1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîlîcî: Bila kujer bên dîtin û darizandin
Bîlîcî: Bila kujer bên dîtin û darizandin,bîlîcî,bila,kujer,bên,dîtin,û,darizandin

Bîlîcî: Bila kujer bên dîtin û darizandin

A+ A-

AMED - Sekretere Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî, di çalakiya ji bo dîtina windayan û darizandina kujeran a hefteya 134'an de diyar kir ku ew dê ji bo kujerên Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan û kesên din bên dîtin çalakiya xwe berdewam bikin. Bîlîcî, bang li rayedaran kir û xwest bi lezgîn kujer bên dîtin û darizandin.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 134'an de berdewam kirin. ÎHD'ê û xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekir û li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn. Komê dîsa wêneyên windayan rêz kirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Di çalakiyê de endam û nûnerên KESK, MEYA-DER, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û TAY-DER'ê amade bûn. Li ser navê xizmên windayan Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwend. Bilîcî diyar kir ku ew wekî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan cejna Remezanê û 1'ê Îlonê Roja Aştya Cîhanê ji ber kuştin û bûyeran bi xemgînî derbas kirine.

Bîlîcî anî ziman ku bûyer çawa pêk hatine û ji aliyê pêk ve pêk hatine tê zanîn û wiha got: "Em wekî ÎHD'ê bi salan in li dijî binpêkirina mafan û ronîkirina van bûyeran têdikoşin. Em dibînin ku li gel şahid û delîl hene jî hikûmet naxwaze bi ser bûyeran ve biçe. Wekî ku bi kujeran re peyman çêkiribe hewl dide ku bûyeran bincil bike û ser wan veşêre. Li ber çavên her kesî Endamê Meclîsa Giştî ya Wan Yildirim Ayhan hate qetilkirin. Heta ku kujerê Ayhan û kesên din bên dîtin û darizandin, têkoşîna me ya ji bo dîtina windayan û darizandinê dê berdewam bike.

Piştî Bîlîcî, çîroka Zekî Sezer ê di sala 1993'an de li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê 3 kesan ev hate revandin hate xwendin. Birayê Zekî Sezer Veysî Sezer çîroka birayê xwe vegot û diyar kir ku 18 salin agahiyê ji birayê xwe nagire. Sezer, anî ziman ku li gel serî li hemû rayedarên dewletê dane jî tu agahî bi dest nexistine. Sezer anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser bibe divê berî her tiştî kujer bên darizandin û cezakirin û winda jî bên ronîkirin.

Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

ANF NEWS AGENCY