`Coşa Newrozê dest pê kir`
Coşa Newroza 2012'an dest pê kir: Newroz dê li 127 navendan pê bîrozkirin
Bernameya Newroza 2012'an diyar bû. Newroza îsal bi dirûşmeya "Edî bes e. Yan azadî yan azadî" pêk bê, dê li 127 navnedan bê pîrozkirin. Newroza îsal dê li Amed û Stenbolê di 18'ê Adarê de dest pê bike. Li 125 navendan jî dê di navbera 20 û 21'ê Adarê de bi mîtîngan bê pîrozkirin.
Newroza îsal a 2012'an ji ber operasyonên siyasî û leşkerî zêde bûn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate girankirin û binpêkirina mafan zêde bûn, dê ji salên berê cudatir bê pîrozkirin. Di newroza îsal de dê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê peyamên siyasî yên xurt bên dayîn.
Piştî jinên kurd li Tirkiyeyê bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê starta çalakî, mîtîng, meş û şahiyan dan, niha jî gelê kurd xwe ji bo pîrozbahiyek bi coş amade dikin. Wekî her sal îsal jî Newroz di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de dê li 127 navendan newroz bê pîrozkirin. Newroza îsal dêli hemû kolan, tax, navçeya gund û bajaran kurd lê dijîn bi coş û tevlêbûnek mezin bê pîroz kirin. Starta Newrozê dê îsal di 18'ê Adarê de li Amed û Stenbolê bê dayîn. Pîrozbahî dê di navbera 20 û 21'ê Adarê de jî li 125 navendan din bên pîrozkirin. Newroz dê îsal bi dirûşmeya "Êdî bes e. Yan azadî yan azadî" bê pîrozkirin.
'Ji bilî berxwedanê rêyên din neman'
Endamên Meclîsa Navendî ya BDP'ê û Navenda Giştî ya BDP'ê ji hemû rêxistinên bajar, navçe û nûnertiyên BDP'ê, komîsyonên ciwan û jinan re giştînameya şandin. BDP'ê di giştînameyê de wiha got: "Hovîtiya hikûmeta AKP'ê li Îmraliyê, bi tecrîdê û dîsa li dijî siyasetmedarên kurd bi girtin û binçavkirinê didome. Her wiha operasyonên leşkerî li çoltaran berdewam dikin. Lê gelê me dê bi rêxistinbûna xwe û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên înkar û îmhayê vala derxe. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhaya AKP'ê ji bilî berxwedanê tu rê nemaye."
Navenda BDP'ê di giştînameyan de bal kişand ser van xalan:
* Ji ber operasyonên leşkerî hêj bi dnehan cenazeyên HPG'ê li morgan tên girtin û ji ber perçe bûne nayên naskirin.
* Êşa komkujiya Roboskiyê hêj taze ye. Lê hikûmeta AKP'ê li şûna komkujiyê ronî bike rewa dike.
* Li Îmraliyê tecrîda li ser Brêz Ocalan ku zêdeyî 7 mehan e didome, her ku diçe giran dibe û di şexsê Ocalan de li ser hemû gelê kurd tê meşandin.
* Êş û birîna mexdûrên erdheja Wanê hêj nehatiye dermankirin.
* Operasyonên siyasî hêj didomin û heta niha zêdeyî 6 hezar û 500 siyasetmedar hatine girtin.
* Hem li girtîgehan û hem jî li derve bi sedan hevalên me ji bo tecrîd, operasyon û polîtîkayên înkarê bi dawî bibin bi çalakiyên girevê bedena xwe dane ber birinê. Em di pêvajoyek wisa de pîrozbahiya Newroza 2012'an pîroz dikin.
'Dê bi ruhê raperînê mîtîng bên lidarxistin'
Di giştînameyê de hate diyarkirn ku ji bo Newroza îsal bibe bersîva van polîtîkayên înkar û îmhayê dê li her derê bi ruhê berxwedan û raperînê bê pîroz kirin.
Newroz dê li 127 navendan bê pîrozkirin.
Di 18'ê Adarê de
Di 18'ê Adarê de dê li Amed û Stenbolê bê pîrozkirin.
20 Adar: Di 20'ê Adarê de Newroz dê li Enqere, Antalya, Êlih, Bedlîs, Bursa, Xerpêt, Erzîngan, Erzirom, Eskîşehîr, Îdir, Kirklarelî, Kirşehir, Kocaelî, Mêrsîn, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Wan, Yalova, Dîgor Kanîreş, Darahênê, Dih, Tekman, Kulu, Dêrik, Nisêbîn, Stewrê, Kerçews, Lice, Pîran, Hênê, Karaz, Kop, Melezgîrt, Xelat, Elcewaz, Elk, Çelê, Sêwêrek, Xalfetî, Pirsûs, Bîrecîk, Kumluca (Antalya), Silopî, Elbistan Kovanciyan, Mîlas, Wêranşar, Hêlvan, Kerboran, Pilûr, Pertek, Mazgirt, Hozat, Bandirma, Salîhli, Kolik, Dutax. Patnos, Eleşkirt, Avkevir, Gole, Karakoçan, Erzîn, Îskenderûn, Ceyhan, Nîzîp.
21 Adar
Edene, Semsûr, Agirî, Erdexan, Aydin, Çewlîk, Çanakkale, Denîzlî, Dîlok, Colemêrg, Konya, Meletî, Manîsa, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mugla, Mûş, Şirnex, Riha, Tekîrdag, Dêrsim, Bazîd, Gimgim, Norşîn, Dortyol, Qereqocan, Ereglî, (Konya), Yeniceoba (Konya), Mîdyat, Hîzan, Tetwan Cizîr, Gever, Saruhanli, Serêkaniyê, Qileban, Alanya, Luleburgaz, Edremît (Balikesir) Bîsmil, Çêrmûk, Gêlê, Erxenî, Farqîn, Qoser, Şemrex, Mahsert, Gêxî, Kaxizman, Misirc, Giyadîn, Şemzînan, Hezex, Solxan, Kozluk, Bodrûm.
(mae)
