1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Colemêrgî wê koçî başûrê Kurdistanê bikin
Colemêrgî wê koçî başûrê Kurdistanê bikin,colemêrgî,wê,koçî,başûrê,kurdistanê,bikin

Colemêrgî wê koçî başûrê Kurdistanê bikin

A+ A-

Li Colemêrgê zext, zordarî û girtin demên dawî zêdebûn û didomin. Li Colemêrgê îro jî di nav de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredarî û gişt jî heyî 35 kes hatin binçav kirin. Hate ragihandin ku piştî van zext û zordariyan welatiyan bi armanca şermezarkirina zextan xwe amade dikin ku koçî başûrê Kurdistanê bikin.

Li Colemêrgê piştî şevê din di nav de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa giştî û şaredariyê jî heyî 35 kes hatin binçav kirin "Înîsiyatîfa Gel ya Colemêrgê" daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku gel li hemberî binçavkirina bêdeng nemîne û bi hestiyar be û wiha hate gotin: "Divê esnaf bi armanca şermezarkirinê dikanên xwe bigirin û bajar di aliyê jiyanê de bê rawestandin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em wekî Colemêrgî êdî bawer dikin ku tu şansê me yê jiyanê li vî welatî nemaye û ji ber vê yekê jî piştî amadekarî bi dawî bûnê bi giştî wê ber bi sînorê Îraqê ve bi rê bikevin." û wiha hate destnîşan kirin: "Em dibêjin ji ber ku li vî welatî êdî me nekarî bêhnê bistînin û welatiyên li Colemêrgê mayîn wê koçî başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê divê welatiyên me demildest amadekariyên xwe bi dawî bikin"

ANF NEWS AGENCY