1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cangoriyên Qamişlo hemû kes kirin yek
Cangoriyên Qamişlo hemû kes kirin yek,cangoriyên,qamişlo,hemû,kes,kirin,yek

Cangoriyên Qamişlo hemû kes kirin yek

A+ A-

NESRÎN EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Di merasîma cenazeyan a 29 cangoriyên Qamişlo de, hem kêliyên hestewar hem jî peyamên ku her yek ji wan li hemberî hewldanên tevlîhevkirinê bersiveke girîng e, hebûn. Şervan, endamên Asayîş û HPC, sivîl, derguşa çend mehî û kalê 82 salî ji aliyê hemû pêkhateyan ve bihevre hatin oxirkirin.

Duh li bajarê Qamişlo merasîmeke bi heybet ku mirovan xemgîn dike, lê di heman demê peyamên gelekî girîng dan hemû derdoran, hat lidarxistin. Di merasîmê de 29 cangorî hatin oxirkirin. Her yekê jî çîrokek cuda heye. Şervanên YPG’ê, endamên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) û welatiyên sivîl ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi hevre hatin oxirkirin.

Merasîmê hemû beşên civakê yên ji pêkhateyên ereb, kurd, asûrî, suryanî, bawerî di yek wêneyî de anîn ba hev û li dijî hewldanên dijberkirinê peyama yekbûn, wekhevî û têkoşîna hevpar da.

QAMISLO-CAVDERIYA-MERASIME-SEHIDA

Dîmenên hestewar

Li aliyê din kêliyên hestewar jî hatin jiyandin. Malbat û hevalên cangoriyên ku di nava wan de zarok jî hebûn, bi sekna xwe peyamên gelekî girîng dan.

Dayika Hêlîna 11 salî, ji keça xwe re bûkek hazir kiribû û bi ser wêneyê ve kiribû. Dayikê bi gotinên wekî, “Hêlîna min da peyî şopa xalê xwe, her digot ez e bibim gêrîlayek, veya xwestek xwe bicîh anî” demên hestewar dan jiyandin.

Hevalên Mihemed Cuma jî li dora cenazeyê wî kom bibûn. Mihemed bavê du zarokan e û ji sala 2013’an ve di nava HPC’ê de bû. Her dem ew û hevalên xwe bi hevre bûn û di nobeta taxa xwe (taxa Xerbî) de cîh digirtin. Îroj jî hevalên wî cenazeyê Mihemed hilgirtin ser milên xwe û berê dan goristanê.

QAMISLO-CAVDERIYA-MERASIME-SEHIDA (11)

Du xwîşk şehîd 7 endam jî birîndar bûn

Balkêş bû ku dora darbesta cangoriyekê vala bû, tenê dayikek hebû. Ev darbesta Şehîd Bêrîvan Îbrahîm a 18 salî bû. Li ser pirskirinê em fêr bûn ku ji li gel Bêrîvan xwîşka wê ya bi navê Nermîn a 11 salî jî di êrîşa rejîmê de jiyana xwe ji dest daye û ji malbatê 7 kes birîdar bûne. Lewma endamên malbatê yên birîndar nehatibûn merasîmê, endamên din ên malbatê jî di navbera cenazeyê du xwîşkan de diçûn û dihatin. Herdu xwîşk jî li gel cangoriyên din, oxirî rêwîtiya dawî hatin kirin.

Li rex cenazeyê endama Asayîşê Sumeye Elî jî, zêdetirî malbatê hevalên wê kom bibûn û xatir jê dixwesitin. Hevaleke wê diyar kir ku dema şer dest pê kir, Sumeye yekser çek rakiriye û çûye aliyê Zindana Elaye, paşê hatiye sûkê û herî dawiyê di teqîna erebeya mayînkirî ya li Çerxerêya Wehdê de jiyana xwe ji dest da.

QAMISLO-CAVDERIYA-MERASIME-SEHIDA (8)

Dema karê tenduristiyê dikir bû hedefa guleyan

Li Çerxerêya Wehdê endamê tenduristiyê yê Asayîşê Azad Isamîl jî bi guleyekê jiyana xwe ji dest da. Meh û nîvek bû ku Azad ev kar dikir. Ji bo ku jiyana birîdaran bi lez û bez xilas bike, wê rojê di xeta pêş de bû.

Yek ji cenazên ku herî zêde tilîlî li derdorê dihat kişandin cenazeyê endamê Asayîşê Basil Derwêş bû. Malbata Basil her wiha hine anîbûn. Ji ber ku Basil 3 meh berê zewicî bû.

QAMISLO-CAVDERIYA-MERASIME-SEHIDA (1)

Cangoriyên ereb

Di şerê Qamişlo hinek derdoran dixwestin wekî şerê di navbera kurd û ereban de nîşan bidin de, welatiyên ereb jî şehîd bûn. Di merasîmê de peyama herî girîng jî ji van malbatan hat. Apê Şehîd Beşar Casim ku ji gundê Bo Xezef ê girêdayî Til Hemîsê ye got “Beşar xwest welatî xwe biparêze û parast”.

Cenazeyê Tehsîn Elî ku bi eslê xwe ereb e jî di vê merasîmê de hat oxirkirin. Pismanekî Elî ê bi navê Zagros ku şervanekî YPG’ê bû, beriya niha di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû. Di merasîmê de malbatê wêneyên herdû pismanan dabûn berhev û cenazeyê kurê xwe yê din oxir kirin.

QAMISLO-CAVDERIYA-MERASIME-SEHIDA (2)

Peyama biratiyê

Endamê Asayîşê Hemad Silêman jî beriya 8 mehan tevlî asayîşê bibû, bi xwe ji gundê Ewdê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye. Hemad di şerê li derdora girtîgeha Elaya de jiyana xwe ji dest da, birayê wî jî di hêzên xweparastinê de ye.

Dayika Şehîd Eymen Mihemed jî digot “Kurê min şehîd e, ez serbilind im, her ji min re digot ez ji xalanên xwe yên kurd hez dikim” û dest bi tilîliyan kir. Eymen ku ji taxa Teyî ya Qamişlo ye, beriya 7 mehan zewicî bû.

Wê roja înê bizewiciya

Malbata jina ciwan a bi navê Semer Selmo jî li ser wêneyê wê fistanê wê yê bûkaniyê raxistibûn. Roja înê wê daweta wê çêbibûya û bizewiciya. Lê di encama topbarana taxa Zeytûniyê ya ji aliyê hêzên rejîmê ve de jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji malbatê 5 kes jî birîdar bûn.

Cangoriyên herî biçûk û mezin

Dayîka bi navê Mihrecan Hesen jî di êrîşa rejîmê de jiyana xwe ji dest dabû. Lê zarokên wê tevlî merasîmê nebûn. Ji ber ku hemû jî derketine derveyî welat û yek ji wan ne amade bû.

Di merasîmê de cangoriya herî mezin a bi navê Nede ku temenê wê tenê çend meh bûn jî hat oxirkirin. Li rex wê cenazeyê cangoriyê herî mezin Wehab Hemo yê 82 salî jî bi heman rengî spartin axê.

Dîmena ku duh li Qamişlo derket, peyam dan her aliyekê, lê yên ku bixwazin bigirin.

(a)

ANHA