1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Cerablûs: Ûris û Amerîka çi dikin?
Cerablûs: Ûris û Amerîka çi dikin?,cerablûs,ûris,û,amerîka,çi,dikin

Cerablûs: Ûris û Amerîka çi dikin?

A+ A-

Nirxandin karekî zanistî ye, ferqa wê ji karê laboratuarê tune; bi bawerîyan encam jê nayê standin. Dema mirov dest bi nirxandinê kir divê mirov hemû bawerîyan bide alîyekî û dest bi ceribandinê bike, agahîyan rêz bike û encamê nas bike.

Nirxandina ku armanc bike encamek bi dilê xwe derxe karekî xetere ye; wekî doktorê ji bo serêşê dermanekî ji ber xwe ve, bê ceribandin û encamdan pêşkêş bike. Nirxandêrekî durust encam çi dibe bila be, wê pêşkêş dike.

Hela tew ku mijar şer be nirxandina ne zanistî xebateke Şerê Taybet tê qebûlkirin, wê demê ew ne nirxandin e; navê wê reşkirina agahîyan e.

ÛRIS ÇIMA HIŞT TURKÎ TÊKEVE ROJAVA?

Em hemû dizanin, Sûrî û Îran di tifaqa Ûris de tevdigerin, ji ber ku Iraq jî Şîe ye mirov nikare dûrî wan bihesibîne, lê dîsa ji ber ku bandora Amerîkayê li ser Iraqê heye, hinekî rewşa wê cuda ye.

Şerê navxweyî yê li Sûrî di sala 2011'an (adar) de dest pê kir, helbet projeyeke navnetewî bû. Di vê projeyê de Turkî cihê herî girîng distand.

A- Amerîka, Ewropa, Turkî û Herêma Kurdistana Başûr di vê projeyê de dê digel hev kar bikirina.

B- Sûrî, Îran û Ûris jî dê bi hev re kar bikirina.

Lê îro em dibînin ku Turkî û Ûris li hev kirine û Turkî Rojava dagir kiriye, bajarê Cerablûsê ku di destê DAIŞ'ê de bû standiye û dixwaze pêşdetir here.

Ji sala 2011'an heta 2016'an Ûris li Rojava nexwest ku Herêma Kurdistana Başûr li ser Kurdên Rojava bandorê bike. Amerîkayê jî hesabê xwe li ser Herêma Kurdistana Başûr û Turkî kiribû, ku ew bikaribin kurdên Rojava bi ser rejimê de bajon. Wê demê dê rejimê jî bi tang, top û balefiran li bajarên Kurdan bixista. Dîsa bi îhtîmalek mezin piştî tevkujîyan dê raya giştî ya cîhanê bihata amadekirin û NATO wekî mînaka Iraqê têketa dewreyê. Esad dê bihata xistin, lê bingeha vê xistinê dê li ser xwîna Kurdan bihata pêkanîn.

Turkî barê ku dikest ser pişta xwe bi cih anî. Bi "Ajansên Raperînê" yên Dîcle û Firatê desteka aborî ji sala 2008'an û pê ve ji Hama, Humus, Idlib û Helebê re şand. PDF yên van alîkarîyan di malperên van ajansan de hene, kesên bixwazin dikarin ji malperên wan daxin.

Lê KCK'ê hesabên heyî vala derxist. Nehişt Kurd li dijî rejima Esad rabin serhildanê. Helbet gelek kesan Apocî di vî warî de bi îxanetê tawanbar kirin, ew wekî hevalên Esed bi nav kirin, heta wekî hevkarên Îranê jî hatin tawanbarkirin. Yên herî nerm jî gotin li şûna KCK bi Ûris re têkilîyan datîne, bi Amerîkayê re dayne çêtir e. Vê polîtîkaya KCK'ê ji alîyê Îranê û Ûris ve erênî hat pêşwazîkirin. Rast e, dema Kurdan herêma Rojava ji rêxistinên din biparasta, di navbera Turkî û Sûrî de dibûn bendek mezin.

Lê KCK'ê di vir de fersendek bi dest xistibû, hîn ku Sûrî, Îran û Ûris ketibûn alozîyê herêm dixist destê xwe. Dûre dê li gor rewşê polîtîkaya xwe bidomanda. Ev qas li kar bû.

Partîya Kurdên Rojava PYD'ê siyaseta xwe wekî "Rêya Sêyemîn" bi nav kir. Jixwe di projeya Amerîkayê de ew tunebûn. Nikaribûn di nav projeyê de cih bigirin. Ma qey dê bigotina "em ê jî li Esad bixin"? Jixwe li wî milî Turkî hebû û ne mimkûn bû ji Kurdan re tiştekî baş tê de hebe.

Li alîyê din jî Sûrî hebû û ew jî dagirker bû, hevkarên wê jî dagirker bûn û Ûris jî li wan miqate bû. Wan jî dixwest Kurd hem li dijî serhildêran derkevin, hem jî li rejimê xwedî derkevin, yanî ji bo rejimê bên kuştin. PYD'ê ev jî red dikir. Ji ber vê rêya wan rêya sêyemîn bû.

