1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cara yekê Nisêbîn ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin
Cara yekê Nisêbîn ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin,cara,yekê,nisêbîn,ji,aliyê,balafirên,şer,ve,hat,bombekirin

Cara yekê Nisêbîn ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk yekemcar taxa Alîka ya Nisêbînê bombe kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin li Nisêbîn, Şirnex û Wanê 19 tîmên taybet hatine kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şer û çalakiyên li Şirnex, Nisêbîn û Wanê daxuyaniyek weşand û diyar kir, dewlet bi her cure teknîkê êrîş dike û berxwedana li hemberî vê jî tê mezinkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk cara yekemîn bombe li taxa Alîka ya Nisêbînê barandin hat destnîşankirin, ku li dijî êrîşên bi her şêwe teknîkî yekîneyên xweparastinê bi fedekarî berxwedaneke bi heybet nîşan didin.

NISÊBÎN

Li gorî daxuyaniya YPS'ê bîlançoya şerê dawî bi vî rengî ye:

"Êvara 11'ê Gulanê, balafirên şer ên artêşa TC bombe li 4 cihên taxa Alîka barandin.

Di sibeha 10'ê Gulanê de li taxa Alîka yekîneyên me yên YPS Jinê li hemberî 2 sekvanan çalakî pêk anîn, di encamê de sekvanekî çeteyê qesrê hat kuştin, yê din jî birîndar bû.

Li taxa Yenîşehîrê jî 2 sekvanên li malekê bi cih bûbûn hedef hatin girtin, yek ji van hat kuştin, yek jî birîndar bû. Di heman demê de, yekîneyên me derb li 2 kepçeyên hewl dan bikevin taxê dan û li vir çeteyekî qesrê hat kuştin. Saet di 16:00 de komeke mezin a çeteyên Qesrê tevî gelek maşînên zirxî hewl dan bikevin taxa Dîcle. Yekîneyên me li vir bersiveke tund dan û di encamê de derb li 2 kepçeyan hat xistin, 1 hat îmhakirin, panzerek hat îmhakirin û ajokarê kepçeyekê hat kuştin. Di vê çalakiya bi bandor de hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê zêdetir in. Ji ber ku çeteyan bombeyên mijê çêdike bi kar anîn, hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Roja 12'ê Gulanê 2 çeteyên xwestin li xaniyekî bi cih bibin, bûn hedefa çalakiya yekîneyên me. Di encamê de sekvanek hat kuştin, yê din jî birîndar bû.

ŞIRNEX

Roja 6'ê Gulanê li taxa Îsmet Paşa, bi roketê derb li maşîneke zirxî ya ji aliyê Navyanê êrîşî taxê dikir hat xistin. Ev maşîna zirxî bi temamî îmha bû, tîmên taybet ên tê de mirin. Wekî din, li aliyê taxa Tatarê, çeteyekî Qesrê hat kuştin.

Roja 7'ê Gulanê li taxa Îsmet Paşa, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra bû ehdefa çalakiya bi roketan a yekîneyên me û di encamê de îmha bû. Her wiha kepçeyeke hewl dida bikeve taxê hat rûxandin û ajokarê wê hat kuştin.

9'ê Gulanê li taxa Tagarê, li hemberî çeteyên hewl didan bikevin hundirê xaniyekî, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ji ber ku çeteyên Qesrê di binê xirbeyê vî xanî de man, hejmara kuştî û birîndarên wan nehat zelalkirin. Heman rojê li aliyê Tatarê, komeke ji 5 jendermeyên tîmên taybet ku payebilindek jî di nav de bû, dema li ser banê xaniyekî bû bûn hedefa yekîneyên me. Di encama çalakiya bi çekên ferdî û roketan de her 5 çete hatin kuştin. Heman rojê, tanek dema dixwest bikeve taxa Îsmet Paşa di encama çalakiya sabotajê de hat rûxandin. Li nava taxê jî panzerek bi roketê hedef hat girtin û hat rûxandin. Kepçeyek hat cihê bûyerê jî bû hedefa yekîneyên me û ji ber derbên lê ketî, neçar ma xwe vekişîne.

Li hemberî maşîneke kobra ya hewl dida di navbera taxên Îsmet Paşa û Gazî Paşa de derbas dibe, çalakiyeke sabotajê pêk hat. Di çalakiyê de maşîna zirxî parçe bû. 3 leşkerên tîmên taybet ên hatin parçeyên maşînê bidin hev, hedef hatin girtin û 2 ji wan hatin kuştin. Maşîneke din a kobra dema ji bo destwerdanê hat, bi derbên roketan hat rûxandin. Ev maşîna zirxî bi qasî nîv saetê di bin kontrola yekîneyên me de ma. Maşîneke din a kobra bi çeka B-7 hat îmhakirin.

Roja 10'ê Gulanê, çeteyên li maleke li ser rêya bingehîn a taxa Bahçelîevlerê bicih dibûn, bûn hedefa çekên giran ên yekîneyên me. Li vir 3 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Roja 11'ê Gulanê maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra bû hedefa çalakiya bi roketan a yekîneyên me û hat rûxandin. Her wiha polîsekî tîmên taybet hat kuştin.

Roja 11'ê Gulanê di encama çalakiyekê de 3 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin. Panzerek xwest li cihekî navbera taxên Gazî Paşa û Îsmet Paşa bi cih bibe bû hedefa derbên roketan û neçar ma xwe vekişîne. Li heman cihî, 2 kepçeyên hewl didan enqazê rake bû hedefa yekîneyên me û ew jî neçar man xwe vekişînin. Li aliyekî din ê taxê, kepçeyek hewl dida bikeve nava taxê bi çekên giran hedef hat girtin û bi derbên lê ketî neçar ma xwe vekişîne. Li taxa Îsmet Paşa balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hat xistin.

Li taxa Cûmhûriyetê kepçeyekê 4 caran hewl da bikeve nava taxê û di encama lêdana derbên giran de neçar ma xwe vekişîne. Tankek li meydana Cûmhûriyetê bi cih bû rastî derbên roketê hat. Çeka A-4 a li ser tankê hat rûxandin û tank neçar ma xwe vekişîne.

Nasnameyên 2 endamên me yên YPS'ê yên di 15 û 17'ê Nîsanê de li Şirnexê şehîd ket bi vî rengî ye:

Nasnav: Sefkan Nav paşnav: Mehmet Gun Navên dayik û bav: Fatma-Yûsûf Cihê ji dayikbûnê: Gundikê Mele

Nasnav: Destan Nav paşnav: Azad Gun Navên dayik û bav: Heybet-Huseyîn Cihê ji dayikbûnê: Gundikê Mele

WAN

Di êvara 7'ê Gulanê de, li taxa Lalepaşa ya Wanê, maşîneke zirxî dema li dewriyê digeriya bû hedefa çalakiya bi roketan a yekîneyên me. Hejmara kuştî û birîndarên nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê çeteyên qesrê gule li derdorê reşandin.

10'ê Gulanê di çalakiyeke sabotajê ya li kolana Kaliova de 3 polîsên tîmên taybet hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Heman rojê li kolana Karşiyakayê, li hemberî 2 maşînên zirxî çalakiya sabotajê hat kirin. Derbên giran li her du maşînan aht xistin. Lê belê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin."