1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da,ciwanê,birîndar,jiyana,xwe,ji,dest,da

Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da

Ciwanê ku li Bismilê birîndar bûyî jiyana xwe jidest da

A+ A-

Piştî cenazên dotmamên hev Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argişa (Ruken Batman) HPG'iyên li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dabûn li Bismilê hatin veşartin polîsan mûdaxaleyî girsê kir û bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî gel kir. Di encama teqîna pêk hatî de M.Şahîn Demîrê 26 salî birîndar bû. Demîr tevî hemû mûdaxaleyan nehat xilaskirin û jiyana xwe jidest da. Ji bo cenazê Demîr bi hezaran kes herikî ber nexweşxana Dewletê ya Bismilê. Polîsan dîsa êrîşî girsê kir.

Di bûyerên ku piştî merasima dotmamên HGP'î Welat û Şehrîbanê de M. Şahîn Demîr (26) ê birîndar bûyî jiyana xwe jidest da. Piştî merasima cenaze girseya ku xwest ber bi mala şînê ya ji bo dotmaman hat vekirin ve bimeşin rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan riya Êlih û Amedê ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê polîsan jî bi bombeyên xazê û ava şid mûdaxaleyî girsê kir. Ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî girse parastin. Balkêş bû ku di bûyerên di navbera polîs û ciwanan de polîsan gulleyên rasteqîn teqandin.

Demîrê 26 salî jiyana xwe jidest da

Di dema ku bombeyên gazê û ava şid dihatin bikar anîn de cismeke ku nayê zanîn çiye teqiya. Di encama teqînê de M. Şahîn Demîr'ê 26 salî birîndar bû. Demîr rakirin nexweşxana dewletê ya Bismilê. Tevî hemû mûdaxaleyan Demîr nehat xilaskirin û jiyana xwe jidest da. .

Girseya ku herikî nexweşxanê rastî êrîşa polîsan hat

Li ser belavbûna agahiyê bi hezaran kes herikîn ber nexweşxana dewletê ya Bismilê. Polîsan li vê derê bi awayeke tund êrîşî girsê kirin û ketin û derketina girsê dorpêç kir. Gengeşiya li ber nexweşxanê didome. Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata jî banga xwedîlêderketina cenazê Demîr li Bismiliyan kir.

Cenazê Demîr ji bo otopsiyê rêkirin nexweşxana dewletê ya Amedê.

(ak)