Bû 252 roj!
Li Îmraliyê 252 rojin hevdîtin tê astengkirin!
MUTHA ÇETÎN 252 rojin hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên 63'yemîn rojbûna Ocalan pêktê de 13 salin yekemîn car e ewqas hevdîtin tê qedexekirin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgehan Îmraliyê tê girtin yekem car e 252 rojin hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Parêzeran gelek caran bi hinceta mafên wî tên astengkirin û rastî tecrîdê tê serî li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) dan û CPT'ê 4 caran li girtîgehê lêkolîn kirin û rapor amade kir. CPT'ê di 27'ê sibat û 3'yê adara 1999'an de li Îmraliyê lêkolîn kir tesbîta "Li Îmraliyê îzolasyon heye" kir. Di lêkolîna di 16-17'ê sibata 2003'yan de jî bal kişand ser astengkirina hevdîtina parêzeran û wiha hişyarî da: "Heke rewşa hewayî ne baş be bila rojeke din hevdîtin pêk bînin" Lêkolîna CPT'ê ya 3'yemîn a di navbera 19-22'yê gulana 2007'an de jî wiha hate gotin: "Li Îmraliyê ji sala 1999'an heta niha tu tişt nehatine guherîn" CPT'ê herî dawî di sala 2010'an de Îmrali ziyaret kir û da zanîn ku divê şertên li Îmarliyê bê sererastkirin.
'Mandela jî qasî Ocalan di bin tecrîdê de nebû'
Di 23'yê çileya 2005'an de Prof. Dr. Norman Peach û parêzerê Serokê Afrîkaya Başur Nelson Mandela Essa Moosa jî di nav de heyet hate Tirkiyeyê û xwest ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin lê ji ber ku Wezareta Dadê destûr neda heyet neçû Îmraliyê. Moosa, bertek nîşanî astengiya wezarê de û wiha gotibû: "Ligel Mandela di odeyekê de dihate girtin li cem wî girtiyên din hebûn. Nelson Mandel qasî Birêz Ocalan di bin tecrîdê de nebû."
Hevdîtina hefteyî ya astayî ya 2 caran pêk dihat daxistin carekê
Piştî pêvajoya darizandina Ocalan hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de dest pê kir. Di sala ewil de hefteyê 2 caran hevdîtina parêzeran pêk dihat û di 12'ê çileya 2000'an de hevdîtin daxistin rojekê. Di sala 1999'an de parêzer 46 caran bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2000'an de hevdîtina parêzeran daxistin 32 caran. Di sala 2001'an de 33 caran hevdîtin pêk hat û di sala 2002'yan de 46 caran serlêdan hate kirin jê 12 hatin redkirin. Di sala 2003'yan de jî ji 27'ê mijdar û 12'ê adarê de hevdîtin hatin astengkirin û ji 25 serlêdanan 13 serlêdan hatin redkirin.
Di sala 2008'an de 147, di sala 2010'an de 119 rojan hevdîtin pêk nehat
Serlêdanên parêzeran ên di sala 2004'an de ji 25'an 6 hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî ji 45 serlêdanan 15 hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de ji 59 serlêdanan 38; di sala 2007'an de ji 55 serlêdanan 25 hatin redkirin. Di sala 2008'an de 21 caran hevdîtin hatin astengkirin û bi giştî 147 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2009'an de jî serlêdanan parêzeran 11 caran hate redkirin û 77 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2010'an de jî ji 50 serlêdanên parêzeran 17 hatin redkirin û bi giştî 119 rojan hevdîtina bi Ocalan re hate astengkirin.
Qedexeya hevdîtinê ya herî dirêj
Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Piştî hevdîtinan parêzeran a di 27'ê tîrmeha 2011'an de 42 serlêdan nehatin qebûlkirin. Qedexekirina hevdîtinê ya di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir di sala 2012'yan de berdewam dike. Serlêdanên di sala 2012'yan ên heta 2'yê nîsanê hemû hatin redkirin. Tecrîda 13 salin li ser Ocalan berdewam dike qedexeya hevdîtina herî dirêj di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir û berdewam dike. Tecrîd û qedexeya hevdîtina li ser Ocalan ket 251 rojan. Di vê pêvajoyê de 59 serlêdanên parêzeran hatin redkirin.
Hevdîtinên Oslo û qedexeya hevdîtinê
Di sala 2008'an de cezayên hucreyê li dijî Ocalan pêk hat û 120 rojan bi malbatê re jî hevdîtin nekir. Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re di pêvajoya geşedanên girîng ên pirsgirêka kurd û pêvajoya qrîz pêk hat dest pê kir. Sala 2008'an bi operasyona dersînor, sala 2009'an hilbijartinên herêmî û operasyhona li dijî siyasetmedarên kurd tê zanîn. Di sala 2010'an de nîqaşên agirbestê zêdebûn û di sala 2011'an de hevdîtinên Osloyê dest pê kirin û piştî hevdîtin xitimîn qedexeya hevdîtinan dest pê kir.
Bi malbatê re jî hevdîtin nayê kirin
Ligel qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hevdîtina malbatê jî tê qedexekirin. Herî dawî di 19'ê çileya 2011'an de daxwaza Mehmet Ocalan ji aliyê Ocalan ve hate redkirin wiha gotibû: "Pêvajo gelek qirîtîk e. Derketina me ya hevdîtinê rastî nîn e."
Der heqê parêzeran de 300 doz
Parêzerên Ocalan jî ji polîtîkayên pêk tên nesîbê xwe girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê yên parastina Ocalan dikin ji ber hevdîtinan ji sala 1999 û 2005'an gelek doz li parêzeran hatin vekirin û gelek parêzeran cezayê "Ji pişteyê hate girtin" û piştî di sala 2005'an de zagon hate guherîn ev yekê vegeriya cezayê girtîgehê. Der heqê parêzerên buroyê de zêdehî 300 doz hatin vekirin û heya niha bi giştî 43 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birin. Cezayên ji parêzeran re hate birîn bi îdîaya "Ligel tevlî hiyerarşiya PKK'ê nebûn ji rêxistinê re alîkarî kirin" hate dayîn. Di sala 2004'an de der heqê parêzerên Ocalan Aysel Tugluk, Mahmut Şakar, Îrfan Dundar, Dogan Erbaş, Bekîr Kaya, Muzaffer Akat, Ayla Akat Ata, Okan Yildiz, Firat Aydinkaya, Aydin Oruç, Devrîm Bariş Baran, Mahmut Vefa, Ahmet Avşar, Aydin Oruç, Hatîce Korkut û Turkan Aslan doz hate vekirin. Ji 16 parêzeran re cezayê salek û 6 mehan "bi Ocalan re hevdîtinê nekin" hate dayîn. Cezayên di sala 2004'an de dest pêkirin di sala 2005'an de jî berdewam kirin û ji 12 parêzerên din re jî hevdîtina qedexeyê hate dayîn. Di sala 2007'an de jî ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Osman Aktaş û Suleyman Kaya re jî qedexeya salekê hate dayîn û 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji Aysel Tugluk re salek cezayê neçe Îmraliyê hate dayîn. Di heman salê de di doza duyemîn de jî Tugluk bi Îrfan Dundar û Firat Aydinkaya re heman ceza hate dayîn. Heman ceza di sala 2008'an li parêzer Ebru Gunay, Baran Pamuk û Hatîce Korkut re jî hate dayîn. Parêzerên Ocalan di sala 2010'an de jî li hemberî heman ceza û dozan hatin. Der heqê parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Omer Guneş, Muharrem Şahîn, Fuat Coşacak, Îbrahîm Bîlmez, Asiye Ulker, Servet Demîr û Mîhdî Oztuzun doz hatin vekirin.
36 parêzer hatin girtin
Herî dawî di sala 2011'an de Serokwezîr Tayyîp Erdogan di daxuyaniyekê de got "Buroyeke Hiqûqê ya Asirinê heye" û piştî vê yekê di 20'ê mijdarê de li tevahiya Tirkiyeyê li dijî parêzeran operasyon pêk hat û 42 parêzer hatin binçavkirin û jê 36 hatin girtin. Parêzerên hatin binçavkirin bi sucdariya di "Komîteya Serokatiyê" de cih digirin û hevdîtinên bi muwekîlê xwe re kirin wekî feraman ragihandin tên sûcdarkirin.
(bd)
