1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Cezayîr doza dorê dike
Cezayîr doza dorê dike,cezayîr,doza,dorê,dike

Cezayîr doza dorê dike

A+ A-

Li Rojhilata Navîn û Bakura Efrîqa agirê serhildanê mezintir dibe. Piştî Tûnis û Misrê niha Cezayîr radibe ser lingan.

Li paytexta Cezayîr îro bi hezaran kes piştî ku xwepêşandan hate qedexekirin jî derketin kolanan. Li Misrê piştî roja 18'mîn serokdewletî kar berda û serhildêr bi ser ketin. Niha jî li Cezayîrê bi hezaran kes ji bo li welêt guhertin çêbibin û serokdewlet dest ji kar berde rabûn ser lingan.

Rêveberên meşê dan xuyakirin ku 10 hezar kes beşdarî meşê bûye. Polîs hewl dide ku serhildêran rawestîne. Tê ragihandin ku polîs hin kes girtine bin çavan.

Serhildêr bi dirûşmên wekî "ji dewleta polîsan re NA" û "Biteqize Bûteqlîqa" berz dikin. Serokdewletê Cezayîrê Abdulezîz Buteflîqa ku ji sala 1999'an ve welêt bi rê ve dibe, tê teqizandin.

Li Cezayîrê ev demek dirêj ku rewşa awarte hatiye îlankirin û ji lew re meş û xwepêşandan qedexe ne. Digel gaziya hikuûmetê ku dibêje "ji kuçeyan dûr bin" jî, xwepêşandêr daketin kolanên paytextê.


Bêjeyên Miftehî