1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên Dihokê: Gerîla hebûn û tunebûna gelan e
Ciwanên Dihokê: Gerîla hebûn û tunebûna gelan e,ciwanên,dihokê,gerîla,hebûn,û,tunebûna,gelan,e

Ciwanên Dihokê: Gerîla hebûn û tunebûna gelan e

A+ A-

Ciwanên ku li herêma Federal a Kurdistanê dijîn bi tundî êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezarkirin û gotin: "Gelîla hebûn û nebûna gelê kurd e"

Nerazîbûnên operasyonên Îran û Tirkiyeyê yêh li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçin zêde dibin. Ciwanên welatparêz ên Duhokê bi tundî êrîşan Tirkiye û Îranê yên dersînor şermezarkirin. Ciwanên bi navê Dilxas Xurşid, Çekdar Cemal, Kawan Cihad, Leşker Yasin, Nirweyî Dihokî, Niwar başur û Qehreman Egid êrîş şermezar kirin û xwestin Îran û Tirkiye dawî li êrîşan bîne. Ciwanê bi navê Dilsax Xurşîd, xwest Serokwezîrê Tirkiye Erdogan zanibe ku nikare PKKê ji holê rake û wiha got: "Tunekirina gerîla, tunekrina gelê kurd e. Êdî roj roja yekitiya kurdan e ji bo vê yekê pêwîste em yekitiya kurd ava bikin. Erdogan gelek caran êrîşên bi vî awayî kirye. Lê hertim li hember qehremaniya gerîla bi binketiye. Ji bo vê bila baş bizanin ku em piştevanê çiyane Qendilin û Kurdistan yek parçe ye."

'Bila ji Sedam Huseyin ders bigrin'

Ciwanên bi navê Çekdar Cemal û Kawan Cihad jî êrîşê bi tundî şermezarkirin û gotin Erdogan xwe wek misilman dide pêş, lê di rastiyê de ne wisa ye. Cemal û Cîhad, dan zanîn ku her kesî dît ku di meha remezanê de Erdogan buye qatîlê zarokên bê guneh. Cemal û Cîhad, destnîşan kirin ku rejima tirk û farisan bi salane êrîşê dikin tiştek bi dest xwe ve nexistiye û wiha gotin: "Pêwîste kurd xwe bikin yek û yekitiya xwe ya netewî ava bikin."

Ciwanê bi navê Lesker Yasin ku nûnerê Rêxistina Olî ya Xwendevan li Dihokê jî, ji hikûmetên Federal a Kurdisatnê û Iraqê xwest ku helwesta li hemberî êrîşane aşkere bike. Yasîn, balkişand ser rejima Sedam jî û wiha got: "Sedam Huseyin bi salan hewl da ku bi şer kurdan tune bike. Lê negihişt armanca xwe. Li ser ji bo vê yekê kurd xwe bikin yek. Heger êrîş werin kirin bila dagirker bizanin ku dê dawiya xwe bînin. Ji ber ku dê kurd hemû yekitiya xwe ava bikin."

Jina ciwan Nîrweyî Dihokî jî bang li hukmeta herêmê, parlamentoya Kurdisatan û Iraqê kir da ku hewldanên ji bo sekinandina van êrîşan bidin meşandin. Nirweyî, da zanîn ku ji ber van êrîşan kurd tên kuştin û koçber dibin. Ciwana bi navê Niwar Başûr jî li ser heman mijarê balkişand ser bêdengiya li herêma Kurdistanê û wiha axivî: "Roj roja deng rakirina li hemberî êrîşan e. Pêwîste Iraq li hemberî êrîşan bertekên xwe bîne ziman.

'Erdogan bi mislimantiyê kurdan dixapîne'

Herî dawî ciwanê bi navê Qehreman Egîd jî êrîşê bi tundî şermezarkir û siyaseta Erdogan şermezar kir. Egît, anî ziman ku Erdogan li ser navê îslamê û mislimantiyê kurdan dixapîne û wiha got: "Bila dewleta Tirkiye baş bizane ku wê kurd bibin yek, Erdogan îslamyetê dike amûr û gel dixapîne. Ez amade me ku xwe ji bo axa xwe feda bikin. Gelê me jî amade ye." DÎHA (ar/îk/mae)