1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîlançoya şer a 2011
Bîlançoya şer a 2011,bîlançoya,şer,a,2011

Bîlançoya şer a 2011

A+ A-

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a sala 2011 de aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2011 de 505 leşker hatine kuştin û 165 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê got; “Wê tekoşîna me ya sala 2012’an bibe biryardarî û bi tekoşîneke xurt û afirandina Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke azad.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê şer a salekê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi giştî 505 leşker hatine kuştin û 55 polîs, leşker, mamoste û nokerên ji aliyê dewletê ve dîl hatine girtin.

‘2012 DÊ BIBE SALA DESTXISTINA AZADIYÊ’

HPG’ê got; “Tevgera azadiya Kurdistanê sala 2011’an li pey xwe hişt û derbasî saleke nû ya tekoşînê bû. Ji niha ve diyar bûye ku wê sala 2012’an ji bo gelê Kurdistanê bibe sala bidestxistina azadiyê, sala berxwedanê û şerê aktîf ê bi awayekî herî xurt were meşandin.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê wiha berdewam dike:

“Sala tekoşînê ya 2011’an de berxwedanên bi heybet hate nîşandan, bi şahadetên mezin ê hate jiyandin jî bi soza biryardariyê li hemû qadên me yê tekoşînê hîn xurtir hate meşandin. Ji destpêka salê û vir ve li gel hemû êrîşên artêşa dagirker a hovane û dijwar, tu pîvanê exlaqî jî li ber çavan negirtiye. Li beramberî van êrîşan berxwedana gerîla ji Bakur, Başûr heta Rojhilatê Kurdistanê belav bûye û gav bi paş de bi dijmin daye avêtin. Dewleta tirk û hukumeta AKP’ê ku li dijî gerîla serkeftin û serfirazî nekare bidest bixe, kete xeflet û şaşitiya şer bi teknolojiyê derxîne asta herî jor. Bi vî awayî bawer kir ku bi ser bikeve.

ARTÊŞA TIRK WENDAHIYÊN MEZIN DAYE

Artêşa dagirker a tirk wendahiyên mezin ê daneye, ji civakê veşartiye û bi şehadatên me çêbûne, xwestiye weke serkeftineke mezin nîşan bide. Lê ev sal bûye saleke ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn bi hêz bûye. Şehîd Mazlûman, Şehîd Bazan, Şehîd Simkoyan, Şehîd Çîçekan, Şehîd Rusteman, Şehîd Elîşêran bûne sûnda mîsogeriya meşa serkeftin û serfiraziya tekoşîna azadiyê.

Di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, operasyonên li ser gelê me û saziyên wê tê meşandin weke encama naçarbûna konsepta nû ya komkujiyê derketiye asta herî jor. Herî dawî jî bi komkujiya Roboskiyê ruyê xwe yê rastîn raxistiye ber çavan.

JI SALA 2011 DERS DERXÎNIN

Li beramberî van êrîşan weke HPG mîsoger bûye ku em ê biryardariya tekoşîna gerîla di sala 2012’an de dersên sala 2011’an jê derxînin û bi hêztir pêşwazî bikin. Wê tekoşîna me ya sala 2012’an bibe biryardarî û bi tekoşîneke xurt û afirandina Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke azad.

Li ser vê bingehê em berfirehiya şerên di sala 2011’an hate jiyandin ji gelê xwe û raya giştî re pêşkêş dikin.

Operasyonên Hate Lidarxistin:236

Êrîşên Kobrayan: 68

Êrîşên Hewayî: 126

Êrîşên Hewan û Obusan: 250

Pevçûn: 45

Hejmara leşkerên hatine kuştin: 505

Çalakiyê ji Aliyê Gerîlayan: 167

Gerîlayên me yên gihîşte şahadetê: 165

Wesayitên Hatine Rûxandin: 58

Teçhîzatên ji aliyê gerîlayên me ve hatine desteserkirin: 45

Şewatên di encama êrîşan de derketine: 43

Gerîlayên me yên dîl ketine dest: 22

Polîs, leşker, mamoste û nokerên ji aliyê me ve dîl hatine girtin 55

Ji van êrîşan bi dehan caran zevî û rezê gundiyan zirar dîtiye, ji 40’î zêdetir gelê me yê sivîl bi awayeke hovane hatiye qetilkirin, bi dehan ji wan jî birîndar bûye. Herweha ji ber rewşa zivîstanî di vê bîlançoya me de agahiyên li Çewlik û Cûdiyê qewimî, gerîlayên me yê şehîd ketine û dîl ketiye dest cîh nagirin. Dema ev hatin zelalkirin wê ji gelê me û raya giştî re were parvekirin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî