûnan Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sîlopiyê Bahattîn Alkiş daxuyanî da. Alkiş got ku memurên Erdogan dîsa li ser kar bûn û dîsa daxwazên gelê kurd ên demokratîk xwestin asteng bikin.

Li Cizîrê jî pevçûnên piştî meşa ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate lidarxistin bi dawî bûn. Di bûyeran de polîsan yek jê jin 4 kesên ku navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di protestoyên ji duh şevê heta niha didomin de bi tevahî 12 jê zarok 15 kes hatinbinçavkirin. Pevçûnên li Taxên Cudî û Nurê bi dawî bûn li navenda navçeyê jî tedbîrên polîsan didome.

RIHA Li Navçeyên Pirsûs û Bîrecîkê pevçûn bi dawî bûn. Ligel ku avahiya BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê girtî ye jî dorpêça polîsan didome. Ji 5 kesên ku hatibûn binçavkirin 3 kes hatin berdan, zarokê bi navê E.Y. û zarokeke din he jî di bin çav de ne. Li Bîrecîkê jî yek jê zarok 3 kes hatin girtin.

ÇEWLIK

Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê bi munasebeta 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de 15'ê sibatê hate şermezarkirin.

REZAN

Bûyerên ku di encama mudaxaleya polîsan de derket bi dawî bûn. Li navçeya Rêzan ji 20'ê zêdetir kes hatin binçavkirin. Li navçeyê bûyerên ku tevahiya rojê berdewam kir bi dawî bûn.

YENÎŞEHÎR

Bûyerên ku li semta Şehîtlîkê piştê meşê dest pê kir bi dawî bûn. Di bûyeran de li gorî agahiyan kes nehatiye binçavkirin. Li yenîşehîrê tedbîrên polîsan didome û ekîbên polîsan li taxan digerin.

SÛR

Bûyerên pişti ku ciwanan Cadeya Melîkahmetê ji trafîkê re girtin bi dawî bûn. Hate hînbûn ku 9 kes hatin binçavkirin. Li gelek tax û cadeyên navçeyê de ekîbên hêzên çevîk hatin bicihkirin.

BISMIL

Li Bismilê bûyerên piştî çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê derketibûn bi dawî bûn. Piştî bûyerên ku 3 saetan dewam kirin, 2 polîs ji ber kevirên hatine avêtin birîndar bûn û piraniya wan zarok gelek kes jî hatin binçavkirin. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Li navçeyê bêdengî serdest e.

LICE

Li Liceyê jî bi tevlibûna gelek jinan, li Navendan Jinan a Nûjiyanê der barê 15'ê Sibatê te sînevîzyonek hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê girse derket derve û dest bi meşê kir. Girseyê di dema meşê de "Şehit Namırın", "Bijî Serok Apo" berz kir. Polîsên li derdorê tedbîr girtine piştî demekê bi bombeyên gazê mudaxale li çalakiyê kirin. Çalakvanan jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv da polîsan û pevçûn derket. Di dema çalakiyê de hate hînbûn ku zaroka bi navê A.B hate binçavkirin. Li navçeyê bûyer bi dawî bûn.

ERXENÎ

Li Erxeniyê jî, bûyerên piştî meşa şermezarkirina 15'ê sibatê derketibûn bidawî bû. Li gorî agahiyan, li Taxa Îstasyonê 4, di aliyê din de di encama serdagirtinên malan de jî 4 kes, bi giştî 8 kes hatin binçavkirin. Li navçeyê li gel ku bûyer bi dawî bûn, li taxan hêj polîs disekinin.

COLEMÊRG

Welatiyên ji Gundê Rintkê ya Colemêrgê bi boneya şermezarkirina 15'ê Sibatê rêya Colemêrg û Şirnexê li trafîkê re girtin û bi sloganên "Bijî Serok Apo" çalakî lidarxistin. Cendirmeyan mudaxaleyî çalakiya gundiyan kir û li ser mudaxaleyê gundiyan çalakiya xwe bi dawî kir. Hate hînbûn ku di çalakiyê de tu kes nehate binçavkirin.

GEVER

Li Geverê, bi heman mebestê bi hezaran kes piştî daxuyaniya rêxistinên civaka sivîl ber bi rêya Şemzînanê ve bi sloganan dest meşê kir. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin û sirûdên kurdî hatin xwendin. Piştî ku girse gihişt ber Otela Osloyê, polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi kevir, fişekên hewayî û molotofkokteylan xwe parast. Girseya ku li ser mudaxaleyê belav bû cardin hate cem hev û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ser navê Înîsiyatîfa Gel hatiye kirin de ji ber ku ev 3 roje dikanên xwe girtne û tevli çalakiyan bûne ji dikandaran re spasî hate kirin û hate xwestin ku dikandar sibê dikana xwe vekin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku eger îşev serdagirtinên malan pêk werîn sibê jî dê çalakiyan lidarbixin. Li bajar di encama çalakiyan de 2 kes bîrîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin.

AGIRÎ

Li navçeya Bazid û Gîhadinê jî bûyerên piştî mudaxaleya polîsan derketibûn bidawî bûn. Li Gîhadinê piştî bûyeran civanê bi navê Orhan Karîp hate binçavkirin, Şaxa Banqeya Ziraatê û ya PTT jî bi molotof kokteylan hate şewitandin. Di şewatan de zirara madî pêkhat. Li navçeyê bûyer bi dawî bûn.

Li Bazidê jî bûyer bi dawî bûn. Li navçeçeyê ciwanan rêya Îdîr-Agiriyê li trafîkê re girt û agir pêxistin. Hate hînbûn piştî bûyara tu kes nehatiye binçavkirin.

EDENE

Li taxa Şakîrpaşa, Ova û Daglioglu yên Navçeya Seynaha Edeneyê, piştî çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê 35 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin di nav kesên hatine binçavkirin de zarok jî hene.

BURSA

Li Bursayê, ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Yenîşehîrê ve bi heman armancê greva birçîbûnê ya rojekê hate destpêkirin.

MÊRSÎN

Li taxên Guneş, Yenîhal, Çay, Çîlek, Gundogdu û Ozgurluk yên Akdenîzê, taxên Demîrtaş, Alsancak, Kurdalî, Mustafa Kemal, Toroslar û Mevlana ya navçeya Torolarê çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 polîs ji be molotfkokteylan birîndar bûn û 4 kes jî hatin binçavkirin. Polîsên birîndar rakirin nexweşxaneyê û kesên hatine binçavkirin jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Li bajar bûyer hêj didomin.

ÎDIR

Li Îdirê di dema çalakiyan de 3 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îdirê.

DÎHA (lg/sa/ft/tt)


Bêjeyên Miftehî