1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cinêv –3 tu pêşketinan bidest naxe
Cinêv –3 tu pêşketinan bidest naxe,cinêv,3,tu,pêşketinan,bidest,naxe

Cinêv –3 tu pêşketinan bidest naxe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya opozisyona Riyadê û Şandeya Rêjîmê ku di hevdîtnên Cinêv-3 de cih digirin, bi hemû nakokiyên xwe berdewam in. Şandeya Rêjîmê dibêje desthiladariya Beşdar Essd xeta wan a sor e, Şandeya opozisyonê jî dibêje divê Esed dest ji kursiya serokatiyê berde.

Beşê duyemîn ê hevdîtinên Cinêv-3 heta niha tu guhertin bi xwe naniye. Cinêv-3 tiştekî nû bi xwe re ne aniye. Serokê Şandeya rêjîmê Beşar El-Ceferî ji Televisyona Rûsiya El-Yewm re got ku dema şande di 15’ê nîsanê de gihişt Cinêv li gel Nûnerê Neteweyên Yekbyî yê Sûriyê Stefê Demistora re civiyan. El-Ceferî destnîşan kir ku hevdîtinên wan baş û bi fayde derbas bûne.

El-Ceferî da zanîn ku di hevdîtinê de belgeya Demistora pêşkêş kiribû hate nîqaşkirin û got ku wan sererastkirinên xwe ji Demistora re gotin. El-ceferî da diyarkirin ku Dêmistora ji wan re gotiye ku dê sererastkirinên wan bigirin û naveroka wê pêşkêşî şandeya opoziyonê bike.

Şandeya Riyadê tu anternatîfên wî nemaye, tenê di himêza hêzên derve de bimîne, careke din ji hêzên navdewletî xwest ku zexteke mezin li ser rêjîmê bikin. Serokê Şandeya Riyadê Esed El-Zubî got ku opozisyona wan ji civaka navdewletî xwest ku zextê li rêjîmê bikin da ku çareseriye siyasî ji aloziya Sûriyê re pêk bînin. El-zubî piştî hevdîtina bi Dêmistora re civîna çapemeniyê lidar xist û wiha axivî: “Me ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Stefan Demistora re xwest ku xextê I rêjîmê bike da ku li gorî agirbsta heyî tevbigere.”

El-Zubî bi tu awayî behsa êrîşên çeteyên hevalbendê wî di şandeyê de Mihemed Elûş ên li ser taxa Şêxmeqsûd û bikar anîna çekên kîmyawî nanî ziman û tenê ji rêjîmê xwest ku li gorî agirbsta li Sûriyê tevbigere.

Rêjîmê jî li ser zimanê Wezîrê Ragîhandinê Umran El-Zubî got ku çarenûsa Serokê Sûriyê Beşar El-Esed di civînên Cinêv-3 de ne û ne li tu deverên din ne mijarên niqaşê ne. El-Zubî got ku mijara çarenûsa Esed dê tu carî nebin mijara nîqaşan di navbera şandeya hikûmetê û opozisyonê.

Demistora beriya niha gotibû ku beşê sêyemîn ê hevdîtinên Cinêv-3 dê ji nîqaşkirina veguhestina siyasî ya li welat û rêgezên veguhestina siyasî û destûra nû bê veqetandin.

Ajansa Lucky ya Îtalî derbarê beşê sêyemîn ê hevdîtinên Cinêv-3 de gotibû ku dê hevdîtin wê 10 rojan dom bike û wê beşeke din jî di maha gulanê de bêne lidarxistin.

Di nava çûn û hatinê de û di dema hêzên demokratîk ên Sûriyê ku Melcîsa Sûriya Demorkatîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya wê dikin, mijara çareserkirina aloziya li Sûriyê di navbera hêviyên opozsiyên û rêjîma Sûiryê ya li ser desthiladariyê dewam dike. Tu alî ji wan jî hêviyên gel û pêkanîna demokrasî û aramiyê nîqaş nakin.

Beriya hevdîtinên Cinêv-3 destpê bike. Li Helebê hêzên girêdayî opozisyonê di hin herêman de pêş ket. Hêzên rêjîmê jî bersiveke tund da û di encamê de şerên dijwar qewimîn.

(dc)