1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên Şengalê avabûna YPS'ê pîroz kirin
Ciwanên Şengalê avabûna YPS'ê pîroz kirin,ciwanên,şengalê,avabûna,yps,ê,pîroz,kirin

Ciwanên Şengalê avabûna YPS'ê pîroz kirin

A+ A-

AMARA TOLHIDAN / ŞENGAL / ROJNEWS

Ciwanên Êzidî yên Şengalê îlankirina Yekîneyên Parastina Sivîl pîroz kirin. Ciwanan agir pêxistin û dîlan girtinê berxwedaniya YDG- H jî silav kirin.

Ciwanên Şengalê berxwedana Bakurê Kurdistanê pîroz û silav kirin. Ciwanan bi kêyfxweşiya îlankirina YPS'ê şev agir pêxistin û dîlan girtin. Ciwanê binavê Rakan Faris axivî û got:"Em vê şahiya ku li serê çiyayê Şengale hatî lidarxistin li gelê xwe yê Bakur pîroz dikin. Li Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) pîroz dikin. Wekî ku me ew hêzên dagirker li Şengalê şikandin, em hêvidarin ku em li Bakur ji biserkevin. Em dibêjin gelê xwe yê Bakur, em hertim bi we re ne û em pişta we bernadin. Em dibêjin gelê xwe yê Bakur dagirker wê bişkê û berxwedaniya we wê bi serkeve."

Herwiha ciwana bi navê Zînê Cesam jî axivi û got" Em weka ciwanên Êzidî berxwedana gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê silav dikin û heya dawiyê li pişt wanin. Em hêza wan ya parastina sivîlan jî pîroz dikin û silavê me ji wan re hene. Erdoganê dijmin wê bişkê û berxwedana gelan wê her tim serbikeve. Wek her dagirkeran dawiya Erdogan ji ketin e. Biji berxwedana Bakur."

Ciwanan heya derengê şevê dilan girtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo" gotin.

Weke ku tê zanîn beriya çend rojan ciwanên Şengalê ji bo şermezar kirina zilma AKP û silav kirina berxwedana Bakur meşek li dar xistin.

(sk)