1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cockburn: Li Sûriyeyê rewş ji bo kurdan erênî ye
Cockburn: Li Sûriyeyê rewş ji bo kurdan erênî ye,cockburn,li,sûriyeyê,rewş,ji,bo,kurdan,erênî,ye

Cockburn: Li Sûriyeyê rewş ji bo kurdan erênî ye

A+ A-

ÎSMET KAYHAN - BRUKSEL 11.02.2014 07:07:33 Ji rojnameya Independent Patrîck Cockburn ku niha yekane nûçegîhanê Rojavayî yê li Humusê ye, diyar kir ku lêgerînên aştiyê yên Sûriyeyê hêviyê didin. Cockburn diyar kir ku Kurd di rewşa heyî de bi qezenc derketine û got divê ev qezencên kurdan bên parastin.

Cockburg got: “Ez îdia nakim ku ji bo kurdan her tişt baş derbas dibe. Ez tenê dibêjim qezencên cidî ne. Ji ber kurd statukoyê tehdîd dikin, Rojava bi fikare.

Nûçegîhanê herêmê û pisporê Rojhilata Navîn yê Independentê Patrîck Cockburg bi nûçeyên xwe yên bê alî yên li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê derbas dike balê dikişîne. Cockburg wiha pê de çû: “Tirk mezin diaxivin lê dema dor bê tevgerê, mirovan şok dikin. Îranî jî berovajî vê ne...’

Cockburn ku Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, polîtîkaya derve ya Tirkiyê wek ‘felaket’, pevçûna di navbera Gulen û AKP’ê de jî bi gotina ‘tirkiye ji hev veqetiyaye’ nirxand. Hinek herêmên Sûriyeyê, Afganîstan û Beyrutê tîne hişê mirovan.

QEZENCÊN KURDAN HENE LÊ REWŞ ŞIKESTIYE

Cockburn balkişand ser qezencên kurdan û diyar kir ku belê raste kurdan qezencek bidestxistiye, li herêmên diyarkirî kontrol di dibn destê wan de ye û got: “Dewleta Baas ya ku bi salan li ser kurdên Sûriyeyê zext pêk anî, neçarî vekişiya. Welatibûna wan qebûl nedikir. Gelê kurd heps dikir, di bin zext û îşkenceyê de bûn. Îro ev dewlet pir bê hêz ketiye. Serhildêran li dijî dewleta Baas serkeftinek qezenc nekir.niha statukoya heyî ji bo başiya kurdane. her wiha em nizanin dê çawa bidome. Şîdet hêj heye. gelek kurdên sivîl reviyan. Pevçûnên dijwar tên jiyîn. Ez îdia na ki ku ji bo kurdan her tişt baş dimeşe. Tenê dibêjim ku qezencên wan yên cidî hene.

ROJAVA MATMAYÎ YE

Cockburn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rojava li dijî geşedanên pêk tê matmayî maye. Naxwazin Tirkiye parçe bibe. ji PYD’ê bi gumanin. Ez bawer nakim di vê mijarê de xeteke wan ya zelal heye. Ev çavderî jî parçeyeke ku dê li Sûriyeyê çi bê kirinê ye. Li gorî min rojava, nizane der barê Kurdan de, artêşa azad a Sûriyeyê û Komên Îslamî de çi bike. di mijara Sûriye bila parçe nebe de hêviyên wan hene û bi guman li netewperestiya kurd dinêrin. Piştî Peymana Sykes-Pîcot li Rojhilata Navîn yê ku sînorê îro danîne ji xwe Rojava bixwe ye. Dixwazin sînor wek xwe bimînin û di vir de berjwendiyên wan hene. Ji ber vê jî fikara wan eve ku kurd statukoya wan ya der barê sînoran de tehdîd dike.

TIRKIYE HATIYE REWŞA PARÇEBÛNÊ

Cockburn balkişand ser pêvajoya li Tirkiyê tê jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev parçebûna niha ya li Tirkiyê, ez narkim bêjim ji bo başiya kurdan e an na. Li aliyekê ger ku ev hikûmetê bide zorê dibe ku piştre fîgurekî wek Erdogan tune, di mijara pirsgirêka kurd de lîderekî ku guherînan bide zorê tunebe. Ji ber vê jî ez naxwazin der barê vê mijarê de tiştek bêjim. Niha bi Bihara Ereban re ji bo Kurdan geşedanên Girîng li Iraq û Sûriyeyê hatin jiyîn.

