1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Civîna Riyad cihê gumanê ye’
‘Civîna Riyad cihê gumanê ye’,civîna,riyad,cihê,gumanê,ye

‘Civîna Riyad cihê gumanê ye’

A+ A-

EHMED MIHEMED

QAMIŞLO – Endamê Komîteya Hevdîtinên Qahîra Faris El-Xalidî diyar kir ku gumanên wî hene ku hin aliyên ji bo civîna Riyad hatine vexwendin dixwazin hevkariya li Sûriyê ku berê hatiye kirin, têk bibin.

Endamê Komîteya Hevdîtinên Qahîra Fîras El-Xalidî têkildarî civîna Riyad ku dê di navbera 8 û 10’ê kanûnê de bê lidarxistin di riya telefonê ji ANHA’yê re axivî.

El-Xalidî destnîşan kir ku mijara vexwendina aliyan hîn di nîqaşê de ye û got: “Hîn mijar tê nîqaşkirin û bi taybet mijara vexwendina kesayet û çalakvanên girîng.”

El-Xalidî destnîşan kir ku hin aliyên hatine vexwendin di nava hewldanan de ne ku xebatên hevkariyê ku derbarê Sûriyê de hatiye kirin têk bibin û got: “Pêwîste hemû alî beşdarî civînê bibin û di salonekê de bêne cem hev. Pêwsîte xwîna gelê Sûriyê ya hatiye rijandin bibe sedema wê yekê.”

(dc)

ANHA


Bêjeyên Miftehî