1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ′Civaka azad bi riya komînan tê avakirin′
′Civaka azad bi riya komînan tê avakirin′,civaka,azad,bi,riya,komînan,tê,avakirin

′Civaka azad bi riya komînan tê avakirin′

A+ A-

KOBANÊ – Endamê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Osman Hisên da zanîn ku civaka azad bi riya avakirina komînan û beşdariya hemû pêkhateyan, tê avakirin.

Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê bi armanca şîrovekirina bendên heypeymana civakî, bi şêniyên bajaroka Sirînê re civiya. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama KPC-D a bajarokê Emel Bero bendên hevpeymana civakî xwendin.

Beşdaran li ser bendên hevpeymanê û derbarê çawaniya pratîkirina Sîstema Ekolojîk herêmên Bakurê Sûriyê, nîqaş kirin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya avakirina komînan û wekheviya di navbera jin û mêr de.

Beşdaran derbarê çawaniya avakirina civkakeke azad ve pris pirsîn. Endamê Meclîsê Osman Hisên bersiva pirsê wiha da: ″Gelê Sûriyê bi salane li ser destê sîstemên desthilatdar, zulmê dibîne. Di vê demê, gelê Sûriyê êdî çarenûsa xwe diyar dike. Civaka azad bi riya avakirina komînan û beşdaran hemû pêkhateyan, tê avakirin.″

Hisên da zanîn ku neteweya demokratîk li ser esasê yek ziman û yek netew nayê avakirin û wiha domand: ″Neteweya demokratîk li ser esasê beşdariya hemû pêkhateyên herêmê tê avakirin.

Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê bi armanca danasîna Sîstema Federal û şîrovekirina bendên hevpeymana civakî, bi şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê re dicive.

(mm)

ANHA