1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Clinton: Li Rohilata Navîn bo rabûna bahozek konjonktur bê qisûr e
Clinton: Li Rohilata Navîn bo rabûna bahozek konjonktur bê qisûr e,clinton,li,rohilata,navîn,bo,rabûna,bahozek,konjonktur,bê,qisûr,e

Clinton: Li Rohilata Navîn bo rabûna bahozek konjonktur bê qisûr e

A+ A-

MUNÎH - Wezîra Karên Derve ya DYE’yê Hillary Clinton got ku digel ‘metirsiya aloziyan’ destek didin demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Clinton diyar kir ku ji bo rabûna ‘bahozek’ niha konjonktura herêmî ‘bê qisûr e’.

Li Munîhê ku li başurê Elmanyayê dikeve, di çarçoveya 47’emîn Konferansa Ewlekariya Navneteweyî de Hillary Clinton axivî û got: “Me li Rojhilata Navîn aborî û demokrasiya xwe berê xwe daye heman cihî nedît.”

Clinton dest nîşan kir ku gelek asayî ye ku nivşên bin temen 30 salî ku beşek e mezin a civakên Ereb pêk tîne, hikûmetên ku bêhtir ji pêwistiyan dikare bibe bersiv, bixwazin. Di vî warî de Clinton wiha domand: “Ger veguhestin û veguherîn ber bi pergalê vekirî û berpirs ve neçe, dê gel û hikûmet bêhtir ji hev du dûr bikevin û bêaramî kurtir bibe.”

Clinton bi lêv kir ku wek reel û tiştek jênerev, divê pêşketineke berpirsane, zelal û durist pêş bikeve. Clinton bal kişan ser raperînên gel ên Tûnis û Misirê û wiha pêde çû: “Di rewşa heyî de li hinek welatan, ev dema navber a guhestinê bi lezgînî pêş dikeve, lê ji bo welatên din hê demek dirêj divê.”

Clinton der barê dema navber a guhestinê û li hember egera rîskên heyî ku welatên Rojava dike navend û dinirxîne, wiha axivî: “Bêhuman, metirsî hene. Dema derbasbûna demokrasiyan de metirsiyên demkî çê dibin. Di vê dema kurt de dikare pergal ber bi bêaramiyê û aloziyek xirabtir jî biçe. Di demê borî de me ev yek dît, derbasbûn (guhestin) dikare ber bi rejîmek zextkartir bi xwe re paşketinan jî bîne.”

Clinton bal pê da ser rewşa Rojhilata Navîn û bûyerên li vê herêmê diqewimin û got ku li Rojhilata Navîn ji bo rabûna ‘bahozek’ niha konjonkturek ‘bêqisûr’ hatiye pê.