1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cizîrî: Kes ji Cizîrê koçber nebûye
Cizîrî: Kes ji Cizîrê koçber nebûye,cizîrî,kes,ji,cizîrê,koçber,nebûye

Cizîrî: Kes ji Cizîrê koçber nebûye

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê piştî hêzên dewletê zexîre, av, ceyran, kirin hedef û êrişên çekdarî li ser taxan zêde kir, welatiyên taxan, kal, pîr û nexweş li dijî êrîşên giran derbasî mal û taxên ewle kirin û dîsa vegeriyan malên xwe. Welatiyê bi navê Mehmet Garan, bertek nîşanî nûçeyên derew da û got: "Em li vir in. Em nereviyane. Me mala xwe terk nekiriye. Em bimirin jî bila em li mala xwe bimirin.

Terora dewletê ya bi navvê "qedexeya derketina kolanan" a li ser Cizîra Şirnexê 20 rojin bê navber didome. 10 hezar leşker û tîmên taybet bi tang û topan êrîşî taxan dike. Tîmên taybet bi maşîneyên zirxî û çekên giran li ser taxan guleyan direşîne. Lê welatiyên taxan li dijî êrîşên hêzên dewletê di ber xwe dide û destûr nade ku têkevin taxan. Hêzên dewletê ji bo Cizîrê bê mirov bihêle, êrîşî depoyên zexîre, depoyên avê û trafoyên ceyranê dike. Bi taybeti li taxên Cudî di bin êrîşa top û çekên giran ên hêzên dewletê de ye. Ji ber êrîşên topan bi dehan malên li taxa Cudî hilweşiyan. Hêzên dewletê bi êrîşên çekên giran gel neçarî koçberiyê dike. Welatiyên ku şevê din rastî êrîşên giran ên dewletê hatin, zarok, kal û pîr ji malan derxistin û şeva xwe li taxên din derbas kirin. Welatiyên kal, pîr û nexweş ji malan derxistin, serê sibê dîsa vegeriyan malên xwe. Welatiyên taxa Cûdî ku serê sibê vegeriyan taxa xwe diyar kirin ku ew dê li dijî hemû êrîşan di ber xwe bidin û warê xwe terk nakin.

'Em mirin jî bila di malên xwe de bimirin'

Welatiyê bi navê Mehmet Garan, diyar kir ku şevê din rastî êrîşên tang û topan hatin û ji bo neyên kuştin kal, pîr û zarokên xwe birin taxên din. Garan, anî ziman ku ew dîsa li mal û taxa xwe vegeriyan û gelê Cizîrê dê tu cari warê xwe terk neke. Garan, bertek nîşanî nûçeyên hin qanalên televîzyonên tirk dan û nûçeyên derew şermezar kirin. Garan, anî ziman ku ev televîzyon bi daxwaza dewletê van nûçeyan çêdikin û rastiyan berovajî dikin. Garan, bang li her kesi kir ku rastiyê di cihê wê de bibînin û li Cizîrê xwedî derkevin û wiha got: "Em li vir in. Em nereviyan in. Me mala xwe terk nekir û em terk nakin. Em mirin jî bila em li mala xwe bimirin. Ceyran qut kirine, av qut kirine, zarok bê şîr hiştin. Ji ber vê yekê me duh zarok, kal û pîrên nexweş birin tax û malên ewle."

'Em taxa xwe terk nakin'

Welatiya bi navê Cane Aslan jî heman tişt got û diyar kir ku ew tax û mala xwe terk nakin. Aslan, anî ziman ku pişti zarok û nexweş birin malên ewle dîsa li tax û malên xwe vedigerin û dê li mala xwe di ber xwe bidin. Aslan, anî ziman ku ew dê heta dawi di ber xwe bidin û mirin jî bila di mala xwe de bimirin. Welatiya bi navê Rahime Fidan jî heman tişt got û dê taxa xwe tu carî terk nekin.

(mae)