Ev polîtîka dê heta derekê biçûya.

Ji alîyan kî bi ser biketa dê dor bihata ser Apocîyan, ev jî teqez bû, ji ber ku yên bi kesî re li hev nedikirin ew dixuyan. Apocîyan jî heta konjunktur misaîd be dê hespê xwe biajotina. Lê Apocî jîr bûn.

Di vê navberê de, Turkî ji bo di planê de bi ser bikeve û Apocîyan ji dewreyê derxe pêşî FSA (Artêşa Azad a Sûrî), dûre El Nusre û dûre DAIŞ/ISIS bi ser YPG'ê ve ajot. Cihê gotinê ye ku dema ENKS jî polîtîkayên dijberî PYD'ê meşand (bingeha wê jî Amerîka ye) jixweber xizmeta hemû dewletên dijberî PYD'ê kir. Ne hewce ye em bêjin bi zanebûn an jixweber. Lê ya rast piştî ku rewş guharî divê di hindurê sîstemê de ji xwe re cih çêkira û xwe tevî sîstemê bikira. Nekir.

Di vê navberê de ji ber ku Turkî berê FSA, El Nusra û DAIŞ'e ajot ser Rojava, şerê Sûrî jî hemû têkilhev kir. Jixwe Ereb jî ketin tirsa "em bi hev ketine, Kurd cilika xwe ji avê xelas dikin". Yanî şerê Sûrî rû guhart, ev 4 sal in her kes tenê li ser şerê navbera Kurdan û hêzên din diaxive.

Amerîka wiha guharî. Amerîka dît ku hem plana Sûrî serobino bû, hem FSA bi ser nakeve, hem Turkî mijarê bi dereke din ve dikişîne, êdî dest ji Esad berda û bi YPG'ê re li dijî DAIŞ'ê dest bi têkoşînê kir.

Bi vî rengî çi qas ax bihata rizgarkirin baş bû. Lê her ku lingên Amerîkayê bi vî rengî ket nav Sûrî, îcar jî Îran, Sûrî û Ûris ji PYD'ê aciz bûn.

Yanî dawîya dawî dê wisa bibîya. Heta ev pêvajo ji ber helwesta Turkî ku xwîn xistibû çavên xwe û êrîşî hawirdorê dikir, hinekî dirêj ajot. Heke êrîşî balefira Ûris nekira dê berî niha bi salekê wiha kiribûya.

HEVKARÎYA TURKÎ ÛRIS HETA KU YE?

Li ser Rojava, ango li ser Kurdan dagirker û hevkarên wan dikarin bi hêsanî li hev bikin, lê xala girîng ew e ku Turkî û Ûris ne di Rojava de, di Sûrî de dikarin çi qasî li hev bikin.

1- Hêzên FSA ku Turkî wan dajo nav Rojava jixwe ji alî Amerîka ve dihatin perwerdekirin û armanca wan ketina Sûrî û wergerandina rejimê ye, ku ev hemû xebateke NATO ye.

2- Nabe ku Turkî îro FSA'yê têxe Rojava tenê û nehêle pêşdetir here, ango êrîşî Helebê û rejimê neke. Tiştekî wiha bi serê xwe dê bibe sedema FSA û Turkî ji hev biqetin.

3- Ji bo Turkî ji plana NATO veqete û bernameyek bi serê xwe bimeşîne, divê Sûrî, Îran û Ûris Cerablûs û Hezazê tevî axa Turkî bikin û qebûl bikin ku wekî Hatayê ew der jî ma ji Turkî re.

4- Dema FSA ji El Babê û pê ve raneweste û êrîşî rejimê bike dê Ûris û Turkî di Rojava de bên hemberî hev. Wê demê Ûris û Amerîka jî dê bên hemberî hev.

5- Turkî û kî were hemberî hev hêzên sunî hemû alîyê Turkî ne; ev DAIŞ, El Nusra, El Qaîde û FSA ne.

Li gor çavkanîyên biyanî Ûris destûr daye ku Turkî tenê 30 km dakeve jêr. Ev jî dide xuyakirin ku El Bab jî di nav de ye. Wê demê ji wir û pê ve girîng e, Turkî dê çawa were rawestandin, an jî FSA ya ku ji alî Amerîka ve hat destekirin.

Çavkanîyên çapemenîya Ûris dibêjin:

A- Ûris ji bo 30km destûr daye Artêşa Tirk,

B- Turkî dê nikaribe ji 8.000 kesî zêdetir hêza leşkerî (tevî FSA) têxe herêmê,

C- Dê pergala S600 a balefirşikên li balefirên Tirk were korkirin.

Dema mirov van agahîyan datîne ser masê, pirsa "heke dê Turkî El Babê nestîne, nexwe çi wateya dagirkirina Turkî dimîne?" derdikeve pêş.

Ji roja 24'ê Gelawêjê (Tebax) ve hinek kes dibêjin FSA "dixwaze Minbicê bistîne". Lê Minbic bi operasyona Koalîsyonê hat standin, FSA dê çawa êrîşî herêmek ku Koalîsyonê standibe bike?

