1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cerdevanan ceyrana 13 gundan birî
Cerdevanan ceyrana 13 gundan birî,cerdevanan,ceyrana,13,gundan,birî

Cerdevanan ceyrana 13 gundan birî

Li herêma Navçeya Westana Wanê dem dem ceyrana 13 gundan qut dibe

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

WAN (DÎHA) - Li herêma Navçeya Westana Wanê dem dem ceyrana 13 gundan qut dibe.Welatiyan îdîa kirin ku ceyrana gundê wan ji aliyê cerdevanên navçeya Bedlisê ve tê qutkirin. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman xwestin êdî ceyrana xwe ji Westanê bistînin.

Cerdevanên herêmê bi salan in gefan li welatiyan dixwîn û zilmê li ser welatiyan dimeşînin. Niha jî cerdevanên navçeya Hîzana Bedlisê ceyrana 13 gundên Westana Wanê ji ser welatiyan qut kir. Cerdevanan ceyrana gundê Xurtis û 12 gundên din qut kirin û zextan li ser welatiyan dimeşînin. Welatiyan diyar kirin ku cerdevanan 6 mehan ceyran li ser wan qut kir. Welatiyê gundê Xurtistê Mehmet Şirin Aladag, anî ziman ku her roj ceyrana gund ji aliyê cerdevanan ve tê qutkirin û neçar dimînin ku her tim biçim ceyrana gund çêkin û wiha got: "Ev cerdevan li vir zilmê li gel dikin. Lê kes bi wan eleweder nabin. Em di welatê xwe, gundê xwe û axa xwe de bûne êsîr. Neheqiyê li me dikin. Zilmê li me dikin. Lê kes hesap ji vana napirsin. Li navçeya Hîzanê 3 gundên cerdevanan hene. Her tim cerdevanên vir ceyrana me qut dikin û zilmê li me dikin.

'Em ceyrana xwe çê dikin, cerdevan qut dikin'

Welatiyê bi navê Veysi Akti jî anî ziman ku 13 gundên Westanê di bin zilma cerdevanan de dijî û wiha got: "Li vir zivistan pir dijwar derbas bû. Berf zêde bariya. Lê li gel van şert û mercan her tim ceyrana me qut kirin. Her ku me çû ceyrana xwe tamîr kir, cerdevanan jî li pey me hatin ceyrama gund qut kirin. Her tim zilmê li me dikin. Ji sala 1994'an heta niha gundên welatparêz di bin zilma cerdevanan de dijîn. Di salên 2000'an de welatiyên ku ji ber zext û zordariya cerdevan û dewletê koç kiribûn xwestin dîsa li welatê xwe vegerin. Lê welatiyên li gundê xwe vegeriyan jî vê carê rastî zilma cerdevanan hatin. Her tim tên ceyrana gundên me qut dikin û diçin.

Welatiyan anîn ziman ku ew serî li VEDAŞ'ê didin, lê VEDAŞ tenê yekîneyên tamîrê dişînin ceyranê çê dikin û vedigerin.

(mae)