1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. CENÎ: Ji bo mafê mirovan divê Tirkiye were cizakirin
CENÎ: Ji bo mafê mirovan divê Tirkiye were cizakirin,cenî,ji,bo,mafê,mirovan,divê,tirkiye,were,cizakirin

CENÎ: Ji bo mafê mirovan divê Tirkiye were cizakirin

CENÎ ji ber Roja Mafê Mirovan daxuyanî da, got divê AKP were cizakirin, destek ji bo Tevgera Azadiyê were dayin. CENÎ got, li Tirkiyê rêgezên demokrasiyê hatine parçekirin’’

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Bûroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ji bo 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan daxuyaniye da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Di salvegera 60. a qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de, ji hêlekê em ji pergala ku xwe spartiya heq û azadiya pir dûr in û li hêla din jî li Tirkiyê ji ber sedema xurtbûna AKP’ê ya faşîst li Bakurê Kurdistnaê gelek bajar hatin kavilkirin, bi sedan mirov hatin kuştin, li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin, li girtîgegan jin û zarok li tacîz û tecawizê rast hatin, ji ber sedema qanûnên dijdemokratîk bi dehan jin, wekîl, hevşaredar, akademîsyen, nûçegihan û gelek mirov ji karê wan hatin kirin. Bi dehan organên çapemeniyê û sazî hatin girtin. Dewleta Tirk heqê jiyanê ku heqê herî pîroz e tê binpêkirin. Li Tirkiyê ku nirxên mafê mirovan ên gerdûnî hatine ber nemanê, rêgezên demokrasiyê hatine parçekirin.’’

‘ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKIN, DAGIR DIKIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye ji sînorên xwe derbas dibe, bi mebesta fetisandina Şoreşa Rojava, li dijî Kurdan bi çeteyên DAIŞ’ê re hevkariyan dike, êrîşê dibe ser sivîlan û hate gotin, ‘’Dewleta Tirk bi heman rengî bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî, dixwaze hişmendiya xwe ya qirker li wir jî pêk bîne’’

Di daxuyaniyê de rexne li bêdengiya Ewropa jî hate anîn:

‘Di vê pêvajoyê de ku nirxên mirovahiyê hatine ber manûnemanê, di serî de li Rojava, li Şengal, Bakurê Kurdistnaê û xakên cihê yên herêmê yên gelên cihê, ji bo ku ji barbariya DAIŞ’ê, hişmendiya komkuj were xilaskirin, berxwedana Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî li herêmê, ji bo heqê mirovan û têkoşîna demokrasiyê xeleka herî girîng e.’’

‘DIVÊ TEVGERA KURD WERE DESTEKKIRIN’

‘Divê firotina çekan a ji bo Tirkiyê were sekinandin, ji bo ku li Tirkiyê li dijî dîktatoriyê demokrasî were parastin, di serî de Elmanya, Ewropa divê Tirkiyê ji hêla siyasî ve ciza bikin, tevgera Kurd a ku li herêmê têkoşîna azadiyê û mafê mirovan dide, li herêmê, ji bo gelan, li şûna ku were krîmînalîzekirin divê were destekkirin. CENÎ di dawiya daxuyaniya xwe de bîlançoya Rewşa Awarte ya girtin, binçavkirin, êrîşên li ser çapemeniyê, girtina komeleyan par ve kir.