'Cizîr di nav agir de li ber xwe dide'
ÎZMÎR (DÎHA) - Ji Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Sanem Denîz Karasungur a ku çavdêriyên xwe yên li Cizîrê lêkolîn kirin bi raya giştî re parve kirin anî ziman ku heta ku bajarên Kurdistanê di bin dorpêçê de be li welat tu kes azad nabe û nirxandina "Li Cizîr a ku 21 kesan jiyana xwe ji dest da gel di bin agir de li ber xwe dide" kir.
Endamên Bloka Aştiyê ya Îzmîrê ku li Cizîrê lêkolîn kirin û vegeriyan bi raya giştî re çavdêriyên xwe parve kirin. Civîna ku li avahiya Komeleya Pira Gelan hate lidarxistinde de heyetê yek bi yek çavdêriyên xwe parve kir û piştre jî daxuyanî da.
Piştî Sanem DEnîz Karasungur daxuyanî da û got ku il Cizîrê operasyon û pevçûn çênebûye tenê li dijî gelê sivîl qatlîamek pêk hatiye. Karasungur da zanîn ku ligel qatlîaman gelê Cizîrê berxwedaneke bêhempa nîşan daye û li ser piyan e û heta gelek evqas di bin dorpêçê de be tu kes nikare azad be.
Karasungur da zanîn ku kolanên Cizîrê dişibin Gazzeyê û wiha got: "Heta ku bajarên kurdan hatibe dorpêçkirin li vî axê tu kesên dijîn nekare azad be. Li Cizîr a ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dan gel di bin agir de li ber xwe dide. Divê di demeke kin de çek bêdeng bin, şert û mercên siyaseta demokratîk bên avakirin. Divê birînên Cizîr, Licê û Geverê bên peçandin û berpirsyar bên darizandin."
(sa)
