1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cemîl Îvrendiyê girtî li ber mirinê ye
Cemîl Îvrendiyê girtî li ber mirinê ye,cemîl,îvrendiyê,girtî,li,ber,mirinê,ye

Cemîl Îvrendiyê girtî li ber mirinê ye

A+ A-

FERHAT ARSLAN Rewşa girtî û hikûmxwarên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê her ku diçe giran dibe. Piştî Mahmut Karataşê ku li girtîgeha Tîpa M'ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da vê carê jî rewşa Cemîl Îvrendiyê ku hikûmxarê mûebbetê ye û li girtîgeha Tîpa E'ya Mêrsînê tê girtin her ku diçe giran dibe. Îvrendiyê piştî emeliyata dil derbas kir ji ber xwîn ji birîna bedena wî diherike demên zehmet dijî. Malbata Îvrendiyê ku her roja paştir e rewşa wî girantir dibe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrsînê da û alîkarî xwest.

Operasyonên leşkerî, pêla serdegirtin, binçavkirin û girtinan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa girtî û hikûmxwarên nexweş li girtîgehên Tirkiyê asta demokrasiya li Tirkiyê ya her roj rayedarên dewletê wekî 'demokrasiya pêşketî' nîşan didin jî radixe ber çavan. Tevî hemû hewldanên parêzerên mafên mirovan û malbatên girtiyan, rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn ên wekî; "li girtîgehan tu pirsgirêk nîn in" vala derdixîne. Li girtîgehên ku her roj girtî yan jî hikûmxwarek ber bi mirinê ve diçe vê carê jî Cemîl Îvrendiyê ev 18 sal in li girtîgeha Tîpa E'ya Sîlîfkeyê tê girtin û hikûmxwarê mûebbetê ye terkî mirinê kirin. Îvrendî piştî ku emeliyata dil derbas kir ji ber nexweşxiya xwe ya giran roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Tevî raporên saziya edlî dibê daye Îvrendî tedawiya wî nayê kirin û terkî mirinê dikin. Keça Îvrendî Dîlan Îvrendî diyar kir ku ji jiyana bavê xwe bi fikar in û serî li ÎHD'ê dan.

'Bihêlin bila di jiyana xwe ya mayî de bi mere bijî'

Keça Îvrendî Dîlan Îvrendî diyar kir ku ligel wan gelek caran serî li Wezareta Edaletê daye, bê bersiv mane. Îvrendî wiha axivî: "Bavê min 18 sal in di girtîgehê de tê girtin. Carekê emeliyata dil derbas kir. Niha ji birîna wî xwîn diherike. Bavê min di sala 2010'an de ji lijneya bijîşkan a saziya edlî tibê re derbas bû. Lê tevî rewşa wî jî tehlye nakin." Îvrendî anî ziman ku herî dawiyê vê heftê çûye hevdîtina bavê xwe û wiha axivî: "Dema ku ez çûm hevdîtinê min dît ku rewşa wî gelekî giran e. Xwîn diherikî, nexweşiya wî giran bûye. Bavê min berdin jî dê nekaribe ji pença vê nexweşiyê xilas nebe. Bavê min hikûmxwarê mûebbetê ye û bedenê wî îflas kiriye. We bavê min ber bi mirinê ve bir, bihêlin bila ya mayî di nava me de derbas bike. Heke tiştek bê serê bavê min berpirsyar dê rayedar bin."

Îvrendî ji ÎHD û Aykol re name rêkir

Îvrendî ji bo ku raya giştî ji rewşa wî ya giran haydar be ji Girênendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrsînê re name rêkir û der heqê nexweşiya xwe de agahî dan. Îvrendî di nameya xwe de ev hevok rêz kirin: "Di sala 2002'yan de li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ji dilê xwe emeliyat bûm. Deriyeke medîkal li dilê min xistin. Di sala 2008'an de jî li Erziromê ji ber nexweşiya Fostil tê binavkirin emeliyat bûm. Di bedenê min de birînek derketiye û her roja paştir e ew birîn mezin dibe. Paçekî wekî orkîdê bikar tînim. Dema diçim destşûyê heke ez birîna xwe bi peçeteyekê ser wê negirim xwîn jê dibare. Ji ber êşa birîna xwe şev û roj êş dikişînim. Jiyan li min bûye jehr. Di sala 2002 û 2009'an de 2 caran min tevî raporên xwe yên nexweşiyê nameyek ji Serokkomar re rêkir. Lê ji ber saziya edlî tibê biryareke fermî nedaye biryara derketina min nayê dayîn. Heke parêzer bi rewşa min re eleqeder bibin dê nekaribin hincet nîşan bidin. Ji ber ku wekî hevalên min ên din ez jî ber bi mirinê ve diçim."

Polîtîkaya 'tehliyeya bi darbest'

Tevî ku parêzerên mafên mirovan û malbatên girtî û hikûmxwaran ji bo balê bikişînin ser rewşa girtî û hikûmxwarên nexweş serî li Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Serokkomar û Serokwezîriyê dane jî di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan tenê di sala 2011'an de 31 girtiyên nexweş di encama polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya 'tehliya di darbestê de' jiyana xwe jidest dan û di nava 10 salên dawî de jî hejmara girtiyên jiyana xwe jidest dane di ser 900'an de ne.

(ak)