DIVÊ KURD QEZENCÊN XWE BI PARÊZIN

Cockburn der barê qezencên Kurdên li Sûriyeyê de jî wiha got: “Li gorî min kurdên Sûriyeyê ji ber ku bûyeran nekarin kontrol bikin, helwesta wan jî hinek li gorî herikîne bûyerane. Neçarin li gorî tiştên ku rêveberiy Şamê, serhildêr û hêzên biyanî dikin, tevbigerin. Peywira li pêş wan eve ku qezencên ku bidestxistine, biparêzin. Her wiha pêşî li gelê xwe bigire ku neçin cihekî. Di dawiya şerê navxweyî de di rewşa ku dîsa hikûmeteke navendî ya bi hêz bê avakirin de, divê qezencên xwe ji bo di destê xwe de bihêlin bikevin nava hewldanan.

Cockburg bersiva da pirsa ‘Di bihara ereban de yên ku herî bi kar derketin El Qaîdeyê’ ye jî wiha got: “Amerîkayî bermaniyên rêxistina El Qaîdeyê ku berê ji aliyê Usma Bîn Ladîn ve dihat bi rêvebirin fêm dikin. Lê ez nafikirim ku ev vegotineke rastine. Li gorî divê li rêxistinên cîhadê yê bi pratîk û baweriya xwe dişin El Qaîdeyê binêrin. El Nusra baskê El Kaîdeyê yê Sûriyeyê ye. IŞÎD jî komeke zêdetir şîdetxwaze. Mînakên din jî dema mirov li welatên wek Lîbyayê dinêrin her tişt tê dîtin.

BANDORA LADÎN BI SÎNOR E

Baskê Usma Bîn Ladîn yê El Qaîdeyê, rêxistinên girêdayê El Qaîdeyê her tim ji ser rêxistinên welatên Iraq, Sûrye û Lîbyayê bandoreke wê ya bi sînor çêbû. Ji ber vê jî piştî Usame Bîn Ladîn ger guherînek pêk hatibe jî bandora van gelek bi sînor e.

Piştî Usame Bîn Ladîn helwesta rêxistinên cîhadê yên din ne guhere. Bi qasî ku ez dibînim. Yanî helwesta rêxistinên wekê El Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê hema hema wek berê ye.

PEVÇÛNÊN MEZHEBÎ ROJAVA KUR DIKE?

Li gorî min hêzên dewletê kurbûna pevçûnên mezhebî ji bo xwe wek avantajekê dibînin. Ne niha tenê mînak ji 2003’an heta niha dema mirov dinêrin Rojava û monarşiyên Korfezê daxwaz kirine ku welatên Iraq, Suriye û Lîbyayê qels bibe. DYA’yê gotibû tenê jib o ewlehiya hundir ya Iraqê divê hêza leşkerî bê ditin. Ji ber vê jî mirov dikarin van pêngavan wekê ku li gorî avantajên xwe pêk tînin bînin.

BAKURÊ SÛRIYEYÊ WEK AFGANÎSTANA 1980’Ê YE

Pir vekirî xuyaye ku welatên Rojava çûyîna mucahîdan ya Sûriyeyê asteng nake. Di vê miajrê de zextan li Tirkiyeyê jî nakin. Beşeke mezin ya van kesan ji ser Tirkiyeyê çûn Sûiryeyê û Tirkiyeyê ji bo derbasbûna van asteng bike tu tiştek nekir. Li gorî min armanc ev bû ku Rojava Esad zû bixîne û Sûriye bibe wek Lîbyaya 2011’an. Di esasê de kesên li Lîbyayê piştgirî da cîhadiyan şaşiyek wisa kirin. Bê guman şer li Sûriyeyê dirêj berdewam kir. ji ber vê jî Bakurê Sûriyeyê niha wek Afganîstana 1980’ê ye.

Nayê texmîn kirin ku pirsgirêka Sûriyeyê dê çawa çareser be. Hinek herêmên Sûiryeyê, Afganîstan û Beyruda ku bi salan şerê navxweyî lê hate meşandin tîne bîra mirovan.

POLÎTÎKAYA DERVE YA TIRK FELAKETEKE

Cockburn di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û da zanîn ku ji sala 2011’an het aniha wek feleketekê ye û got: Tirkiye heta wê salî di pozîsyonek baş de bû. Bi cînarên xwe re baş bû. Li Sûriyeyê di navbera serhildêr û hikûmeta Esad de nifûzek bikaranîn û rola navbeynkariyê kir. Lê Tirkiyeyê di şerê navxweyî de aliyek hilbijart. Siyaseta derve ya Tirkiyê li Misir û Lîbayayê tê k çû.