1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên li ser sînor daxuyanî dan
Ciwanên li ser sînor daxuyanî dan,ciwanên,li,ser,sînor,daxuyanî,dan

Ciwanên li ser sînor daxuyanî dan

A+ A-

QAMIŞLO – Jinên ciwan ên Kantona Cizîrê ku çûne ser sînorê Rojava-Bakûr daxuyanî dan.

Jinên Ciwan ên ji seranserî kantona Cizîrê li bajarê Amûdê hatin cem hev û çûn gundê Sêgirka yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûr li wir mitînga xwe destpê kirin.QAMISLO-TEVGERA-JINEN-CIWAN-DAXUYANI-3

Ji rêveberên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Dicle Avaşîn li ser navê girseya ciwanan daxuyaniye xwend.

Avaşîn got ku ew ê beşdarî hêza berxwedaniya Bakûrê Kurdisatnê bibin û destnîşan kir ku çawa dewleta Tirk û hevkarên xwe li Kobanê bibin ketin dê li bakûrê Kurdistanê jî xwediyên binketinê bin. Dicle Avaşîn silav da berxwedaniya jinên Bakûrê Kurdistanê û qehremantiya li wir tê meşandin.

Li gorî daneyên nûçegîhanê ANHA’yê çalakiya ciwanan dê bi mitîngehekê dewam bike.

(he)

ANHA