1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Clînton li Stenbolê ye
Clînton li Stenbolê ye,clînton,li,stenbolê,ye

Clînton li Stenbolê ye

Wezîra Karê Derve ya DYA’ê Hîllary Clînton bi armaca geşedanên Suriyeyê nîqaş bike çû Tirkiyeyê

A+ A-

Wezîra Karê Derve ya DYA’ê Hîllary Clînton bi armaca geşedanên Suriyeyê nîqaş bike çû Tirkiyeyê. Di hevdîtina Clîton ya bi rayedarên Tirk re roja yekemîn geşedanên Rojavayê Kurdistanê û PYD ye.

Clînton piştî serdana welatên Afrîkayê çû Tirkiyeyê. Clînton di saetên serê sibê de li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê ji aliyê sefîrê Enqreyê yê DYA Francîs Rîccîarddone û rayedaran ve hate pêşwazîkirin. clînton piştre derbasî otelê bû.

Clînton dê li Stenbolê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re bê cem hev. Hevdîtina ku dê di saetên serê sibê de pêk were de rojevên wekê Plata avakirina herêmên ewlehiyê yê 20 kîlometre kûrahiya wê heye û di nava sÎnorê Suriyeyê de tê avakirin û bandora PYD ya li Rojavayê Kurdistanê dê bên nîqaşkirin.

He wiha Clînton dê bi nûnerên muxalefetên Suriyeyê re bê cem hev. Li bendê ye ku Clînton pakêta alîkariy^ey a5.5 mîlyon dolar a ji bo Suriyeyê aşkera bike.

Piştî hevdîtinên Tirkiyeyê Clînton dê bi wezîrên derve yên YE’yê re jî bê cem ev û agahiyên der barê muxalîfên Suriyeyê de parve bike.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî