1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Cangizbay: Kurd neçarî şerê çekdarî tên kirin
Cangizbay: Kurd neçarî şerê çekdarî tên kirin,cangizbay,kurd,neçarî,şerê,çekdarî,tên,kirin

Cangizbay: Kurd neçarî şerê çekdarî tên kirin

"Ji ber rêya siyasetê li pêş kurdan tê girtin, kurd neçarî têkoşîna çekdarî tên kirin."

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Prof. Dr. Kadir Cangizbay, daxuyaniyên Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu a li hemberî kurdan rexne kir û wiha got: "Ji ber rêya siyasetê li pêş kurdan tê girtin, kurd neçarî têkoşîna çekdarî tên kirin. Piştre jî kurdan bi şerê çekdarî tawanbar dikin. Li Tirkiye terorek cuda heye."

CHP'ê di civînên Beştepe û Yenikapî de bi AKP'ê û MHP'ê re tifaq ava kir û êrîşî kurdan kirin. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu pirsgirêka kurd wekî "pirsirêka terorê" bi nav kir û ji AKP'ê got: "Hûn pirsgirêka terorê xelas bikin hûn çi bixwazin em bi were ne. Li dijî vê gotina Kiliçdaroglu bertek û nerazîbûn zêde dibin. CHP ku her dem dijberiya kurdan dike, gelek caran li meclîse îmze avêtiye bin biryarên şer, înkar û îmhayê. Di gelek pêvajoyên kaos de piştgirî daye şer û bi îxtîdarê re bûye alîgirê şer. Her çend qada leşkerî jî bêje pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe CHP di şer û îmhayê de israr dike.

Akademisyen Prof. Dr. Kadir Cangizbay, bertek nîşanî polîtikayên CHP'ê û Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu da. Cangizbay, anî ziman ku ger rêya siyasetê li pêş kurdan bê girtin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û wiha got: "Yên terorê rexne dikin bi xwe bi awayekî hov şerê çekdarî dimeşînin. Yê ku hovîtiyê belav dike û li ser gel çekan direşîne dewlet e. Ger ku mirov êrîşên dewletê nebîne û behsa terorê bike ev li djî ehleq e. Ya hov dewleta Erdogan e. Li dijî hiqûq û zagonan biryar de û biryar dide kê kengî bigire. Biryar dide kengî keyyûmê bavê ser saziyekê. Yên bingeha darbeyê ava kirin û li ser vê yekê êrîşan pêk tîne Serokomar e.''

'Mirovan neçarî çekan dihêlin'

Prof. Dr. Kadir Cangizbay, da zanîn ku kerekî xayintir hatiye kirin û wiha got. Di hilbijartina 2009'an a rêveberiyên herêmî de kurdan 99 şaredarî bi dest xistin. Lê piştî vê hilbjartinê binavê KCK'ê şaredar û siyasetmedar dest kelepçe kirin û avêtin zindanan. Her çend piştî vê pêvajoyê ketina Xabûrê û hevdîtinên Oslo çê bûn jî ev li dijî fermiyetê û zagonan pêş ketin. zagon û astengiyên li pêş pêvajoyê nenatin guhertin. Li gel vê yekê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê hemû astengiyên li pêş xwe rakir û bend derbas kir. Lê piştî hilbijartinê serkeftina HDP'ê li ber çavan nehat girtin û li dijî hiqûqê hilbijartin hat belatkirin. Li gel ku HDP'ê disa bend derbas kir û ket meclîsê jî niha dîsa dixwazin HDP'ê ji meclîsê bavêjin. Li vir zagon û hiqûq xelas dibe. Mirovan bi zorê neçarî parastina çekdarî dikin. Ji ber rêya siyasetê hat girtin kurd neçarî parastina çekdarî man. Wekîlê Serokê Meclîsê li ruyê Ferhat Encu nerî û got: "Ewlehî mirovan qetil kanek' Ji ber şerm tune dibêjin."

Tahir Elçî kuştin'

Cangizbay, helwesta Kiliçdaroglu û CHP'ê rexne kir û da zanîn ku pirsgirêk ne bi tundiyê û şer, pirsgirêk bi vekirina rêya siyasetê tê çareserkirin. Cangizbay herî dawî helwesta AKP, CHP û MHP'ê rexne kir û da zanîn ku ev hemû sextekar in û wiha got: "Li Tirkiye dewleta terorê heye. Ji ber Tahir Elçî got "PKK ne rêxistina terorê ye" hat qetilkirin.

(mae)