1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyê Bavê Ferhat Kurtay bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Bavê Ferhat Kurtay bi girseyî hate definkirin,cenazeyê,bavê,ferhat,kurtay,bi,girseyî,hate,definkirin

Cenazeyê Bavê Ferhat Kurtay bi girseyî hate definkirin

A+ A-

Bavê pêşengê PKK'ê Ferhat Kurtay Hasan Kurtay ê ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da, li navçeya Qoserê ji aliyê sedan kesav ve hate definkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku Kurtay alimekî gelek mezin bû û wan alimekî mezin winda kir.

Cenazeyê bavê pêşengê PKK'ê Ferhat Kurtay Hasan Kurtay, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê ku ji balafirgehê hate girtin, birin Mizgefta Perekêtan. Piştî vecîbeyên olî cenaze birin Goristana Çeçenê ya ku Ferhat Kurtay lê hatibû definkirin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sedat Dag, şaredarên navçe û bajarokan, rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li goristanê axaftinek kir û anî ziman ku Hasan Kurtay yek ji alimên mezin ê li ser erdnîgariya kurdan bû û wiha got: "Hasan Kurtay kesekî welatparêz û bi biryar bû. Xwedê rehma xwe lê bike. Gelê kurd ji ber alimên wisa winda dike xemgîn e. Hemû jiyana wî bi ser welatparêz û rastî derbas bû. Kurê wî yê bi qîmet Ferhat Kurtay jî di girtîgehê de ji bo gelê kurd xwe feda kir. Ferhat Kurtay li cem kesekî wisa bi qîmet mezin bû. Bi ramanên welatparêziyê yên wi jê re gotin mezin bû û di vê riyê de jiyana xwe feda kir. Serê gelê kurd sax be."

Piştî axaftina Turk cenazeyê Kurtay hate veşartin. Piştî re girseyê konê sersaxiyê ziyart kir.

(ft/mae)