1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bûyera Roboskiyê, ya Colemêrgê bibîr tîne!
Bûyera Roboskiyê, ya Colemêrgê bibîr tîne!,bûyera,roboskiyê,ya,colemêrgê,bibîr,tîne

Bûyera Roboskiyê, ya Colemêrgê bibîr tîne!

A+ A-

SAMÎ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA) - Lêpirsînên bûyerên mîna komkujiyên Roboskiyê bê encam, kiryar nediyar man. Yek ji cihên ku bûyera mîna Roboskiyê pêk hatî jî Colemêrgê ye. Di sala 19994'an windakirina 14 cerdevanan, di sala 1992'an 120 PKK'iyên li baxçeyê tabûra leşkerî, di saal 2005'an de bombekirina pirtûkxaneya Umutê û bombebarana gundê Dêrkêya bajaroka Robaroka Şemzînanê ji van bûyeran tenê çendek ji wan in.

Nîrxandinên li ser bombebarana gundê Roboskiyê û qetilkirina 35 welatiyan berdewam dikin. Bi vê komkujiyê re berê herkesî zivirî ser bûyerên mînanî yên li herêmê pêk hatine. Bûyerên ku di salên 1990'an de li bajaroka Robaroka Şemzînana Colemêrgê pêk hatine, di dema îxtîdara AKP'ê de jî xwe dûbare kirin.

14 cerdevan hatin windakirin, kiryar nediyar in!

Piştî pevçûnên di 24'ê Tîrmeha 1994'an de di şerê di navbera artêşa tirk û PKK'ê de hatibû îdîakirin ku leşkerên tabûra fermendariya Robarokê 14 cerdevanên gundên Bêsosin û Bigaltê xistine binçavan. Ji cerdevanan Kerem Înan diyar kir ku piştî 14 cerdevan xistin binçavan li eywana gund hatin kuştin. Ji wê demê û pê de tu agahî ji cerdevanan nehate girtin. Lêpirsîna der heqê bûyerê de jî bê encam ma û biryara bêşopandina bûyerê hate dayîn. Lê li ser gilîkirina li serdozgeriya komarê ya Amedê û krokiyên derketine holê, di 21'ê Tîrmeha 2009'an de bi armanca lêpirsînê dozgeriya komarê ya Şemzînanê lêpirsîneke nû dabû destpêkirin. Di encama kolandina baxçeyê tabûrê ya di çarçoveya lêpirsînê de hate kirin 2 hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Tevî ku hestî hatin dîtin û nameyek derket holê jî heta niha bûyer ronî nebûye.

Îdîaya 120 HPG'î bi komî hatin veşartin

Li herêmê yek ji bûyereke din jî di sala 1992'an de pêk hat. Li gorî îdîayan 120 PKK'iyên bi helîkopter û balefirên şer hatin bombebarankirin, 120 PKK'iyan jiyana xwe jidest dan û li tabûra Robarokê bi komî hatin veşartin. Hat hînbûn ku dora gorê hat têlkirin û teqemenî lê hat bicihkirin. Tevî ku gelê herêmê ji vê bûyerê haydar e jî li tabûrê tu lêkolîn nehatin kirin. Gora navborî di raporê komeleya mafên mirovan ên fermî de jî cih girtin. Tê diyarkirin ku li heman tabûrê gelek sivîlên hatine kuştin jî hatine veşartin.

Helîkopteran di nava rojê de gund bombebaran kirin

Li herêma sînor a nêzî Dêrkêya bajaroka Robarokê 3 Çileya 2009'an bi îdîaya ku komeke PKK'î hatiye tespîtkirin helîkopteran li şûna sînor gundê Dêrkê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de Şehrîban Duyana 16 salî birîndar bû û 10 sewalên serbiçûk jî telef bûn. Di bombebarana ku 7 mal tehrîb bûn de gundiyan xwe avêtin nav lad û dîwaran û bi wî awayî ji mirinê xilas bûn. Parlementerê Colemêrgê yê wê demê Hamid Geylanî li ser mijarê pirsnameyek pêşkêşî wezîrê parastinê Vecdî Gonul ê demê. Gonul di bersiva pirsnamyê de gotibû ku ji ber li ser sînor tevger hatiye tespîtkirin bombebaran pêk hatiye. Di çarçoveya lêpirsîna li ser giliya gundiyan destpê kir de der heqê 4 pîlotên helîkopteran de biryara bêşopandinê hatibû dayîn.

Şemzînanê 'zarokên baş' jibîr nekir!

Li navça Şemzînana Colemêrgê 9'ê mijdara 2005'an pirtûkxaneya Umutê rastî êrîşeke bombeyî hat. Di bombebaranê de Ali Yilmaz û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe jidest dan. Endamên JÎTEM'ê serbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ji aliyê welatiyan ve hatibûn girtin. Di wesayîta endamên JÎTEM'ê de nimreyên telefonên kesên dê bên înfazkirin, krokiyên mal û kargehên wan û gelek belgeyên nivîskî hatibûn dîtin. Kaya û Îldenîz li 3'yemîn dadgeha cezaya giran a Wanê hatin darizandin û 19'yê Hezîrana 2006'an jî ji ber kuştina mirovan, avakirin koma çete 39 sal û 27 roj cezayê girtîgehê li her duyan re hatibû birîn. Lê piştî cezayê dosya derbasî dadgeha leşkerî kirin û Îldenîz û Kaya jî di yekemîn rûniştinê de hatibûn berdan. Serfermandarê demê Yaşar Buyukanit jî ji bo Îldenîz û Kaya gotibû; 'Ez wan nas dikim zarokên baş bûn.' 7 sal ji ser bûyerê re derbas bû. Lê perdeya li ser bûyerê hêj nehatiye rakirin û kujer nehatine darizandin.

Aqûbeta Roboskiyê jî dê mîna yên berê be?

28'ê Kanûna 2001'an bi îdîaya ku li ser sînor tevger heye û PKK'î sînor derbas dikin, her wiha îstîxbarat hatiye girtin qaçaxvanên gundê Roboskiyê hatin bombebarankirin. Di bombebaranê de piraniya wan zarok 35 kes bi hovane hatin qetilkirin. Piştî bûyera ku rayedarên dewletê hewl dan ji nedîtî ve bên di encama bertekên gelê kurd de lêpirsîn hat destpêkirin. Der heqê lêpirsîna komkujiya alenî de biryara nepenîtiyê hat girtin. Ev biryar pirsa; 'gelo Aqûbeta Roboskiyê jî dê wekî bûyerên berê be?' anî hişê mirovan.

(ak)