1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Cihê ku em bêhnê lê bistînin siyaseta kurd e'
'Cihê ku em bêhnê lê bistînin siyaseta kurd e',cihê,ku,em,bêhnê,lê,bistînin,siyaseta,kurd,e

'Cihê ku em bêhnê lê bistînin siyaseta kurd e'

A+ A-

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê danezana "Ji bo Aştiyê Danezana Hemwelatiya Wekhev" amade kir. Di danezanê de xwest ku benda hilbijartinê dakeve, makeqanûna demokratîk û sivîl ê amadekirin, perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Di daxuyaniya danezanêde Rojnameger Nuray Mert, anî ziman ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev danezan pir girîng e. Mert anî ziman ku cihê ew lê bêhnê bistînin siyaseta kurd e.

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê danezana "Ji bo Aştiyê Danezana Hemwelatiya Wekhev" li Salona Caferaga ya Sporê ya Kadikoyê aşkere kir. Di daxuyaniya danezanêde enadmên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê namzeta Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel, Mustafa Avci, Serokê Giştî yê SP'ê Sevîm Bellî, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Dekrerê Giştî yê Tayfun Gorgun, Serokê enstîtuya Kurd ya Stenbolê Samî Tan, Yusuf Çetîn, Yeşîm Buber, Rojnameger Nuray Mert, Necmiye Alpay û Porf. Dr. Gencay Gursoy û gelek kes amade bûn.

Danezan ji aliyê Serokê Enstîtuya Kurd Samî Tan û Hunermend Yeşîm Buber ve bi kurdî û tirkî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê rakirin, astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bê rakirin. He wiha divê Komîsyona Lêgerîna Heqîqet û Edaletê be avakirin. Disa divê makeqanûnek demokratîk û sivîl ku her kesî biparêze bê amadekirin. Her wiha divê di qada civakî, çandî û siyasî de mafê hemû welatiyan bê parastin. Divê zimanê zikmakî ji aliyê makeqanûnê ve bê parastin.

Nûray Mert: Cihê em bêhnê lê bistînin siyaseta kurd e

Rojnameger Nuray Mert, anî ziman ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev danezan pir girîng e. Mert anî ziman ku cihê ew lê bêhnê bistînin siyaseta kurd e. Prof. Dr. Gencay Gursoy jî anî ziman ku ji bo li tirkiyeyê aştî û demokrasî pêş bikeve divê guh bidin daxwazên gelê kurd.

DÎHA (mae)