1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Cudahiya Mezin a Hejmarên Li Cannesê!..
Cudahiya Mezin a Hejmarên Li Cannesê!..,cudahiya,mezin,a,hejmarên,li,cannesê

Cudahiya Mezin a Hejmarên Li Cannesê!..

Ji hejmara lêçûn û hatiniyan bigire heya bi hejmara niştecihên Cannesê cudahiyek pir mezin

A+ A-

Butceya Festîvala Fîlman a Cannesê 20 milyon euro ye, lê hatiniya wê 200 milyon euro ye. Otêlên li bajarê Cannesê, ji sedî 15yê hatiniya xwe ya salane, bi tenê ji 12 rojên festîvalê bi dest dixin.

Festîvala Fîlman a Cannesê îşev bi merasîma girtinê, bi dawî dibe. Nifûsa Cannesê ku hinekî li seriya 73 hezarî ye, di dema festîvalê de dibe 200 hezar, ango sê carî li xwe zêde dike. Di organîzasyona festîvalê de 850 kes kar dike. Hejmara rojnamevanên ku hatine vexwendin 4600 e.

Di pêvajoya festîvalê de bajêr bi 20 hezar çelengên nexwezayî û darên piçûk ve tê xemilandin. Ewlekarî ji aliyê 700 polîs û 200 ajanên taybet ve tê girtin. Bi tenê otêleka mezin hejmara xebatkarên xwe ji 370yî derxistiye 750î û malovaniya 5 hezar kokteylî kiriye. Martînezê navdar jî ji bo mêvanên VÎPê 2500 pakêtên diyariyê amade kiriye.

Encama ziyafetên 12 rojan ên li bajêr de 1200 ton goşt tê xwarin. Ev hejmar di demên beriya festîvalê de 150 ton e. Kuaforekî navdar di pêvajoya vê şahiyê de 180 lître şampuan û 120 şe bikar aniye. Dîsa li Majestîkê 30 hezar metre çarçik xêlî û çarşef hatine utîkirin: Bi qasî 6 qadên futbolê!

Butceya Festîvala Fîlman a Cannesê 20 milyon euro ye, lê li gor hesabên hatine kirin, di dema festîvalê de hatinî derdikeve seriya 200 milyon euro yî û ji bo 3200 kesên din kar peyda bûye. Otêl di nav hev de şevê 85 hezar dikin û ji sedî 15yê hatiniya xwe ya salane, bi tenê ji 12 rojên festîvalê bi dest dixin. Bi destûreka taybet, di pêvajoya festîvalê de fiyetên xwe ducar dikin.

Amîda Kurd