Hinek dibêjin Amerîkayê Kurd firotin. Lê ev agahî vê fikê jî pûç dike: Turkî Cerablûs bê kuştina leşkerekî xwe stand û dikaribû bi wî rengî Minbicê û El Babê jî bistîne. DAIŞ a ku li Cerablûsê bi Turkî re tevdigere, dê li Minbic û El Babê jî heman helwest nîşan bida. Wê demê Koalîsyonê çima li şûna Kurdan bi Tirkan re Cerablûs, Minbic û El Bab nestand, çima 73 rojan xwe di şerê Minbicê de behdiland? Ev pirs van gotinan pûç dikin.

Wê demê agahîyên ku çapemenîya Ûris dide rast in, dagirkirina Turkî sînorkirî ye.

Nexwe FSA nikare ber bi Minbicê ve daketa û belkî QSD'ê şerê li dora Cerablûsê jî belasebeb kir. Belkî! Belkî wekî Amerîkayê xwe kerr bikira, dê rûyê Turkî û DAIŞ'ê çêtir di çapemenîya cîhanê de cih bigirta. Belkî!

Lê dawiya dawî Cerablûs axa Rojava ye û Kurdan nexwest Turkî xwe kil bike û têkeve nav axa Rojava, diranên xwe nîşanî Turkî dan. Ev helwesteke girîng e. Xwe bi helwesteke siyasî bêqîmet nekirin. Di encamê de bi hevdîtinan be jî sînorê xwe bi xwe belî kirin.

ŞERÊ EL BABÊ

Ji vir û pê ve xala girîng Şerê El Babê ye, yanî standina El Babê ye. Ku bala we kişandibe hêzên QSD û YPG'ê ji 24'ê mehê û vir ve tenê 3-4 gundan ber bi El Babê ve çûne. Ji alî Minbicê ve çûneke berbiçav jî tune. Ev nîşan dide ku çav hemû li ser tevgera leşkerî ya Turkî ye, heta ew zelal bibe.

Dê zelal bibe, Turkî dê heta cihê sînorkirî dakeve û ji wir û pê ve an dê QSD El Babê bistîne û dîsa axa Rojava bike yek parçe, an jî dê tevliheviyek mezintir derkeve.

Tevlihevî jî hebûna FSA'yê bixwe ye. Ûris naxwaze FSA berjêrtir dakeve, lê çi balkêş e ku ya dihêle heta wir dakeve jî Ûris bixwe ye. Li gor ku FSA ji serî ve ji alîyê Amerîkayê ve hatiye destekirin, gelo dibe ku di vê destûrdayînê de jî dîsa Amerîka hebe? Heke hebe, divê Ûris li dij derketa, ji ber ku karê Turkî û Amerîka tê de bin berjewendiyên Ûris di xetereyê de ne.

Lê ya rast nikarin bêyî hev kar bikin. Nexwe peyva wan yek e. Turkî û FSA bi hevpeymanîya wan dê heta cihê sînorkirî dakevin û dûre bername ji cihê mayî dê berdewam bike. Turkî li dijî bernameya mayî derkeve dê di nav axa Rojava de têkeve nav şerekî xerab, lê li dij dernekeve jî dê temaşe bike. Bi herdu awayan jî dê bername temam bibe.

PYD Û ÛRIS DÊ ÇAWA LI HEV BIKIN?

Dema mirov nexşeya jorîn dibîne, mirov dibêje "ne mimkûn e PYD tiştekî wiha bi hêzên Rojhilata Navîn bide qebûlkirin.

Lê PYD ku dizane Îran, Iraq, Sûrî û Turkî naxwazin herêmeke nû ya Kurdistanê ava bibe, bernameyek ku bikaribe bi wan bide qebûlkirin amade kiriye. Li gor vê bernameyê Kurd herêmeke ku ji bajarên Kurdan û Ereban pêk tê bi navê Federasyona Rojava / Bakurê Sûrî diparêzin, ev herêm dê ji alîyê yasaya bingehîn a Komara Sûrî ve were naskirin û dê ji alîyê hemû pêkhatîyan (Kurd, Ereb, Kelkanî, Suryanî, Tirkmen) ve were birêvebirin. Wê demê Sûrî parçe nabe û Kurd jî ji bindestiyê rizgar dibin. Li bajarên ku Ereb pir bin helbet dê piranîya rêveberîyê di destê Ereban de be, lê Kurd jî dê li herêma xwe serdest bin.

Bernameyek wiha ji alîyê Amerîka û Ûris ve bi hêsanî dikare were destekirin, ji bo dewletên dagirker jî ne bernameyeke "pir" tûj e, dikare were tehamilkirin. Nexwe di nava PYD û Ûris de xetereyeke mezin xuya nake.

Ji vir û pê ve du xalên girîng dimînin.

1- Şerê Sûrî yê ji Rojava û wir ve,

2- Şerê Kurdan û Turkî yê ji Rojava û pê ve.

Ev çîrok dirêj e.